Pirtûka Antolojiya Êşên Jinan derket

20 nivîskarên jin ên Kurd pirtûka Antolojiya Êşên Jinan (20 Jin 20 Çîrok) amade kirin. Ji nivîskarên pirtûkê Yasemîn Elban destnîşan kir ku jinên Kurd ji aliyê wêjeyê ve gelekî xurt in.

Pirtûka Antolojiya Êşên Jinan (20 Jin 20 Çîrok) ji 182 rûpelan pêk tê. 20 nivîskarên jin ên Kurd bi 20 çîrokan di pirtûkê de gihand hev. Pirtûk ji aliyê wêjeya jinên Kurd ve weke berhemeke serketî tê nîşandan. Ji nivîskarên pirtûkê Yasemîn Elban ji ANF'ê re axivî.

Li ser fikrê pirtûkeke wiha û armanca wê Yasemîn Elban got, "Mixabin her jinek xwedî çîrokên bi êş û gelekî giran e. Me xwest ku bûyerên bi serê jinan hatiye, lê belê nedihate xwestin ku bê bîranîn û bê parvekirin, bi rû bi rûbûnê re vî barî sivik bikin. Hewl hate dayin ku jin hîn bêhtir bi xwe bawer bin û karibin bêjin 'ez jî dikarim bikim'. Gelek êşên giran mîna destavêtin, tundî, destdirêjiyê ku berê bi serê wan ve hatî, lê naxwazin bi bîr bînin, mîna barekî giran li ser pişta jinan e.

Jinbûyîn tiştekî çawa ye? Jiyana bi rengê jinê çawa ye? Jin ku ji roja ji dayik dibe heta mirinê timî li hinekan dinihêrin, diparêzin gelo ji bo xwe çi dixwazin? Keda jinê çima nayê dîtin? Çima bi mêran re çarenûseke ku newekhev e parve dikin? Jin a ku bi hêza xwe dikarin cîhanê ji nû ve ava bikin, çima her roj digirî? Bersiva van pirsan û pirsên mîna van di van çîrokan de dikarin bêne peydakirin."

Li ser pirsa "Ya ku 20 jin li hev civand çi ye?" Yasemîn Elban wiha axivî:

"Bêguman ne tenê 20 jin, êşên hevpar ên hemû jinan hene. Di vê pirtûkê de çîrokên ku qala êşa hevpar a 20 jinan dikin hene. Ya rast, pirtûkeke welê ye ku êşên jinan lê digihêjin hev. Ji ber vê yekê me navê pirtûkê kir 'Antolojiya Êşên Jinan'. Armanca me ji weşandina vê pirtûkê ew bû; nîşan bidin ku jinên Kurd mîna li her qada jiyanê di wêjeyê de jî xwedî pênûseke gelekî xurt e."

Li ser taybetmendiyên hevpar ên jinên di pirtûkê de li hev civiyane Yasemîn Elban got, "Taybetmendiyên taybet ên ku 20 jin li hev civand, çîrokên wan ên li ser êşên hevpar e. Bi sê zaravayên Kurdî çîrok hene. Nivîskarên me yên jin ji Rojava, Başûr, Bakur û dîasporayê tevlî bûn."

Yasemîn Elban di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku pirtûk ji aliyê Melîke Altan ve ji bo weşanê hate amadekirin, Nesrîn Rojkan tevna têkiliyê danî û ji aliyê weşanên NA'yê ve hate weşandin.

Yasemîn Elban spasiya nivîskaran û her kesên di amadekirina pirtûkê de ked dane, her wiha spasiya weşanxaneyê kir û got, pirtûk li ser înternetê dikare bê kirîn.