Serlêdana ji bo Yuksekdag nehate qebûlkirin

Hevseroka berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a ku girtî ye, parêzerên wê ji berdanê serlêdan kirin. Serlêdana parêzeran nehate qebûlkirin.

Parêzerên Hevseroka Giştî ya Berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, di 30’ê Adarê de serî li 16’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê dabûn û daxwaz kiribûn ku muwekîla wan bê berdan. Piştî serlêdana parêzerên Yuksek, Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê mutaalayek da û bi bîr xist ku di çarçoveya sûcên “Damezrandin û rêvebirina Rêxistina Terorê ya Çekdar, Endamtiya Rêxistina Terorê ya Çekdar, Xerakirina Yekitî û Yekparebûna Welat” biryara berdewamkirina girtina Yuksekdag hatiye dayîn û bi hinceta ku “delîleke şênber’ tuneye dîsa daxwaza berdewamkirina girtina wê kir.