Ronahî Serhat: Jin û civak di asta şoreşê de ne

Endama Meclîsa PAJK'ê Ronahî Serhat ji JIN TV re axivî û destnîşan kir ku hêzên şoreşger hemû divê projeyeke nû destnîşan bikin. Ronahî Serhat got, "Em ji vê re amade ne û ji bo vê têdikoşin."

Endama Meclîsa Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK) Ronahî Serhat tevlî bernameyeke JIN TV bû û bersiv da pirsên rojnamevan Arjîn Baysal. Hevpeyvîna bi Ronahî Serhat re bi vî rengî ye:

Di nava şert û mercên Şerê Cîhanê yê 3'yemîn de gelo derfetên şoreşa jinê heye?

Di destpêkê de tevahiya milîtanên YJA Starê silav dikim ku hêviyê mezin dikin. Her wiha li pêşberî jinên şoreşger ên cîhanê ku di vê têkoşînê de berdêl dane, berxwedaneke dîrokî kirine û mîratreyeke şoreşgeriya jinê afirandine, bejna xwe ditewînim.

Bi rastî jî mijareke gelekî girîng e. Mirov dikare bibêje ku bi destpêkirina sedsala 21'ê re ev mijar hîn zêdetir tê nîqaşkirin û bû mijarek sereke. Beriya ku mirov qala van pêşketinên jinan bike, pêwîste teybetmendiyê sedsala 21'ê werin zanîn. Bêguman ji ber em tevgera azadiya jinê ne ji bo wê dibêjin wê sedsala 21'ê wê bibe sedsala azadiya jinan, ya jî jin wiha dixwazin, ev ne fikrekê îdealîste. Ya jî ne utopyayeke, rastiyek wê ya pir xurt û bingehîn heye. Ya girîng ew e ku mirov vê yekê bibîne. Eger rastiya vê yekê têr û tijî nebûya wê tenê weke xwestekek mabûya û di pirtûkan de tenê bi awayekî teorî bihata ser ziman. Gava em qala sedsala 21'ê dikin, niha merheleya dawî ya modernîteya kapîtalîzmê ye. Modernîteya kapîtalîzm di nava krîzeke cidî de ye. Ev merheleya dawî jî fînans kapîtal e, ango ya dawî ye. Kesên ku dibêjin dawiya sosyalîzmê hat, berevajî wê dawiya kapîtalîzmê hatiye. Li seranserê cîhanê li her derê û di nava civakan de krîzên pir cîdî hene. Di roja me ya îro de yek ji krîzên herî girîng jî ya aborî ye. Bê karî û feqîrtî zêde bûye. Krîza ekolojîk zêde bûye, krîza avê her diçe zêdetir dibe. Êdî civak nikare vê siyaseta modernîteya kapîtalîzm ya ku li ser civakê dide pêkanîn tehemûl bike. Zexteke pir zêde li ser civakê heye. Heman demê berhemên hemû civakê dadiqurtîne. Ev krîza ku di asta cîhanê de diqewime ne dem kurtî ye, demdirêjiye û di bingehê de dihejîne. Ji ber vê yekê niha gelek welat heye ku ji bo ji vê krîzê baş derkeve, nehilweşe, derbê nexwe hewil didin xwe li ser linga bigrin. Bêguman hêzên netew dewlet wiha nêz dibin. Hêzên hegemonîk jî hîn zêdetir projeyên kûrevî datînin holê. Ji bo ku xwe ji nû de çêbikin niha giraniya xwe dane Rojhilata Navîn, di Rojhilata Navîn de jî Kurdistan heye û navenda wê jî jin e. Ev krîza ku ewqasî gerdûnî bûye êdî nikare weke berê bi hin tedbîran re nikarin bersiv bidin. Ya jî bi hin reforman re. Heman demê tenê bi herêmekê re sînordar bimîne jî nikare bibe bersiv. Modernîteya kapîtalîzmê lingên ku xwe li ser ava kir weke endûstriyalîzm, netew dewlet û modernîteya kapîtalîzm jî bi xwe hemû di nava krîzê de ne. Lingên wê yên esasî êdî nikarin temenê xwe dirêj bikin. Cardin bi hinek siyaset, çand û hunera xwe ya xapînok û sexte re, bi projeyên cuda, bi rêya medyayê re, nikarin serweriya xwe li ser civakê bidin meşandin.

