'Tundiya darazê ya li ser jinê wê bi têkoşînê were şikandin’

Konferansa 'Zincîra Bêdengiyê' ya ku TJA'yê li Amedê organîze kiribû roja ewil bi dawî bû. Di axaftinan de hat gotin ku her ku tevgerên jinan civakî dibin, tundiya darazê jî zêde dibe.

Roja yekem a Konferansa Tevgera Jinên Azad (TJA) a bi navê “Zincîra Bêdengiyê: Rûxandina Dîwarên li Dora Girtiyên Siyasî”, bi rûniştina "Di darizandin û girtinên siyasî de hiqûqa neteweyî-navnetewî" bi dawî bû.

DIANA RESTREPO RODRÎGUEZ: DIVÊ EM TIRSÊ JI SER XWE BAVÊJIN

Di rûniştina bi moderatoriya parêzer Ruken Gulagaci de, parêzer Dr. Diana Restrepo Rodrîguez mafê axaftinê wergirt. Parêzer a ku bi rêya Zoomê beşdarî rûniştinê bû bal kişand ser derketina tirs û zindanan. Rodrîguez qalanberxwedana girtîgehên Amerîkaya Latîn kir û got ku li Rojava jin bi awayekî qanûnî bi mêran re wekhev nayên dîtin. Rodrîgûez, anî ziman ku li Amerîkaya Latîn bi awayekî hiqûqî jî axaftina li ser jinê weke sûc tê dîtin û got, “Li cîhanê hemû êşkenceyan pêşî li ser jinan bi kar tînin. Dema bi ser ket, li girtîgehên li ser mêran jî bi kar tînîn."

Rodrîguez bal kişand ser bêhiqûqiya li girtîgehan û wiha got: "Bêdengî tenêtiyê diafirîne. Tirsê xurt dike. Ev jî dibe sedem ku em biryarên îxanetê bidin. Pêşî divê em rêya rast bibînin. Her wiha divê em ji bîr nekin ku bêdengî dikare têkeve her cureyî. Ev parçeyek xapandin û asîmîlasyonê ye. Me dixe nava têkoşînên bêwate. Ji ber vê yekê divê em bêdengiyê ji holê rakin. Weke jin em cezayê ji holê ranekin, em azad nabin. Divê em li ser tirsê bi ser bikevin. Jin jiyan azadî."

LI FÎLIPÎNÊ ÇALAKVAN WEKE TERORÎST TÊN NÎŞAN DAN

Parêzer Marîa Krîstîna Contî daxuyand ku li ser jinên Fîlîpînî yên ku bi qanûnê re pirsgirêkên wan hene. Marîa Krîstîna Conîi anî ziman ku li Fîlîpînan sîstema Îspanyayê dewr girtine. Marîa Krîstîna Contî li ser mînakên cihêkariyê yên jinan di qanûnan de cih girtine rawestiya û çîrokên jinên ji ber sûcên cuda hatine girtin nîşan da. Marîa Krîstîna Contî bal kişand ser qanûna têkoşîna li dijî terorê ya li Fîlîpînê û got, "Kesên ku li dijî hikûmetê be, weke çalakvan, çalakvanê komunîst û komunîst weke terorîst tê nîşandan." Parêzer, bal kişand ser girtiyên ku li girtîgehan welidîne û wiha domand: "Divê em zextê li saziyan bikin. Dibe ku ev zext bibe sedem ku hin girtî serbest bên berdan. Ji ber vê yekê Jin jiyan azad."

LI GIRTÎGEHAN JI SEDI 70 JINÊN KATALANÎ BI TUNDIYA ZAYENDÎ RÛ BI RÛ DIMÎNIN

Parêzera Katalan Altemira Guelbenzu Gonzalo jî li ser înternetê beşdarî konferansê bû. Altemira Guelbenzu Gonzalo bal kişand ser parastina jinên ji doza Katalonyayê hatin girtin û got ku xwepêşander hene ku 11 sal cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn. Altemira Guelbenzu Gonzalo dîsa bal kişand ser girtiyên kuji ber gelek çalakî û protestoyan hatine cezakirin û got, "Li gorî nêrîna min girtîgeh cihê êşkence û êşê ne. Tişta ku tê serê jinên di girtîgehê de ji bo gelemperiyê kêm girîng e. Girtîgeh baviksalarî ne. Hewl serê girtiyên jin bitewînin û wan bînin asta îteatkirinê."

Altemira Guelbenzu Gonzalo diyar kir ku şert û mercên xirab ên girtîgehan kesên li hundir nexweş dikin û wiha domand: "Ji sedî 70'ê jinên li girtîgehê bi tundiya zayendî re rû bi rû dimînin.” Gonzalo anî ziman ku girtîgehên femînîst jî hatine avakirin û got, "Divê em bi hev re cîhaneke ku êdî girtîgeh lê tune bin ava bikin."

‘HER KU TÊKOŞÎNA JINAN MEZIN DIDE, TUNDIYA DARAZÊ DIJWAR DIBE’

Di dawiyê de endama Komeleya Hiqûqnasên bi bo Azadiyê (OHD) parêzer Ebru Akkal axivî. Ebru Akkal da zanîn ku dema ew li 40 salên dawî yên Tirkiyeyê dinêrin, bi awayekî sîstematîk çewisandina darazê li ser jinan dibînin û got, "Her ku tevgerên jinan civakî dibin û em dibînin ku têkoşîna jinan mezin dibe, em dibînin ku tundiya darazê jî zêde dibe."

Ebru Akkal da zanîn ku li Tirkiyeyê girtina bi hezaran çalavanên jin, krîmînalîzekirina hevserokatiyê nêzîkatiya hikûmetê ya li hemberî jinan radixe ber çavan ûwiha pêde çû: “Girtina saziyên jinan ên li rêveberiyên herêmî û girtina çalakvanên jin, nêrîna AKP-MHP'ê ya li ser jinan nîşan dide. Me dît ku jin li qadên wekî TJA, KJA, DOKH, Komeleya Jinan a ROSA'yê li ber xwe didin. Hemû bi hinceta beşdarî meşên 8'ê Adarê û 25'ê Mijdarê bûne, protestokirina komkujiyên li ser jinan û parastina hevserokatiyê tên sûcdarkirin.”

Akkal diyar kir ku di dosyeyên dozê de şahid û bersûcên jin jî jiyana wan a taybet tên pirsîn û diyar kir ku li hemberî parêzerên jin nêzîkatiyeke cuda heye. Akkal anî ziman ku jinên Kurd di dozên xwe de li ser têkoşîna jinan parastinên girîng kirin û dosyayên dawî yên TJA û Kobanê mînak dan. Akkal serpêhatiyên Garîbe Gezer a di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da nirxand û bal kişand ser rewşa girtiyên ku serbest nayên berdan.

Ebru Akkal anî ziman ku bi cezayên dîsîplînê yên dawî re înfaz hatin şewitandin û 'mafê hêviyê' jî nayê dayîn û got, "Ev pêvajo wê bi têkoşînê bi ser bikevin."

Roja yekemîn a konferansê bi axaftina parlamentera Amedê ya DEM Psrtiyê Ceylan Akça bi dawî bû.

Konferans wê sibe di roja duyemîn de berdewam bike.