REPAK: Em ê tola jinên Kurd ên pêşeng hilînin

REPAK’ê jinên pêşeng ên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin bi bîr anî û got, “Em ê teqez tola wan hilînin. Wê jiyana azad a bi pêşengtiya jinan bi ser bikeve û sîstema bavîksalarî û faşîzm têk biçe.”

Navenda Têkîliyên Derve yên Jinên Kurd (REPAK) bi daxuyaniyekî nivîskî wiha got, “10 sal beriya niha di 9’ê Çileya 2013’an de ji kadroyên damezrîner ên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), nûnerê KNK’ê ya Fransayê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) li Navenda Buroya Enfromasyonê ya Kurdistanê ya li nêzî Gare de Nord a Parîsê ji aliyê tetîkêşê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Lê dewleta Tirk nehat darizandin. Ji ber ku dadgeha Fransayê bi mirina tetîkêşê re li gel hemû îtirazan dozê girt.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku dewleta Fransayê li gel hemû agahî û belgeyên ku piştrast dike rola MÎT’a Tirk di vê suîqestê de heye, biryara eşkerenekirina vê komkujiyê daye û wiha hate gotin: "Ev helwesta Fransaya ya bêberpirsiyarî û hesabên siyasî rê li ber çi vekir: Piştî 10 salan, vê carê di 23’ê Kanûna 2023’an de li Parîsê yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd Emîne Kara jî di nav de 3 Kurd bi êrîşeke nû ya terorê hatin qetilkirin. Çawa ku di sala 2013’an de bûyerê weke ‘hesappirsîna hundurîn’ diyar kirin, vê carê jî bê ku ti lêkolîn were kirin hewl dan vê komkujiyê jî weke bûyereke nîjaderest ku ji aliyê kesekî Fransî ve hatiye kirin, nîşan bidin. Lê eşkere ye ku li pişt vê komkujiyê jî dîsa dijminê Kurdan dewleta Tirk heye."

‘JINÊN PÊŞENG TÊN HEDEF GIRTIN’

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Ji ber ku komkujiya yekemîn a Parîsê eşeker nebû, dewleta Tirk komkujiyên li hemberî jinên Kurd ên pêşeng bi awayekî sîstematîk pêk anî. Di nava 10 salan de li welatên cuda komkujiyên siyasî yên bi vî rengî pêk anî, lê ne hat darezandin ne jî doz hat vekirin. Em bi kurtasî bi bîr bînin: Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir di 4’ê Çileya 2016’an de li navçeya Silopya ya Şirnexê hatin qetilkirin. Hevrîn Helef di 12’ê Cotmeha 2016’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriye yê hate qetilkirin. Endama Koordînasyona Kongreya Star Zehra Berkel, Emîne Veysî û Hebûn Mele Xelîl di 23’ê Hezîrana 2020’an de li Kobanê hatin qetilkirin. Denîz Poyraz di 17’ê Hezîrana 2021’an de li ber avahiya HDP’ê ya Îzmîrê hat qetilkirin. Fermandara YPJ’ê Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan di 22’ê Tîrmeha 2022’an de li bajarê Qamişloyê hatin qetilkirin. Endama Navenda Lêkolînên Jinelojiyê û akademîsyen Nagîhan Akarsel di 4’ê Cotmeha 2022’an de li kola Silêmaniyê a Başûrê Kurdistanê bi guleyan hate qetilkirin. 

Bêguman komkujiyên dewleta Tirk ên li hemberî jinên Kurd ên pêşeng bi van mînakan re sînordar nîn in. Di deh salên dawî de gelek gerîlayên jinên Kurd û endamên Hêzên Xweparastinê di encama êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Başûrê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriye şehîd bûn. Arteşa Tirk a dagirker bikaranîna çekên kîmyewî dehan gerîlayên jin qetil kir. Lê ti lêpirsîn nehatin destpêkirin. Ji ber ku welatekî endamê NATO’ye û sûcên ku dike kêrî berjewendiyên sîstema kapîtalîst-baviksalarî a cîhanî tê. 

Tirsa herî mezin a sîstemê jinên rêxistinbûyî ku li ser rêya azadiyê ne. Ji ber ku hemû dewlet li ser heman zihniyetê ne, sûcên hev vedişêrin û hewl didin ku rastî di tarîtiyê de bimîne.

Em ê serî netewînin, tiştên we kirine ji bîr nekin û teqez em ê tola wan hilînin. Em ê bi gur kirina agirê şoreşa jinan, bi pratîkkirina formula ‘Jin, jiyan, azadî’, bi pêşxistina parastina xwe ya rewa û gerdûnîkirina têkoşîn û rêxistina jinê tola wan hilînin. 

Wê jiyana azad a bi pêşengtiya jinan ser bikeve. Wê sîstema baviksalarî û faşîzîm têk biçe."