Netewe dewlet û endûstriyalîzm lingê vê paradîgmayê ye, êdî ev hildiweşe û xitimî ye. Wê demê êdî nikare bi hin projeyên dem kurtî paşeroja xwe ronî bike. Di bingehê de hilweşandin û fetisandin heye. Wê demê pêwîstî bi paradîgmayeke nû heye. Ev paradîgma jî xwe dispêre rastiya jinê. Eger ku bi pêşengtiya fikrê jinê û bi pirsgirêka azadiya jinê re dest danîne ser vê krîzê, ne gengaze çareser bibe. Dibe ku hin tedbîran bigrin, reform û restore jî çêbikin lê wê ev krîz çareser nebe. Ji bo vê yekê jî rastiya sedsala 21'ê ew e ku di hêla paradîgmayê de guhertinen bingehîn çêbike. Kesên şoreşger û azadîxwaz pêwîste wiha berê xwe bidinê. Di sedsalên derbasbûyî de raperînên ku çêbûyîn jî dikarîn guhertinan çêbikin. Raperînên ku di sedsalên derbasbûyî de çêbûn di asta cîhanê de bû. Wê demê jî dikarî bibe, çima nebû, ji ber çîna burjûvaziyê xiyanet kir û dest danî li ser şoreşa civakan. Di wê demê de jî çîna karkeran, cotkar, gel û mirovê gundî û jin hemû serî rakirin. Ji derveyî hêzên desthilatdar tevahî civakê serî rakir. Lê di rastiya xwe de bername kêm bû, serkêşî kêm bû, stratejî û taktîk kêm bûn, ji bo wê her çiqasî di dema xwe de serketî jî bû lê mayînde nebû. Jin jî di nava van raperînan de hebû lê ne amade bû. Di hêla xwe rêxistinkirinê de, di aliyê bernameyê de amadekariyek tune bû. Ji ber vê yekê di wê demê de ew derfetê heyî dest ji jin û gelan çû. Êdî modernîteya kapîtalîzmê di merheleya xwe ya dawî de ye. Piştê fînans kapîtal wê çi merhele were? Nîne, encex dikarin netew dewletên hişk hinek nerm bikin, otokrasiyê nerm bikin, cardin di bin navê azadiya mafê jinan, gelan, demokrasî de gelan bikşînin aliyê xwe, heya ku projeyên xwe bi cih bikin. Niha li hemberê tevgera me ya azadiya jinê vê yekê dide meşandin. Bi destê faşîzma Tirk di hêla leşkerî de me îmha bike, NATO ji bo vê yekê piştgiriyê dide. Îmha û tasfiye bike û vê polîtîkaya xwe li her deverê dide meşandin. Erê, li Rojhilata Navîn ev zêdetir kur e lê ji Ewropayê heta her derê polîtîkayên neoliberalîzm li hemberê tevgera jinan û gelan tedbîrên pir hişk têne meşandin. Li ku derê dema gel li hember zam, bêkarî, birçîbûyîn û siyaseta desthilatdariya heyî radibin û vê yekê protesto dikin bi êrişên pir hişk re rûbirû dimînin. Êdî projeyên hêzên kapîtalîzm, refah û sosyal dewletê têk çûn. Êdî nikare civakan bêdeng jî bike. Êdî di vê merhelê de yek nakokî heye ew jî li hember tevahî desthilatdariyan, nakokiya civakan heye. Êdî ev yek bûye rûbirû û navber jî nemaye, civak li hember desthilatdaran bi nakok e, li ser piyane, nakokiya jinê ya li hember tevahî pergalê teqiya û li ser piya ye, heman demê de rûbirû ne. Êdî şêwazê wan ,ê derew, li ser girtin, berevajî kirin, xapandin têrê nake. Her tişt eşkere ye. Ji ber vê yekê pêwîste tevahî hêzên şoreşger projeyekê nû ya rejîmeke siyasî dayne holê. Em xwediyê vê ne û têkoşîna vê yekê didin meşandin. Ji ber vê yekê şerê ku li çiyayên azad ji hêla gerîlayên YJA Star-HPG ve tê meşandin ne tenê şerê Kurd û Kurdistanê ye. Ev şer şerê parastina mirovahiyê û jinê ye. Pêwîste her kes vê yekê bibîne. Em dixwazin ev rastî hîn zêdetir baş were fêmkirin. Eger ku em têbikoşin, di bername û stratejiya xwe de şaşitî nekin, di hêla polîtîka û rê, rêbazên wê de şaşitî nebe, kêmasî dernekeve holê, bêguman ev yek tenê bi me re jî girêdayî nîne, tevahî hêzên şoreşger ên jin û gelan vê yekê bibîne û bêguman dîtin jî heye, wê demê em dikarin sedsala 21'ê bikin sedsala azadiya jinê. Tenê yek navê vê demê heye, ew yek jî şoreş e, ango wexta şoreşê ye, azadî û guhertinê ye. Tevgera me jî di vê hêlê de pêngavek da destpê kirin, lê me fêm kir ku navaroka xwe hinek sînordar dimîne. Ango di cîhanê de şoreşekê kûrevî pêwîste, çawa ku şoreşa di sala 1917’an de tevahî cîhanê nava xwe de hewand, niha jî ew merhele ye. Tevahiya jin û civak di nava merheleya şoreşê de ne. Ev xebat û pratîka me ve girêdayî ye. Eger ku em wisa nekin wê hêzên hegemonîk dest daynin ser, wê bêxin malê xwe, bifetisînin, tasfiye bikin û bi pêngavên nû cardin xwe saz jî bikin. 

