Piştî Spanya, Fransa li ser destûra êşa reglê kar dike

Piştî li Spanyayê destûra êşa reglê da jinan, niha jî li Fransayê li ser heman qanûnê xebatek tê meşandin.

Li Fransayê hindik şîrket hene ku "destûra reglê" ji xebatkarên xwe re didin. Di nav wan de, çêkerê mobîlya Louis Design rojên destûrê yên bi pere pêşkêşî jinên ku regl dibin dike.

Herî dawî, şaredariya Saint-Ouen a li herêma Seine-Saint-Denis ji bo xebatkarên xwe yên ku êş an endometriosis dikişînin ceribandinek destûra reglê da destpêkirin.

Parlamenterê hawirdorparêz Sébastien Peytavie, tevî Marie-Charlotte Garin û Sandrine Rousseau yên ji heman partiyê, ji bo şêwirmendiyê bi komeleyên femînîst, nûnerên cîhana tenduristiyê û şîrketan re pêşî li vê mijarê vekirin.

Parlementer dixwazin pêşnûmeqanûnek ji bo çêkirina destûra mehane ya tazmînatê bêyî rojên bendewariyê, digel rêzgirtina nepeniya bijîşkî amade bikin. Nivîs dê di 26’ê Gulanê de bê weşandin.

Parlamenterên Partiya Sosyalîst Mickaël Bouloux û Fatiha Keloua Hachi jî bi heman armancê li eniyên xwe hevdîtin pêk anîn.

Konfederasyona KOBî (CPME) got ku destûrên zêde yên di kargehên biçûk de dê rê li ber "bêaramiyê" veke. Bertekeke bi heman rengî ji sendîkaya patronan MEDEF'ê hat. Rêxistina karsazan diyar kir ku, tedbîreke bi vî rengî dê "wisa nîşan bide ku jin nikarin bi mêran re heman pozîsyonê dagirin.”

Komeleyên femînîst jî ji ber bertekek muhtemel bi fikar in. Fikar heye ku çêkirina destûra reglê bibe sedema cudakariya kar li dijî jinan.

Hikûmetê di meha Çileyê de stratejiyeke neteweyî ya têkoşîna li dijî endometriyosîs dabû destpêkirin û di vê stratejiyê de bernameyeke lêkolînê ya bi çend mîlyon Euroyî hebû

Li Spanyayê, hikûmeta koalîsyonê ya çepgir di Gulana 2022’yan de pêşnûmeqanûnek pejirandibû ku ji bo jinên ku di dema reglê de êşên giran dikişînin re betlaneya mûçe bide. Di Çileya 2023’yan de, qanûndaneran gavek dîrokî avêtin û qanûn pejirand. Spanya bû yekem welatê Ewropî ku qanûnek weha pejirand.