Partiya Çepên Kesk û TJA li Sêrtê şahiya jinan li dar xist
Beriya hilbijartinên ku nêz dibin, Partiya Çepên Kesk û TJA li Sêrtê şahiya jinan jinan li dar xist.
Beriya hilbijartinên ku nêz dibin, Partiya Çepên Kesk û TJA li Sêrtê şahiya jinan jinan li dar xist.
Meclîsa Jinan a Partiya Çepên Kesk û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Sêrtê şahiya jinan jinan li dar xistin, Taxên Şemsîkan bi pankartên Partiya Çepên Kesk hatin xemilandin.
Bi dehan jinê ku bi cil û bergên xwe yên herêmî li qadê kom bûn û govend gerandin.
Namzeta Parlamenterê ya Sêrtê ya Partiya Çepên Kesk Sabahat Erdogan Saritaş, Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Hêlîn Işik ku qeyûm tayînî şûna wê kirin, Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAD-DER), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Botanê (BOTAN-DER) Di çalakiyê de cih girtin.
Sabahat di şahiyê de axivî û diyar kir ku desthilatdariya heyî aştî û wekheviyê hedef digire û got, “Li şaredariyên me 2 qeyûm hatin tayînkirin. Di şevekê de Peymana Stenbolê ya ku mafê jinê ye û me bi berxwedaneke mezin bi dest xistibû, fesih kirin. Serdema ku di dîroka Tirkiyeyê de herî zêde jin hatin qetilkirin serdema AKP’ê bû. Dixwazin me bifetisînin. Lê zêdeyî çil sal in em li dijî wan serî hildidin. Em ê bi komkujî, girtin, zindanan serî li ber wan netewînin. Em teslîm nabin. Bila zanibin heta ev coş, hest û bawerî hebe ew ê winda bikin ne em. Yên ku pêşengiya jinê red dikin û jinan di biryardayînê de naxwazin wê winda bikin."
Piştre Bêrîvan Hêlîn Işik mafê axaftinê girt û bal kişand ser hilbijartinê û wiha got: “Demeke kin ji hilbijartinê re maye. 3-4 sal berê bi dengê we me şaredarî paşve sitand û qeyûm dîsa şandin şaredariya. Dîsa bi dengê we em ê di 15’ê Gulanê de qeyûmên wan paşve bişînin. Hêz û berxwedana we mezin e. Yên ku wê vê cîhanê biguherînin hûn in. Ji ber vê yekê ji deng, hêz û berxwedana we ditirsin. Em ê berxwedana xwe bidomînin."
Şahî bi gerandina govendê bi stranên hunermendan bi dawî bû.