Ji bo jinan pêwîstî bi kîjan rê û rêbazên têkoşînê heye?

Belê, girîng e ku em bi hemû amûrên wê li ser rastiya kapîtalîzmê bisekinin. Hem paradîgma, hem amûrê wê, hem siyaseta wê di her alî de eger baş fêhm nekin, wê demê wê amedekariyên mirovan kêm be. Eger giraniya xwe bidî aliyekî wê aliyê din vala bimîne, divê yek qat vala nemîne ango teorî, pratîk, têkoşîn, şoreş avakirin bi hev re were meşandin. Çiqas xebatên zihnî ewqas pratîk, çiqas pratîkek şoreşger aliyê çalakî de çalak bûn ewqas jî avabûn ango înşa pêwîst e. Zihn, çalakbûn û înşa divê bi hev re were meşandin, divê yek ji yekê qut nebe an jî têkoşîna ku leşkerî ya didî meşandin divê polîtîkaya te ya di aliyê civakî de vala û kêm nemîne. Çiqas giraniya xwe didî siyasetê divê di çand, çapemenî, aborî, xweparastin kêm nemîne, her tişt bi hev re ye. Niha li kapîtalîzmê em binêrin di tengezariyê de çi dike, çawa dike? Ji bo viya dîrokê baş xwendin girînge, cardin em hemû kesên bindest winda nekin. Niha kapîtalîzm dema merheleya xwe ya tîcaretê di sedsala 15'an heya 18’an de da rûniştandin. Li beramberî wê nerazîbûneke pir cidî bûn, xwepêşandan, red kirin, nerazîbûn pir cidî derket holê. Wê demê em dikarin çi encam derxin, kapîtalîzm wisa bi rehetî xwe bi cih nekir, li beramberî wê her tim nerazîbûna gelan çêbû, nerazîbûna karkeran çêbû, nerazîbûna gundî, xwandevanan, jinan û herkesî çêbû. 

Lê çima encam negirt?

