Salvegera berxwedanê hat silavkirin, Emînî hat bîranîn

Jinên Kurd di salvegerê de berxwedana Jin, Jiyan, Azadî silav kirin û Jîna Emînî ya ku ji aliyê dewleta Îranê ve hate qetilkirin bi bîr anîn.

Meclîsên jinan ên Qamişlo, Tebqa û Dêrikê yên Kongreya Îslama Demokratîk û Navenda Baweriya Demokratîk a Amûdê salvegera berxwedana Jin-Jiyan-Azadî silav kirin û Jîna Emînî bi bîr anîn.

Li Qamişlo Ebîr Şet, li Dêrikê Sena Mehmûd, li Amûdê Axîn Şerîf û li Tebqa Beyda El Ehmed metna çapemeniyê xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Em îro serê xwe li hember şoreşa jinan bilind dikin, ku bi qetilkirina Jîna Emînî ji hêla polîsên exlaqê ve di 16′ê Îlona 2022′yan de dest pê kir. Jîna Emînî bi hinceta ku hîcaba xwe baş girênedaye hat qetilkirin. Bi qetilkirina Jîna re çirûska serhildanê dest pê kir û Jîna Emînî bi dirûşma ′Jin, Jiyan, Azadî′ bû sembola cîhanê û li hember siyasetên çewisandinê yên li dijî jinan sekinî.

Şoreşa jinan ne tenê doza laçikê bû, lê belê doza gelekî di bin desthilata rejîma faşîst de ku ol hincet digirt û bi wê mafên gel ên hêsan nedida, tenê nîjadperestiya olî û fikrî li ser gel ferz dike. Dema em li ser cihê jin di îslamê de diaxivin, diyar dibe ku îslamê mafên jinan daye. Lê adet, kevneşopî û desthilata oldaran zilm li jinê kiriye.

Em destek û piştgiriyê didin şoreşa jinan li tevahî cîhanê û nêrîna kêm li jinan di bin navê ola îslamê de şermezar dikin. Ola îslamê olekî aştîxwaz û hezkirîxwaz e, tu cudahiyê naxe navbera jin û mêran, tenê bi xebata baş. Ola îslamê hewl dide edalet û wekheviyê di navbera her du zayendan de pêk bîne.”

Di heman çarçoveyê de Kongra Star a Qamişloyê ji bo piştgiriya serhildana ′Jin, Jiyan, Azadî′ li pêş Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de bi sedan jinên ji tevahî pêkhateyan beşdar bûn.

Di çalakiyê de li ser navê Kongra Star a Qamişloyê Şaha Xelîl axivî û got serhildana jinan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê çîrûskek e hêza xwe ji berxwedana jina Kurd a di dirêjahiya dîrokê de wergirt û wiha got: "Ew yek dewama berxweana Barîn, Avêsta li Rojava ye, her wiha dewama berxwedana Şîlan û Leyla li Başûr e, dewama berxwedana Bêrîvan û Zîlan li Bakur e û dewama berxwedana Ronahî li Ewropayê ye. Li ser bingeha berxwedana van şehîdan û li gorî rastiya ′Jin, Jiyan, Azadî′ a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye serhildan hate lidarxistin."

TIL BIRAK

Têkildarî mijarê Kongra Star a Til Birakê ya Qamişloyê çalakiyek bi beşdariya bi dehan jin, endamên saziyên sivîl li dar xist.

Di çalakiya piştgiriyê de endama Kongra Star a Til Birakê Ezra El Hisên axivî û Jîna Emînî bi bîr anî û wiha got: "Em îro li vir ji bo Jîna Emînî ku ji hêla rejîma desthilat ve bi zilm hatiye qetilkirin kom bûne. Em vê kiryar û sûca li dijî Jîna Emînî şermezar dikin. Ola îslamê olekî adil e û tu qanûnên binpêkirina mafên jinan erê nake. Berovajiya wê rêzê li jinan digire û hemû mafên wan dide. "