NÛ BÛ-Parlementera HDP’ê Mizgîn Irgat hate berdan

Parlemetera HDP’ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat a li Tetwanê bi hinceta ku di derbarê wê de biryara girtinê heye hatibû binçavkirin, piştî îfadeyê hate berdan.

Hat diyarkririn ku Irgat li Îzmîrê ji ber dozekê ji bo îfade bide birin Edliyeya Bedlîsê.

Rûniştina doza sala 2015’an a di derbarê Parlemetera HDP’ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat de, ji ber axaftinên ku di çalakiya protestoyê ya mîtînga ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dihat xwestin bê kirin ku aliyê Walîtiya Îzmîrê ve hate qedexekirin, hatibû vekirin pêk hat.

Di derbarê Irgat de, ji sûcê “pesindayîna sûc û sûcdaran’ ku  beşdarî rûniştina 40’emî a Dadgeah Cezayê Asliyê ya Îzmîrê ku 2 sal ceza jêre hate xwestin nebûye, biryara girtinê hate dayîn.

Mizgîn Irgat piştî îfadeyê hate berdan.