Bernameya xwe ya ku bersiva vê bide, Marksîzm manîfestoya sosyalîzm, komunîzm nivîsand ji bo bersiv bide. Derketinek paradîgmayî û heman wextî ji bo dereng nexe şoreş çêkir, şoreşa sosyalîzm çêkir û wiha bersiv da. Ji bo wê yekê 150 sal ajot, ev yek nekêm e, piştre çima winda kir, hîna tê nîqaş kirin. Serok APO jî rexneya vê kir, yên Marksîst jî niha ji bo xwe rexnedayîn didin. Hîna ew rexnedayîn çiqas tespîtên rast in, kêm in ew şîroveyek cuda. Em werin destpêka sedsala 19’an şoreşa pîşesazî çêbû, kapîtalîzmê xwe li ser şoreşa pîşesazî cih kir, xwe belav kir, xwe sîstem kir. Baş e ev jî bi rehetî ajot, na. Em binêrin wê di belavbûna kapîtalîzm de welatan dagir dikir, mêtîngeriya tam û nîv, dagirkerî da meşandin. Viya ya Cezayîr kîjan hêzên emperyalîst bi xweve girêda bû, Hindistan bi Îngîltere ve girêdabû her cihî nav xwe de parve kiribûn. Niha di sedsala 19’an de hem şerê cîhanê yê yekem çêbû hem jî şerê cîhanê yê duyemçêbû. Çima çêbû? Ji ber ku krîzeke mezin di hindirê xwe de jiyan dikir, hem ji bo mijara parvekirinê û hem jî tenê mirov bêje navbera giştî cîhanê cardin parve bikin sîstem çawa di hindirê xwe de heman wextî bi krîzan re rû vedide viya her tim wek şer derket holê. Niha giştî li beramberî wê jî têkoşîn çêbûn, raperînên mezin çêbûn. Niha ev krîz em nav lê dikin ger ku destilatdar, hemû civak, sîstema zayendperest û baviksalar viya hemû li beramberî jinan bi nakok in wê demê divê bernameya mirov li gor viya çêbibe, stratejiya mirov jî li gor viya çêbibe. Ev yekbûnek mezin dixwaze, hevgirtinek cidî dixwaze, rêxistinbûnek pir cidî dixwaze. Niha va jinan viya nîqaş dikin, wek milîtanbûna tenê şoreşgertî yan têkoşîn kirin na, milîtanbûna femînîzm nîqaş dikin, ev nûbûn e û gavên pir baş in. Tenê aktîvîst û tevgerên sendîkal bi wan tenê ve çênabe, dixwazim vê jî bêjim. Niha rolekî têkoşîna sendîkayî heye mirov viya bêwate bike ne di cih deye,  ger tenê zam protesto bibe yan muçe zêde be yan hinek şert û mercên jiyana xwe baş bike ev yek naçe serî. Ji bo wê yekê mirov tenê têkoşîna ya sendîkal an jî pêşengtiya proleterya, giştî cîhan wê rizgar be wek paradîgmasyî rastiya heyî de naçe serî. Eger mirov bêje têkoşîna rizgariya neteweyan ve em ê sîstemê biguherîn niha ew jî naçe serî. Wê demê kîjan hêzên pêşeng dimîne. Ne ku pirsgirêkên azadiya Filistîn nîne em qala wiya nakin yan azadiya neteweya Kurd bindeste bêguman têkoşîna vê jî pêwîste. Lê pêşengtiya azadiya jinê dikare pergaleke nû saz bike. Li gorî vêna mêze kirin û stratejî çêkirin pêwîste.

Wekî tevgera jin a Kurd hûn bi mîsyona pêşengtiyê radibin. Girîngiya pêşengtî di şoreşa jinê de çi ye?

