Rûyê koçberiyê: Jin

Rûyê koçberiyê: Jin

Neteweyên Yekbûyî da xuyakirin, ku nîvê 214 mîlyon penaberên navnetewî, ji jinan pêk tê.

Dîrektorê Fona Şêniyan a Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) Babatûnde Osotimehin, vê guherîna di koçberiyê de bi van gotinan formule dike; „Penaberî xwedî rûyekî ye, ev rû jî rûyê jinê ye.“ 

Li gorî daneyên dawî yên di sala 2010’an de hatin weşandin, li gelemperiya cîhanê zêdeyî 214 mîlyon penaber hene û ji sedî 49’ê wan jin e.

Li welatên „pêşketî“ tên dîtin, ev hejmar mêran derbas dike û dibe ji sedî 51,5 ê nifûsa penaber a navnetewî.  Li welatê „bi pêş dikeve“ jî ev hejmar dibe ji sedî 45,6.

HERROJ 100 JIN KOÇÎ DYE DIKIN

Li gorî nûçeya Fransî Le Monde Osotimehin da xuyakirin, ku li gorî daneyên Migration Policy İnstitute, her roj 100 penaberên jin diçîn Dewletên Yekbûyî yên Emerîka. Ev hejmar ji bo mêran, 96 e.

Hat ragihandin, ku welatên Efrîka û Ereb jî, herî kêm penaberên jin dibînin.

JI SEDÎ 70’YÎ NIFÛSA CÎHANÊ DÊ LI BAJARAN BE

Penaberî, bi tenê ji koçberkirina jinan pêk nayê, di heman demê de temenê mirovên koç dikin jî her diçe biçûk dibe.

Osotimehin diyar kir, ku ji sedî 12’ê penaberên navnetewî ji ciwanên di navbera 15 û 24 salî de pêk tê.

Osotimehin dide zanîn, ku hejmara penaberan di nava 20 salên dawî de ji sedî 40 zêde bû û bal kişand ser daxuyaniya wezîre berê yê Nîjeryayê ku digot, „Heta sala 2050, ji sedî 70’yî nifûsa cîhanê wê li bajaran bijîn.“

Li gorî Le Monde, gava jin koçî derveyî welat dike, bi mêrê xwe re derdikevin an jî ji bo biçin gel mêrê xwe dikevin ser rê.

Mudureya rêxistina civakî ya sivîl a bi nave Equality Now a li New York’ê Lauren Hersch da xuyakirin, ku her sal 800 hezar kes dibin mexdûrên bazirganiyê û ji sedî 80’yî van jin in.