RAJIN’ê Gûrbetelî Ersoz bi bîr anî

Yekîtiya Ragihandina Jinên Kurdistanê (RAJIN) di salvegera şehadeta wê de Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî.

RAJIN’ê ji ber salvegera şehadeta wê Gûrbetellî Ersoz bi daxuyaniyeke nivîskî bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de Zîlan Pepûle, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan û Gulnaz Ege yên li ser şopa Ersozê meşiyane û gihiştine şehadetê jî hatin bibîranîn. Di heman demê de RAJIN’ê 7’ê Cotmehê Roja Rojnamegerên Jin ên Kurdistanê jî bi bîr anî.

Daxuyaniya RAJIN’ê wisa ye:

“Em Gûrbetelî Ersoz bi bîr tînin a ku bûye bingeha lêgerîna hişyarkirina rastiyê ya bi destê rojnamegerên jin ên Kurd. Em vê roja ku Roja Rojnamegerên Jin ên Kurd e jî pîroz bikin û soza xwe dubare dikin ku em ê bibin şopdarê kevneşopiya heqîqet û berxwedanê.

Gûrbetellî Ersoz a ku di salên 1990’î de koordînatoriya rojnameyekê kiriye her dem bûye serbilindiyek. Di wan salên tirs û xof zêde bû, Gûrbetelî Ersoz bi cesareta xwe derketiye pêş. Bûye dengê gelê Kurdistanê yên ku gundên wan hatine şewitandin û hatine qetilkirin. Bûyerên li Kurdistanê bi ked û pênûsa cesûr a Gûrbetteliyan gihiştiye ber destê gel.

Şîlan li ser şopa vê mîratê meşiyane, Rojînda li ser şopa vê mîratê şer kirine û Zîlan Pepûle, Denîz Firat û Nûjiyan Erhan û herî dawîn Gulnaz Ege jî bûne şopînerên vê mîrateyê.

 ‘TI CAR RASTÎ DI BIN TARÎTIYA FAŞÎZMÊ DE NAMÎN’

RAJIN a destnîşan kir ku her demê kesên ku li ser şopa Gûrbetellî Ersoz bimeşin û rastiyê qîr bikin wê hebin, di dewama daxuyaniyê de ev tişt anî ziman:

“Îro li ser xaka Kurdistanê dîsa faşîzma Tirk bi halê xwe yê herî hov rabûye. Li dijî rojnamevanên cesaret ku halê wa yên herî hov, nemerd, faşîzan, fêlbaz, zalim û zayendparêz kifş dikin, bi gefa girtin, girtina dezgeh û kuştinê dixwazin çavê wan bitirsînin. Çawa ku Gûrbetellî Ersoz teslîmî we nebû, wê vê kevneşopiyê bişopînin û ti carê radestî we nebin. Wê ti car rastî di bin faşîzmê de nemîne, wê rojên ronî werin. Wê her demê kesên li ser şopa Gûrbetellî Ersoz rastiyê qîr bikin hebin. Ew her çendî dijminê jinan jî bin, divê em ewqasî di nûçeyên xwe de cih bidin jinê, di dîmen û rojnameyên xwe de cih bidin jinan. Ew çiqas dijminê civakê be, divê em ewqas exlaqê civakê ava bikin. Ew çiqas dijminê xwezayê be, divê em ewqas zêdetir ji daran hez bikin, secde ji avê re bikin, şikir ji hilbûna rojê re bikin. Ev şerê ronahiyê ya li dijî tarîtiyê ye, Gûrbetelliyan bi deng û pênûsa me di vî şerî de bûne ava jiyanê.

Carekî din Gûrbetellî Ersoz bi rêzdarî bibîr tînin, Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd li hemû jinên rojnamevan pîroz dikin.”