Dema teoriya mirov ne rast be pratîk viya jixwe derdixe holê ku ne raste, wê demê mirov direng dimîne û her tişt ji dest diçe. Ji ber wê yekê eger mirov wiha dane ev hemû pirsgirêk, tengasî, krîz li Rojhilata Navîn jî kaos, wek şerê cîhanê ya sêyem diqewime. Eger niha bingehê vê sedemê, bingehê vê paradîgma kapîtalîzm çawa xwe saz kir, hêz kir divê mirov viya tu caran nedane kêlekê. Di tebeqa yekem de çi heye; Kolekirina jinê heye. Ser wê re sîstema zilam a otorîter, hiyerarşîk xwe da rûniştandin. Vana bi kîjan modelê ve xwe dan rûniştandin, netew-dewlet ve xwe dan rûniştandin û wekî din çi kir şaristaniya kapîtalîzm çêkir vana hemû bi giştî çandek, sîstemek, rejîmek çêkirin. Niha ji bo ku alternatîfa wê tam alternatîf be wê demê em ê kevirê yekem ji binî de bikişînin ango ji azadiya jinê destpêkin wê demê koletiya jinê wê kevirê binî de bikişîne hildiweşe. Pêşengtî ji bo viya bibîne û ser viya têkoşîn bide dibe pêşeng. Nexwe çiqas mirov bedel bide jî, were girtin, ewqas berxwedanî bike, şehadet çêbin, şehîd çêbin di bedeldayînê de tu caran texsîrek nîne. Rastî dîrokê zanîn pir girîng e, koka herî mezin û esasî ye. Çawa ku kapîtalîzm di sedsala 16’emîn de derket wek dîrok nav lê dike, em lê binêrin sedsala 16’emîn heta 20’emîn civak û gelan li ber xwe dane. Bixwazî wek netewek, wek gelek, wek proleterya, wek jin, wek ekolojîk hemû li ber xwe dane, tu caran bêdeng nesekiniye anha em di sedsala 21’an de ne jî niha jî berxwedanek pir cidî heye. Em jî dixwazin rojane van salên nêzîk wek di sedsala 21’ê de çi qewimî berçav re raxînin baş dibe. Lê vana hemû sîstemeke nû ava bibe, sîstemeke demokratîk, azadî ava bibe projeya demokratîk komfederalîzm parastin û ji bo wêna têkoşîn kirin, ava kirin pir girîng e. Niha wek tevgera jinê viya niha hemû tevgerê jinên din jî bi rastî viya nîqaş dikin, ji xwe em li ser vê stratejiyê kar dikin, têkoşîn dikin. Pirsgirêkên jin giştî civakê eleqeder dikin, pirsgirêkên civakê giştî jinan eleqeder dike. Niha tenê pirsgirêkên jin bi jinê ve sînordar bimîne, pirsgirêkên giştî dervey ên xweser tenê yên jin, zextên li ser jin va tenê tu têkoşîn bidî meşandin, giştî hemû aloziya civakê, pirsgirêkên civakê re xwedî derketin sekna vê demê şoreşgerî dixwaze. Ne wiha be ne gengaze ku serkeve, hem rastiya pirsgirêkên jin bi rastî wiha ye ji bo wê yekê serkêşiya jinê ve hemu hêzên bindest îtifaqa vê şoreşê ne. Bi hevre ango çi berxwedana sendîkayî, çi xwendevan, çi ekolojîst, çi anarşîst, çi antî-kapîtalîst, proleterya vana hemu li beramberî kapîtalîzm blokeke nû, cepeyeke nû ango li hemû derê cîhanê de ser vê hatina gel hev de seknek wiha stratejîk wê bigihije encamê. Şoreşgertiyek wiha dixwaze, di vir de şoreşgerî ango têkoşînek pir xurt, rêxistinbûnek pir şidayî dixwaze. Nexwe têkoşîna anarşîstan jî ne kêm bû, teoriya wana têkoşîna wana lê bes bername û rêxistinbûnê de kêmbûn hebû. Ya femînîstan ya ekolojîstan mînak anha sîstema hegemonîk hemûyan difetisîne, niha em binêrin di sedsala 21’'ê de li ruxmê ku ewqas krîza ekolojîk heye, tevgera ekolojîk bi bandor e, na. Ka tevgerên ekojîk, ne bi bandorin. Di 90’î de çima bi bandor bandor bû, niha hêdî hêdî difetisîne. Li Kurdistanê ne tenê li Kurdistanê lê ji ber ku şerekî pir dijwar li wir diqewime, li ser hev hemû çekên qedexe, nukleer, kîmyasal didin karanîn. Her roj HPG daxuyanî dide, wê demê hêzên ekolojîst, tevgerên ekolojîst çi dibêjin, ev yek ne di agahiya me de ye, wiha opurtunîst bibe têk biçe wê demê gel nû ve tevgerên rastî, radîkalîzm dixwaze. Ev merhele hemû derdixîne holê, rêya opurtunîzm ve rê nade, reforma re jî rê nade yê wekî din tu siyasetê de, reform giştî redkirinek giştî redkirin qala wê nakim yan giştî li yekkirin nabe qala wê nakim. Lê rastî wisa eşkere ye ku her tişt radîkal şoreşgerî be. Hem derûnî, hem bername, hem sekin şoreşgerî be wê demê dixwaze ev bibe şêweyê jiyanê, ne car bi caran têkoşîn kirin, zanabûn û pêşengtiyek wiha dixwaze. Em jî bi têkoşîna xwe ve dixwazin erkê xwe yê dîrokî pêk bînin.

