Saygi: Hersê şoreşger rêya me ronî dikin!

Aktîvîsta TJA'yê Selcan Saygi ragihand ku sê şoreşgerên Kurd ên beriya 10 salan li Parîsê hatin qetilkirin rêya wan hîn jî ronî dikin û got, "Ji Rojava heta bi Îranê jin li dijî sîstema bi serweriya mêr veguherîn Sakîneyan."

Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Selcan Saygi têkildarî Komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileya 2013'an ji ANF'ê re nirxand û diyar kir ku eger komkujî hatibû ronîkirin wê komkujiya dawî li Parîsê pêk nehatibûya.

Saygi diyar kir ku sûîqesta li hemberî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez destpêka komkujiyên li hemberî jinên Kurd e û bi bîr xist ku piştî qetilkirina hersê jinên Kurd, jinên pêşeng ên têkoşînê li pey hev hatin qetilkirin. Saygi anî ziman ku endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê rojnamevan Nagîhan Akarsel li Silêmaniyeyê bi heman rengî hate qetilkirin û destnîşan kir ku her komkujiya nehate ronîkirin bû sedema komkujiyeke nû.

Saygi diyar kir ku komkujiya 23'ê Kanûna 2022'an a bi destê tetîkkêş Wîllîam Mallet ve li Parîsê hate kirin, bi taybetî li hemberî Evîn Goyî hate kirin û got, "Me fêhm kir ku komkujiya dawî ya li Parîsê jî bi plan bû û armanc jî Evîn bû. Piştî sûîqesta li hemberî Sakîneyan heman konsept xistin dewrê. Li Cizîrê Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar jî bi heman rengî hatin qetilkirin."

Saygi destnîşan kir ku jin li her derê bi rola lokomotîfê ji bo pêşketina civakê radibin, lewma kabûsa herî mezin a dewleta bi serweriya mêr, jinên têkoşer e.

Saygi anî ziman ku têkoşîna jinên Kurd ji jinan hemûyan re bûye mînak, lewma ev konsept li dijî jinên Kurd ên pêşeng tê kirin. Saygi got, "Bi rêya qetilkirina jinên Kurd dixwazin çavê jinên têkoşer bitirsînin. Lê belê ev konsepta wan bi ser neket. Çawa ku dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' bû dirûşma jinan hemûyan, ji Rojava heta bi Îranê jin hemû bûn mîna Sakîneyan."

Saygi destnîşan kir ku ti hêz ji niha û pê ve nikare li pêşiya têkoşîna bi biryar a jinan bisekine û got, "Sê şoreşgerên jin ên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin rêya têkoşîna me ronî dikin. Bi van êrîşan, destgîrkirin, girtinê û zextê nikarin me asteng bikin. Berevajî vê yekê, raperîna me mezintir dibe. Em ê hîn bêhtir bi ser zext û sîstema dijminê jinê bimeşin. Bi taybetî li hemberî êrîşên ji sîstemê tên, em ê ti carî bi paş ve gavê neavêjin. Em ê hêzê ji hev werbigirin û bi pêş ve biçin. Em ê bêdeng nebin, netirsin, serî netewînin."