BI DÎMEN

'Rojava ji jinên cîhanê re bûye hêvî'

Viyan a 29 salî ku weke zaroka ji malbateke ji rojhilatê Ewropayê li Îngilistanê ji dayik bû û mezin bû, saleke li Rojava di nava têkoşînê de ye. Viyan diyar kir ku têkoşîna jinê ya li Rojava bûye hêvî ji jinên cîhanê re.

Enternasyonalîst Viyan anî ziman ku têkoşîna jinê ya li Rojava nîşan da ku jin dikarin pêşengiyê bikin, dikarin birêxistin bikin û got, "Mafên jinan diparêze, rê nîşanî civakê dide, diyar dike ku bêyî azadiya jinê civak nikare azad bibe û bi vî rengî ji bo jinên cîhanê modeleke nû diafirîne."

Viyan ku li Brîtanyayê ji dayik bû û mezin bû, jineke ku koka xwe ji rojhilatê Ewropayê ye. Viyan a 29 salî tevlî nava têkoşîna maf û azadiya jinê bû, biryar da ku tecrûbe û hêza xwe di çarçoveya vê sedemê de bi kar bîne. Têkoşîna azadiyê ya jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandor li fikrê Viyan kir û nêrîneke nû ji bo wê afirand.

Vê rêwîtiya Viyan di heman demê de veguherîneke navxweyî jî bi xwe re anî. Hêza piştevanî û biryardariya jinê kir ku Viyan hêza xwe keşif bike û hîn bi xurtî tevlî nava têkoşîna ji bo mafên jinê bibe.

Têkoşîna azadiyê ya jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bala Viyan jî kişand. Çîroka Viyan biryardariya jinan a ji bo xurtkirina têkoşîna mafê jinan nîşan dide.

Viyan di sala 2023'an de hat Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Bi wesîleya 8'ê Adarê li ser sedema hatina xwe ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Tevgera Jinê ya Kurdistanê ji ANF'ê re axivî.

MIN XWEST ŞOREŞÊ LI QADA ŞOREŞÊ NAS BIKIM

Viyan anî ziman ku beriya bê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava rêxistinên femînîst de bû û li ser sedema hatina xwe ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got, "Min ji hevalên xwe gelek tişt li ser Rojava bihîst. Qalê dikirin bê berxwedana li Rojava çiqasî bêhempa ye û bi bandor e. Têkiliya me bi hevalên me re hebû ku demeke dirêj neçûbûn Rojava. Ji ber vê yekê em nikarîbûn li ser detayan biaxivin. Li ser rastiya li qadê zêde agahiya me tine bû. Me piştgirî didan lê belê bi detayê şoreşê nizanîbûn.

Beriya bêm Rojava li ser detayên şoreşê zêde agahiya min tune bû. Di sala 2023'an de hatim Rojava. Ji ber ku di jiyana min de guhertin çêkir, demeke hestewarî bû. Min hêza jinê dît. Hêza jinê ya li Rojava bandor li welatê min dikir ku lê ji dayik bûm û lê mezin bûm. Min bi çavên xwe dît ku jinên ji neteweyên cuda çawa li hev kom bûn û xwe bi rêxistin kirin."

DIKEVE BIN BANDORA CIVAKÎBÛNÊ

Viyan ragihand ku bi hatina li qada şoreşê dît ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê li qada leşkerî, her wiha li her qada civakî pêşengiyê dikin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Gelek wêneyên jinê li medya cîhanê hatin weşandin ku çek di destan de û şer dikir. Li Ewropayê ev wêne diyarker bûn. Lê belê dema ku hatim Rojava min dît ku di destê jinê de ne tenê çek heye, her wiha li her qada civakê bi rêxistin e. Asta têkiliya wan a bi gel re gelekî xurt e. Pêşengiyê ji avakirina civakeke nû re dikin. Sohbetên wan ên bi gel re xurt bû. Li her devera ku ez diçûm min şahidî ji têkoşîna jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dikir. Perwerdekirina civakê ji bo xwe weke wezîfe û berpirsyariyê dibînin. Di her kêliya jiyanê de di nava têkoşîneke mezin de ne. Tevlîbûna wan a li nava rêxistiniyên komun û meclîsan gelekî bandor kir. Cihê kêfxweşiyê ye ku bibîne, jinn bi gel re bûye yek."

JI XWE RE KIRIYE WEZÎFE KU HÊZA JINÊ HÎN XURT BIKE

Viyan destnîşan kir ku têkoşîna jinê ya li Rojava ji jinên cîhanê re bûye hêvî û got, "Têkoşîna jinê ya li Rojava ji jinên cîhanê re dibe hêvî. Nîşan dan ku weke jin em dikarin bibin pêşeng, em dikarin xwe birêxistin bikin. Mafên jinan diparêze, rê nîşanî civakê dide, diyar dike ku bêyî azadiya jinê civak nikare azad bibe û bi vî rengî ji bo jinên cîhanê modeleke nû diafirîne. Ji xwe re weke wezîfeyê dibînim ku têkoşîna jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîn xurt bikim."

'ŞOREŞA ROJAVA WEKE ŞOREŞA XWE DIBÎNIM'

Viyan destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêberê têkoşîna jinê ye û got, "Rêber Apo derî li jinan vekir ku karibin xwe nas bikin, bi rêxistin bikin. Hêz da jinan ku xwe bi pêş ve bibin, veguherînin. Mîsyona pêşengiyê da jin û ciwanan. Weke jineke enternasyonal kêfxweş im ku di nava vê şoreşê de me. Ji ber ku ev şoreş şoreşa jinê ye û weke şoreşa xwe dibînim. Ji ber ku ne tenê weke şoreşeke ji bo Rojava dibînim, weke şoreşeke ji bo tevahiya gelên cîhanê dibînim. Bi gelan re têkiliyê datînim, dixwazim gelan ji nêz ve nas bikim. Dixwazin tecrûbeyên gelan werbigirin. Qîmetê dide vê yekê. Lewma bi hêsanî dikarim bibêjim ku ez endameke vê şoreşê me."

JI BO JINÊN CÎHANÊ TÊKOŞÎN WÊ DEWAM BIKE

Viyan bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji jinên cîhanê re got, "Divê em ti carî ji koka xwe dûr nekevin. 8'ê Adarê dîroka jinê ye, dîroka rêxistiniya jinê ye, dîroka greva kedkarên jin e. Ez bawer dikim ku em ê têkoşînê bi pêş ve bibin. Ji jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta bi jinên Abya Yala, ji girtiyên siyasî heta bi jinên Ewropayê em ê têkoşînê îsal zêde bikin. Em ê heta dawiyê ji bo azadiya jinên cîhanê têkoşînê dewam bikin."