Hûn sekin û şoreşa jinên cîhanê çawa dibînin?

Li hember mezinbûyîna krîzan, protesto jî zêde dibe û heman demê alternatîfa wê jî bi hêz kiriye. Krîz ewqasî kur e û li her deverê heye û di asta awarte de ye. Lê, di asta awarte de jî bersivê xwe dibîne, ev hêviyek gelek mezin e. Di sala 2010’an de 13 welatên Ereb li hember otokrasiya Ereb serî rakirin, vê yekê jinan pêk anî. Cardin di sala 2016’an de li Polonyayê li 60 bajaran 6 mîlyon jin tevlî grevê bûn. Cardin li Arjantîn li hember tundî û krîzên aborî rabûn ser piyan. 2018’an de li Spanyayê 6-8 mîlyon jin ketin grevê. Li Swîsreyê 4 mîlyon jin ketin grevê. Li Meksîkayê hema bêje ji sedî pêncî û sisê çûn grevê. Cardin li Şîliyê mîlyonek jin tevlî grevê bûn. 2017’an li Emerîkayê nîv mîlyon jinan Trûmp protesto kirin. Cardin Suudî Erebîstan, Îran, Hindistanê derketina Ereban çêbû. Li Kurdistanê jî weke jinên Kurd, tevgera azadiya jina Kurd û civaka Kurd qet nesekinî ye. Li Arjantînê jinan civîna xwe ya 33'yemîn  çêkirin. Ev gelekî girîng bû. Li Frankfurtê çêkirin, konferansa Rojhilata Navîn çêkirin, lêgerînek pir ciddî heye. Evne ji bo me ji peyaman dide. Ya yekem tevahî jin li hember pergala zayendperestî serî rakirin. Êdî ev nakokî nikare were nermkirin. Ya duyemîn jî li hember pergalê ye. Di nava jinan de lihevhatinek heye. Her çiqasî birdozî, siyaset, nêrîn û partî cuda be jî lê ev cudabûyîn ji bo hevgirtina wan nabe asteng. Ev destkeftiyek gelek girînge. Jin li hember pergalê gelek bi hirse, bi kîne, tinê bi cihekê re sînordar na mîne li Rojhilata Navîn destpê dike, derbasî Ewropa dibe wir derbasî cihekêdin dibe. Bi hevre parelel destpê dikin û di meşin. Cardin pêşketinek teorî û pratîkî heye, heman demê de çalakî jî heye. Di van hemû xwepêşendanan de ev bi hevre tê meşandin. Di bingeh de lêpirsînek pir ciddî heye. Li hember vê yekê zext jî heye. Dema hêzên hegemonîk nikarin civakê bêxin dibin venêrîna xwe de, serweriya xwe li ser wan dibe çêkirin û civakê bidin meşandin wê demê zext zêdetir dikin. Dibe ku ev yek ji henkesan re nakokî were, di aliyekê de hêzên alternatîf, hêzên anarjîst, femînîst, tevgerên çandî, hêzên dijberê pergalêne dibe ku hemû bi hevre weke eniyekê bi hêz nebe lê hev temam dikin. Wê demê çima di hilbijartinê de partiyên rastger yên otokratîk, faşîst dibin serdest. Ev hêzane berbi winda kirinê ve