Rêxistinên Jinan: Em sibê ji bo Efrînê derkevin kolanan

Nûnerên ADKH û Yenî Kadin, ji bo çalakiyên sibe yên xwedîderketina li berxwedana Efrînê banga tevlîbûnê kirin.

Tevgera Jinan a Demokratîk li Ewropayê (ADKH) û rêxistina Yenî Kadin, ji bo çalakiyên 3'ê Sibatê (sibe) ên li gelek welatan, banga tevlîbûnê kirin.

ADKH ragihand ku ew çalakiyên xwe yên ji bo her cihî bikin Efrîn, bi rengekî bê navber didomînin û got, "3'ê Sibatê ji bo Efrînê em milyonek kes dakevin qadan." Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Gelên cîhanê hêza xwe, mafdariya xwe, cesareta xwe ji dîroka xwe girtine. Îro Efrîn radigihîne ku wê dîrokê ji bo me gelên cîhanê binivîsîne. Efrîn berxwedana neteweya Kurd e. Gelên bindest ên Kurdistanê, em bi hev re ji bo Efrînê biqîrin û bêjin; Efrîn berxwedane ."

YENÎ KADIN: JIN DESTANÊ DINIVÎSÎNIN

Rêxistina jinan a bi navê Yenî Kadin jî bi daxuyaniyekê bal kişand ser êrîşên dagirkeriya Tirk ku sivîlan dikuje û komkujiyên ku Erdogan li Bakurê Kurdistanê li sivîlan kir bi bîr xist.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Dema ku DAÎŞ'ê êrîş kir, jinên ku berê xwe dan Şengalê, bi pêşengiya YPJ'ê rahiştin çekê û li dijî DAÎŞ'ê dest bi şer kirin. Mîna duh li Kobanê hat nivîsandin, îro jî jinên YPJ'yî li Efrînê destanê dinivîsînin."

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo çalakiyên 3'ê Sibatê banga tevlîbûnê hate kirin.