Rêjeya bêkariya jinan zêde bû
Rêjeya bêkariya jinan zêde bû
Rêjeya bêkariya jinan zêde bû
Li Tirkiyeyê li gorî daneyên meha çileyê di nava betalan de rêjeya jinan zêde bûye.
Rêjeya betaliyê li Tirkiyeyê di meha çileyê de li gorî gorî sala 2012’an ji sedî 0.4 zêde bû û ji sedî derket ji sedî 10.6’an. her wiha hejmara betalan 226 hezar zêde bû û gihişti 2 mîlyon 890 hezar kesî. Bi vî awayî betalî derket lutkeyan. Her wiha ya balkêş jî ew e ku rêjeya betaliya jinan ji sedî 76’ê wê ava dike.
Ji aliyê Saziya Îstatîstîka Tirkiyeyê (TUÎK) Îstîtastîkên Hêzakar a Malbatan hate aşkerakirin. Li gorî vê rêjeya betaliya derveyê çandiniyê lig orî sala borî ya heman demê ji sedî 0.5 puan zêde bûye û bûye ji sedî 12.9. di qada bajarvaniyê de betaliya derveyê çandiniyê bi 0.1 puanekî bûye ji sedî 12.3, li qada çolteriyê de jî 2.3 puan girtiye û bûye ji sedî 15.5. Di meha çile de rêjeya betaliyê ya ciwan a ku temenê 15-24 dihundirîne bi puaneke 2.3 bû ji sedî 20.7. Di qada bajarvaniyê de betaliya ciwanan ji sedî 20.3’an derket ji sedî 22.5, li colterê ji sedî 13.9’an derket ji sedî 17’an.
Ji dema hezîranê û heta niha ku daneyên rêjeya betaliyê xera bûn, rêjeya betaliyê bi awayekî fermî 2.6 puan zêde bû. hejmara zêdebûna betaliya fermî jî bûye 664 hezar. Sala borî heman demê hejmara fermî 226 hezar bû. Her wiha betaliyê bandor zêdetir li ser jinan kir. Betalî bi mêran re 55 hezar zêde bû, bi jinan re jî 172 hezar zêde bû.