bi zêdekirina zext ve tevahî amorên têkoşîn û demokrasiyê ji destê civakê digrin. Bi zextê ve xwe dikin desthilatdar. Niha li Tirkiyê hemû rojev li ser hilbijartinên îsale. AKP jî ketiye telaşê de ji bo ku cardin hilbijartinê de ser bikeve di serî de li ser jinan û li ser tevahî civak zext dide meşandin û qadên têkoşînê di fetisîne. Ewqasi beredayî, bêrûne û tolazin bi xwe ser desthilatdariyê ne, soylu bi riya qanûnê zextê çê dike, bi riya polîsên xwe zextê çê dike, kî xwepêşandan bikin, gotinek parve dike digre vê yekê bi tevah hêzên dewletê re dike ev yek têrê nake, kolanan jî dest ji jin û civakê girtiye. Çûne çend malbatan bi destê xwe rêxistin kirine di kolanên de li hember HDP radikin. Ewqasî bê nîjadin. 22 sale desthilatdarî û faşîzma AKP-MHP bi destê çeteyên xwe şer kûr dike. Ji bo şer kûr bikin tevahî aboriya xwe ji bo şer di razêne. Ji bo cardin xwe bêxe di hilbijartinê de û têk neçe, tevahî amorên aîdê gelane ji destê wan digre û desthilatdariya xwe bikartîne. Ji ber vê yekê pêwîste tevahî jin, ciwan, xwandevan bi rihê şoreşa 1968’an, bi rihê Apoyî ve sedsala 21'ê bikin sedsala xwe. Bêguman bedelê vê yekê hene, destketiyên wê jî hene û derfetê vê yekê jî pir in. Lê em ê vê yekê bibêjin, ti carî sekin nîne, wexta ku têkoşîn kêmek jî be, lawaz bibe û bisekine wê demê em ê dîrokê winda bikin. Em berê xwe bidin, desthilatdarî, mêtinger, hêzên hegemonîk, hêzên netewe dewlet, faşîzmê bi kêliyekê jî nasekine. Bênavber di her qadê de û bi her şewazê 24 saetan êrişekê topyekûn li ser gel pêktîne. Ji ber vê yekê 24 saetan azadîxwastin, têkoşîn kirin, zindî bûyîn û li gorî viya jiyan kirin lazime. Li hember pergalê tevahî xwepêşandan, serî rakirin nirxe, wateyek xwe heye, rolekê xwe heyê girîng heye ji bo vê yekê bi rêxistinkirinekê hîn zêdetir şidyayî hem di asta Rojhilata Navîn û Ewropa de em dikarin ser bêxin. Ev sedsa yê meye. Dîrok jî dibêje bi meşe yê te ye, em qirnek wisa jiyan dikin. Her tişt amade ye, em bi xwe jî weke tevgera azadiyê di vê îdeayêde ne ku emê ser bêxin. Êdî bê azadiya jinê tu pergal azad nîne, bê azadiya jinê tu pergal ne gengaze ku demokrat bibe, bê azadiya jinê wekhevî û edalet nayê. Pêwîste tevahî bernameyên tevgerên azadî xwaz jî li gor vê yekê be. Ez tevahî jinên şoreşger, azadîxwaz û têkoşînvanre serkeftinê dixwazim. Serkeftin ya me jina ne.