BI DÎMEN

Serpêhatiyên jiyana xwe bi saya helbestan tîne ziman

Nûr Mêrzo got: “Dema ku ez helbestên li ser welat û şehîdan dinivîsim, ez hêzeke pir mezin dibînim û kesayeteke pir mezin di wan gotinan de dibînim.”

Her mirov hestên xwe bi awayên cuda û bi rêyên cuda derdibire. Ew carna amûrek e, carna hunerek e  û carna jî fikrek e. Nûr Mêrzo a ji Girê Sipî jî ji wan kesan e ku hestên xwe bi rêya helbestê derdibire ku Mêrzo li Zanîngeha Rojava a Qamişlo xwendekara pola çaran a  Beşa Bijîşkî ye. Mêrzo ji ber dagirkeriya dewleta Tirk ji bajarê xwe koç kiriye. Mêrzo êş û hêrsa di dilê xwe de û helwesta civaka gelê Kurd a li hemberî vê dagirkeriyê bi rêya helbestên ku dinivîse nîşan dide û jiyana xwe bi helbestên li ser şehîd û welat xemilandiye.

Nûr Mêrzo destnîşan kir ku wê  di zarokatiya xwe de jî ji nivîsandinê hez dikir û roj bi roj hewl daye ku xwe di warê nivîsandina helbestan de pêş bixe. Nûr Mêrzo serpêhatiya xwe ya nivîsandina helbestan bi ANF’yê re parve kir û bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: “ Di destpêkê de ez di warê nîvîsandina helbestan de gelekî lawaz bûm û kêmasiyên min pir bûn. Min tu carî bawer nedikir ku wê rojek were û ez ê li ser welat û şehîdên xwe helbestan binivîsim. Gava ku ez 13 salî bûm, me ji Girê Spî koç kir. Piştî koçkirinê min dest bi nivîsandina helbestan kir. Weke min anî ziman di destpêka nivîsandinê de kêmasiyên min pir bûn lê belê ev du car in di Mihrîcana Biharê ya Zanîngeha Rojava de li ser dikê li hemberî hemû xwendekar, mamoste û hevalên xwe, ez helbestên xwe dixwînim. Ev yek ji bo min cihê şanazî û kêfxweşiyê ye.  Helbesta min a îsal li ser welat û şehîdan bû. Her wiha min ew helbest ji bo hevalekî xwe yê şehîd nivîsandiye. Şehîd Dildar Girê Spî, min pir jê hez dikir. Her wiha wî gelekî alîkariya min dikir û piştgirî dida min da ku ez xwe di warê nivîsandina helbestan de pêş bixim û hestên xwe bi rêya helbestan derbirînim.’’

Nûr Mêrzo têkildarî Mîhrîcana Biharê ya Zanîngeha Rojava ev yek anîn ziman: ‘’Ji ber derfetên ji bo me ava dikin û ji ber alîkariyên wan, em spasiya mamosteyên xwe dikin. Di warê fikr û ramanê de gelekî alikariya me dikin û hêzeke mezin didin me. A rastî ji ber destpêkirina ezmûnên me yên derçûnê, tevlîbûna min a mîhrîcanê hinekî jî zehmet bû. Lê belê mamosteyên me bi me re bûn alîkar. Helbesta min li ser keda şehîdên me ye û gelekî kêfxweş im ku di van rojên girîng de şehîdên me di fikir û bîra me de ne. Her wiha em ji bo nifşên nû jî keda şehîdên xwe tînin ziman.’’

HÊZA XWE DI HELBESTAN DE DIBÎNIM 

Nûr Mêrzo destnîşan kir ku ew helbestên xwe li ser welat û şehîdan dinivîse û got: ‘’Ez yek ji koçberên bajarê Girê Spî me. Min gelekî şahidiya berxwedaniya şehîdan kiriye. Bajarê min ê ku ez lê ji dayîk bûm,  li pêş çavên min hate dagirkirin. Ez gelekî bi vê yekê êşiyam. Ji ber wê jî piraniya helbestên min li ser welat û şehîdan e. Dema ku li ser welat û şehîdan helbestan dinvîsim,  ez hêzekê dibînim, kesayeteke pir mezin di wan gotinan de dibînin.  Helbestên min hemû serpêhatiyên me ne. Yanî serpêhatiyên xwe tînim ziman.’’

Nûr Mêrzo di dawiya axaftina xwe bang li hemû ciwan, zarok û dayikan kir ku hestên xwe bi kîjan rêyê jî bila bînin ziman û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’ Her mirov dikare bi rêya helbestekê yan jî hunereke cudatir hestên xwe bîne ziman. Ji ber ku êşa di dilê gelê me de pir mezin. Gelê me bûye şahidê gelek êş, şer û komkujiyan. Hewce ye her kes fikr û hestên xwe bi civakê re parve bike.’’