RJAK’ê bi daliqandina wêneyên jinên pêşeng 8’ê Adarê li Kerkûkê pîroz kir

Tevgera Jinên Azad ên Kurdistanê bi daliqandina wêneyên jinên şehîd ên pêşeng û têkoşer 8’ê Adarê li Kerkûkê pîroz kir.

Tevgera Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) di çarçoveya 8’ê Adarê de çalakiyên xwe yên 8’ê Adarê didomîne. Di çalakiya xwe ya dawî de wêneyên jinên pêşeng û têkoşer li seranserê taxên Kerkûkê daliqandin.

Hêjayî gotinê ye ku di nav wêneyan de ji wêneyê Sakîne Cansizê heta wêneyê Firyal Silêman Xalid gelek wêneyên jinên pêşeng û têkoşer hebûn. Her wiha li ser wêneyan dirûşmeyên wekî “Şoreşa Başûr Şoreşa Jinan e”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Heta Jin Azad Nebin, Civak Azad Nabe” û “Em ber bi Şoreşa Jinan Gavan Diavêjin” hebûn.

RJAK’ê hefteya borî roja înî li bajarê Kerkûkê siyasetmedar û çalakvana jin a Kurd Firyal Silêman Xalid li wî cihî bi bîr anî ku li wir hatibû şehîdkirin û bi beşdariya gelek jinên çalakvan û bi hevkariya Komîteya Amadekar a Çalakiyên 8’ê Adarê bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” û “Em ber bi Şoreşa Jinan Gavan Diavêjin” komek çalakiyên çandî û hunerî ragihandibûn.

RJAK’ê bi boneya 8’ê Adarê di maweya heşt rojên borî de li Kerkûkê komek çalakî li dar xistibûn ku ji van pêk dihatin: semîner, panel, serdana saziyên jinan, serdana jinên karker û xwedîkar, daliqandina wêne û gelek çalakiyên din ên çandî û hunerî.