Qetilkirina Pinar Gultekîn li Hatayê hate protestokirin

Li Ula ya navçeya Mûglayê bertekên li hemberî qetilkirina xwendekara zanîngehê Pinar Gultekîn narawestin. Jinan îro jî li gelek navçeyên cuda bi çalakiyan dengê xwe li dijî qetilkirina jinan derxistin.

Platforma Jinan a Îskenderûnê, li Ula ya navçeya Mûglayê bi meşa ku lidar xistîn, qetilkirina xwendekara zanîngehê Pinar Gultekîn şermezar kirin.

Jinên ku li Bazara Bît a Kevin pankarta bi nivîsa, “Em ne di nava xemgîniyê de, di îsyanê de ne” û dowîzên bi nivîsa, “Ne jinan, şîdeta zilam asteng bike”, “Ji tacîz û tecawûzê re na”, “Pinar, Seher û Fatma rûmeta me ne”, “Lihevkirina Stenbûlê pêk bîne”, “6284’ê pêkbîne, cînayetên jinan rawestînin” hilgirtîn, bi çepik û dirûşmeyan ber bi Parka Boyaxçiyan ve meşiyan.

Endama Platforma Jinan a Îskenderûnê Belgîn Ayranci Kartal axivî û da diyarkirin ku ew ne mirinê dixwazin jiyanê dixwazin, êdî bese. Kartal wiha diyar kir: “Em li kolanan, taxan, salonên dadgehan, li her cihê ku em ji hev veneqetin. Yê ku destkariya li Lihevkirinê Stenbolê, 6284’ê dike hevkarên van qetlîamanin. Ji bo ku em wekhev û azad bijîn, ji bo xwişka xwe Pinar, ji bo me hemûyan li her derê em di îsyanê de ne. Pinar Gultekîn, Seher Tokoglu, Fatma Altinmakas û hemû jinên hatîn qetilkirin îsyana me ne, ne pêşî li lihevkirina Stenbûlê, pêşî li cinayetan bigrin.”