Parlementera berê ya HDP’ê dest bi grevê kir

Parlementera berê ya HDP’ê ya Amedê Çaglar Demîrel li girtîgeha lê li dijî xespkirina mafan û pêkanînên der mirovî ragihand ku dest bi grevê kiriye.

Parlamentera serdema berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Çaglar Demîrel a li Girtîgeha Kandirayê ya Jimara 1’an a Tîpa F tê ragirtin, di hevdîtina bi malbata xwe re diyar kir ku duh li qawîşa wan bi saetan lêgerîn hatiye kirin û ew ê li dijî zextên li wan tên kirin dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger bike.

Demîrel anî ziman ku li girtîgehan pêkanînên kêfî hene û got: “Li dijî sepanên antîdemokratîk, tecrîd û xespa li girtîgehan ez dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger dikim."