Rapora ''Çalakiyên Peymana Stenbolê'': Dewletê êrîş anî, jinan li ber xwe da

Koma Jinan a Hiqûqa Civakî rapora, ''Binpêkirina mafan û cezanekirinê ya ji bo çalakiyên Peymana Stenbolê'' aşkere kir.

Koma Jinan a Hiqûqa Civakî rapora, ''Binpêkirina mafan û cezanekirinê ya ji bo çalakiyên Peymana Stenbolê''  bi daxuyaniyeke çapemeniyê bi raya giştî re par ve kir. Civîn li Mor Mekanê çêbû. Di civînê de gelek parêzerên jin hazir bûn. Parêzer Irmak Bakir got rakirina Peymana Stenbolê gava berbiçav a AKP'ê ya li dijî têkoşîna azadiya jinan e.

Bakir anî zimên, jinên ku gotin,''Em dev ji Peymana Stenbolê naqerin'' hewl hatiye dayin ku bi zexta polîsan, destgîrkirin lêpirsîn, dozan û qutkirina bûrsan werin astengkirin û got li Stenbol, Enqere, Izmîr, Mêrsîn, Eskîşehîrê û Tokatê polîsan bi gaza îsotê û guelyên plastîk, bi barikatan hatiye astengkirin.

Bakir her wiha bi bîr xist ku di navbeyna 5'ê Tebaxa 2020'an û 1'ê Tîrmeha 2021'an de li Enqerê 18 çalakî hatine kirin, ji van di 8 çalakiyan de polîsan êrîş aniya ser jinan, 108 jin hatine destgîrkirin.

Bakir bi berdewamî diayr kir li Stenbolê jî di çalakiyan de polîsan xwestine forûma li Parka Beşîktaş Abbasaga ya Koma Kampanyaya Peymana Stenbolê asteng bikin û li vir jî 8 jin hatine destgîrkirin.

Di daxuyaniya çapemeniyê de her wiha hate diyarkirin li Izmîrê jî li 18 jinan doz hatiye vekirin.

Bakir her wiha got li Mêrsînê jî polîsan êrîş aniya ser çalakiya jinan, li Eskîşehîrê dema çalakiyan 20 jin hatine destgîrkirin.

Di raporê de hate gotin di çalakiyan de ya bi navê ''Gulîstan Doku li Kûderê ye?'' Platforma Jinan a Enqerê 5'ê Çileya 2021'an çalakî kirine, polîsan nehiştine ku civîn were kirin, bi darê kotekî 18 jin hatine destgîrkirin. Her wiha nûçegihanên Jinnewsê Habîbe Eren û Oznûr Deger jî hatine destgîrkirin.

Bakir herî dawî got,''Li cem me ti hikmê betalkirina peymanê nîne, jin û LGBT'yî wê nehêlin ku zilamek (Tayyîp Erdogan) dahatuya wan diyar bike.''