Platforma Jin bi Hev re Hêz in eqûbeta Gulistan Doku pirsin

Endama Platforma Jin bi Hev re Hêz in Sînem Tûgcû diyar kir ku dewleta mêr naxwaze Gulîstan Doku were dîtin û got: “Ji bo Dokû lêpirsîneke bi bandor nehatiye kirin.” Tûgcû, ji bo guhertina pergala mêr banga têkoşînê li jinan kir.

Platforma Jin bi Hev re Hêz in, aqûbeta xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû ku ji 5'ê Çileya 2020'an ve agahî jê nayê girtin, li ber avahiya Operaya Sureyya ya li Kadikoyê pirsîn. Di daxuyaniya ku gelek jin lê amade bûn de pankarta "Gulîstan Doku li ku ye" hat vekirin. Di daxuyaniyê de timî dirûşma "Bijî berxwedana jinan" hatin qîrîn, pankartên "Faîlê Gulîstanê dewlet e", "Jinên winda serhildana me ne" û "Gulistan lî kuye" hatin hilgirtin.

‘DEWLETA MÊR’

Endama Platformê  Sînem Tûgcû diyar kir ku dewleta mêr naxwaze Gulîstan Doku were dîtin û got: “Ji bo Dokû lêpirsîneke bi bandor nehatiye kirin. Ligel faîl Zaînal Abakarov nehat darizandin jî, li xwişka Gulîstan Doku, Aygul Doku bi hinceta heqaret û gef li bavê Zaînal Abakarov Engîn Yucer xwariye 2 hezar û 250 TL û 5 meha cezayê girtîgehê hate dayîn. Sedama cezayê li Aygul Doku hatiye birin jî tenê ji ber lêgerîna xwişka û gotiye ‘Gulistan Doku li ku derê ye?. Em dizanîn ku nobeta edaletê ya li ber avahiya edliyaya Dersimê xewna dewleta mêr direvîne. Em matmayî namînin ku ev biryar ji aliyê daraza dewleta mêr ve piştî gotinên Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul ên 'Rojnameger nikarin ji min pirsa Gulistan Doku li ku ye bikin' hat.”

‘BI GOTINA ÎNTIXARÊ DIXWAZIN LI SER BÛYERÊ DE BIGRIN’

Tûgcû diyar kir ku dixwazin bi gotina 'întixarê’ li ser bûyerê re bigrin. Tûgcû bal kişand ser têkoşîna dayika Doku, Bedrîye Doku ku 753 roj in têdikoşe û wiha pê de çû "Em deng li dengê Bedriye Doku zêde dikin. Em dibêjin êdî bes e. Ji ber ku em dizanin tundiya mêr ew e ku bi gotina întixarê dixwazin li ser bûyerê re bigrin.”

BANGA TÊKOŞÎNÊ

Tûgcû anî ziman ku berpirsyarê qetilkirina jinan dewleta mêr e û got: “Heta ku hesab ji berpirsyaran were pirsin, em ê timî bibêjin 'Gulîstan Doku li ku ye'.” Tûgcû, ji bo guhertina vê pergalê banga têkoşînê li jinan kir.

Piştî daxuyaniyê, çalakî bi dirûşme û tiliyan bi dawî bû.