‘Pêşengiya jinan a bo pêvajoya aştiyê şerte’
‘Pêşengiya jinan a bo pêvajoya aştiyê şerte’
‘Pêşengiya jinan a bo pêvajoya aştiyê şerte’
Endama Koordînasyona PAJK’ê Tekoşîn Ozan diyar kir ku, divê di vê pevajoyê de jin rola sereke bilîze û diyar kir ku, ji bo ku demokrasî pêk were û pêvajo bi hêz be şerta herî sereke ewe ku jin rola aktîf bilîze.
Têkoşîn Ozan ji ANF’ê re axivî û di derbarê pêvajoya ku Ocalan daye destpêkirin de nirxandin kir. Ozan da zanîn ku, dê bandoreke gelek mezin a jinê ji bo pêşveçûna vê pêvajoyê hebe û got: “Tevlîbûna jinê dê pêşveçûna pêvajoyê bandor bike. Sedema herî girîng ya azadî û demokratîkbûna tevgera azadiya kurd, rêxistinabûna jinê ye. Bi pêşveçûna vê pêvajyê jî şerta sereke ewe ku divê jin rola aktîf bilîzin.
Ozan got, ev pêvajo ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û wiha got: “Rêberê aştî û vê pêvajoyê Rêber Apo ye. Tevlîbûna vê pêvajoyê û ked dayîn ji bo azadiya gelê Kurd, gelên rojhilata Navîn û hemû Rojhilata Navîne. Ji bo ev pêvajo mayîn de bibe divê jin tevlîbûneke xurt pêk bîne.”
Ozan diyar kir ku, ev pêvajoya bi pêşveçûna şert û mercên hundir pêk hatiye û got: “Ev pêvajo ji aliyê Ocalan ve wek demeke stratejîk hat destpêkirin. Têkoşîneke me ya 40 salî , bedelên mezin û nirxên gelekî hene. Li çar paçeyên Kurdistanê em bûn hêzeke rêxistinkirî. Gelê Kurd di esasa xwedî derketine li çand û zimanê xwe xwedî hişmendiyeke mezine. Sekneke polîtîk û siyasî hat afirandin. Jin û ciwanan xwe rêxistin kir. Gelê Kurd nirxên xwe parast û gihişt asteke polîtîk û siyasî. Şoreşa civakî pêk hatiye.”
Ozan destnîşan kir ku, Tirkiye di warê demokratîkbûnê de xitimandinekê dijî û wiha pê de çû: “Dema mirov li pêşveçûna gelê Kurd ya polîtîk û demokratîk dinêrin, gelê tirk pir şûnde maye. Kurd ji tirkan re pêşengiyê dike. Ev ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê derfeteke. Divê hemû aliyê çep û demokratîk yên Tirkiyeyê tevlî pêvajoyê bibin.”
Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Pêvajoyê wiha zehmet derbaz dibe. Rêberê Gelê Kurd Ocalan ev pêvajo da destpêkirin, lê got muxatabê pirsgirêkê, di warê zihniyetê de ne amadeye. Gelê Kurd ji bo çareseriyê pir amade ye. Gelê Kurd dixwaze bibe xwedî mafên xwe yên dmeokratîk. Di gera komîsyona Aqilmendan de jî derket holê ku gelê Kurd bi çareseriyê de bi israre.”
Ozan wiha pê de çû: “Roja jinan bê gûman girînge. Tevlîbûna wan dê pêşveçûnê biguhere. Sedema azadî û demokratîkbûna tevgera Kurd, rêxistibûna jina kurde. Şerta sereke ya bi hêzbûna vê pêvajoyê tevlîbûna jinan û rola wan a aktîfe. Jin divê xwe bi reng û nêrînê xwe tevlî bike. Em pirsgirêkê tenê wek siyasî nagirin dest. Ev pirsgirêkeke civakiye. Ji ber pirsgirêk pirsgirêka nêrîna zihniyeta serdeste.”
Axaftina Ozan wiha berdewam kir: “Ev pêvajoya demokratîkbûnê û çareserî jî bi demokratîkbûnê pêkane. Demokratîkbûn tenê bi çek berdanê nabe. Divê jibo îradeya gelê Kurd, çand, zimanê gelê Kurd zemîn bê avakirin. Jibo pêkanîna van divê di makeqanûn û kanûnên heyî de guherî pêk were. Tenê dema ku di qada siyasî û civakî de guherîn pêk were wê demê pêvajo bi her dua liyan bimeşe. Tenê bi hin guherînan demokrasî ne pêkane. Pirsgirêkên gelek cidî yên zihniyetê ya Tirkiyeyê hene. Siyaseteke wan ya di esasa faşîzm û netewperestiyê de tê meşandin heye. Tirkiyeyê hêj di vî warî de xwe neguhertiye.
LI TIRKIYEYÊ TUNDIYA LI DIJÎ JINÊ FIKARAN ZÊDE DIKE
Ozan di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser tundiya li jinê û got: “Li Tirkiyeyê tundiya li ser jinê roj bi roj zêde dibe. Di vê mijarê de di encama îstîtatîstikên hatine kirin de, pirsgirêk mirov dike nava fikaran. Têkoşîna li dijî vê zihniyetê dê bidome. Tenê bi qezenckirina zimanê kurdî ev civak azad nabe. Têkoşîna me ya 40 salî tenê ji bo qezenckirina statuyekê nîne. Di heman demê de ji bo jiyaneke azade. Hedefa me ya esas wekhevî û azadiye. Beriya her tiştî divê jin rêxistibûna xwe ya azad biafirînin.”
Ozan di dawiya axaftina xwe de diyar kir, li parçeyên Kurdistanê dê konferansên jinan pêk werin û got, dê Konferansa Jinan a Rojhilata Navîn jî pêk bînin.