Li Stockholmê konferansa 'Jin Jiyan Azadî' dest pê kir

Li paytexta Swêdê Stockholmê bi beşdariya bi sedan jinan konferansa "Jin Jiyan Azadî" ya ku wê 2 rojan bidome, dest pê kir.

Konferansa "Jin Jiyan Azadî" ku li ser berxwedana jinên Îran û Rojhilat tê lidarxistin, li paytexta Swêdê Stockholmê bi beşdariya bi sedan jinan dest pê kir. Di konferansa ku bi pêşengiya KJAR’ê hat lidarxistin, RJAK a Kurd, Tevgera Jinên Komunîst a Îranê, Kolektîfa Femînîst a Îranê, Komala Jin, Meclîsa Jinê ya Amara, akademîsyenên jin û hunermend amade bûn. Konferansa ku tê de çalakiyên "Jin Jiyan Azadî" û qonaxa niha ya têkoşîna jinê tê nîqaşkirin, wê 2 rojan bidome. Konferans bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Axaftina vekirinê ya konferansê ji aliyê Seroka Koordînasyona Ewropayê ya KJAR'ê Meyrem Fethî ve hat kirin. Meyrem Fethî diyar kir ku di ser qetilkirina Jîna Emînî ji aliyê dewleta Îranê ve salek û nîv derbas bûye û got ku nerazîbûna jinan ên li hemberî vê komkujiyê li hemû cîhanê belav bûne û bandoreke mezin kirine.

Meryem Fethî da zanîn ku zilm û zordariya bi hezaran salan li ser jinan tê meşandin bi têkoşîna jinan hate şikandin û wiha got: “Sala borî hemû cîhanê dît ku pergala ku ji aliyê zîhniyeta serdest a zilam ve hatiye afirandin û zilmê li jinan dike hat hejandin. Piştî ku jina Kurd Jîna Emînî ji aliyê Îranê ve hat qetilkirin, serhildan û berxwedana 'Jin Jiyan Azadî' dest pê kir. Ev berxwedan hê jî didome. Der barê vê berxwedanê de heta niha gelek panel û konferans hatin lidarxistin. Armanca vê konferansê ew e ku jin li ser bingeha vê berxwedanê rê, helwêst û polîtîkayên xwe yên taybet derxînin holê. Jin bi vîna xwe vê diyar dikin. Piştî berxwedana jinên Kurd û Îranî li Belûçîstanê jinan çawa bi ser ketin, alternatîfên jinan çi ne, ji bo parastina encam û destkeftiyên vê berxwedanê divê çi bê kirin. KJAR helwesta xwe ya ji bo azadî û aştiyê li Kurdistan, Îran û Rojhilata Navîn eşkere dike. Beşdar û axaftvan dê li ser vê mijarê nêrînên xwe bînin ziman. Em ê bi hev re li bersiva van pirsan û helwesta xwe bigerin. Careke din hemû şehîdan û jinên di destê dagirkeran de hatine qetilkirin bi rêzdarî bibîr tînim.”

STRANA JI BO SAKÎNE CANSIZ

Piştre hunermenda swêdî Stina Bonges axaftinek kir. Stina Bonges ku bi silavkirina têkoşîna jinên Kurd dest bi axaftina xwe kir, komkujiyên li Parîsê li ser jinên Kurd hatin kirin bi bîr xist û destnîşan kir ku yek ji kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê Sakîne Cansiz ku di Komkujiya 1’emîn a Parîsê de şehîd bû, bû sembola têkoşîna jinê. Stîna anî ziman ku dema bihîstiye ku Sakîne Cansiz li Parîsê hatiye qetilkirin gelekî bandor bûye û got ku wê stranek li ser Sakîne Cansiz çêkiriye û behsa bandora ku li ser wê kiriye, kir.

Stîna Bongens strana ku ji bo Sakîne Cansiz çêkiribû li salonê got û kêliyên hestiyar hat jiyîn.

Di beşa yekem a konferansê de panelek bi sernavê “Têkoşîna jinan di dîroka Îran û Rojhilatê Kurdistanê de” hate lidarxistin. Panela ki moderatoriya Şîwa Qelbazî kir,  ji Weşanxaneya Peter Lang a Elmanyayê Dr. Shahîn Nawaî li ser berxwedana jinan a di serdema şahê Sefewiyan de axivî. Dr. Shahîn Nawaî diyar kir ku di metnên kevnar de jin çawa hatine teswîrkirin û li ser avakirina yekemîn civakên jinan li Îran, Belûcistan û Rojhilatê Kurdistanê û dîroka çalakiyên femînîst de agahî da. Shahîn Nawaî bal kişand ser têkoşîna jinan a li dijî pergalên feodal û têgihiştina tundiya ku di 200 salên dawî de ji aliyê sîstemên dewletê ve hatiye afirandin û destnîşan kir ku têkoşîna jinan tevî hemû zextan jî bi pêş dikeve.

Panel bi axaftina Farîba Balûc dewam dike.