PAJK: Sala 2017'an wê bibe sala serketin û azadiyê

Koordînasyona PAJK'ê da xuyakirin, ku sala 2017'an wê bi pêşengiya jinên Kurd bibe sala serketin û azadiya gelê Kurd.

Koodînasyona PAJK'ê ji bo sala nû peyamek weşand û sala nû di destpêkê de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.

SALEK BI BERXWEDANÊ DAGIRTÎ

Di daxuyaniya PAJK'ê de hat gotin, "Bi wesîleya sala nû, em hemû şehîdên xwe yên di sala 2016'an de di nava tarîtiya faşîzmê de bûn stêrk, bi rêzdarî bibîr tînin." Koordînasyonê da zanîn, bi saya şehîdên pîroz, ku temsîla biryardarî û vîna 2016'an e, tevgera azadiyê karîbû bersiva pêwîst bide hemû êrîşên faşîst û destnîşan kir, ku sala 2016'an bû saleke bi berxwedanê dagirtî ya li ser xeta serketinê.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, têkoşîna di sala bihurî de hate meşandin, dilê wan bi agir şuşt, bi hêz kir, nezelalî û dudilî ji holê rakir û hat destnîşankirin, ku ew li ser şopa şehîdan, bi biryardariya bibe saleke ronahî û encamgirtinê, sala 2017'an pêşwazî dikin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Sala 2016'an bû saleke ku ji her alî ve êrîşên faşîst li dijî gelê Kurd hatin kirin. Li pêşberî biryardariya avakirina sîstema azadiyê û berxwedana xwerêveberiyê, rejîma faşîst a Erdogan-AKP-MHP'ê, şerê ku veşartî dimeşand, neçar man vekirî bimeşînin. Ev rewş li hemû parçeyên Kurdistanê derket holê. Êrîşên li Rojava, Bakur, Başûr rû dan, ji ber faşîzma AKP-Erdogan pêk hatin, ku dixwaze rejîma qirkirina çandî ya li dijî Kurdan bidomîne. Nîşandana rûyê rast ê vê rejîma faşîst, ji bo tevgera azadiyê bû yek ji serketinên herî mezin. Jiyana herî nebaş, jiyana xapandin, derew û bi qirêjiyan nixumandî ye."

JINÊ KURD LI HER CIHÎ LI BER XWE DAN

Koordînasyona PAJK'ê diyar kir, faşîzma Erdogan-AKP'ê li dijî jin û civaka Kurd li her qadê, di her astê de polîtîkaya zext, zordarî, îşkence, girtin, komkujî, valakirina gund û navçeyan, bi tank û balafiran wêrankirina erdnîgariya Kurdan, koçbekirina civakê xist meriyetê. Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Bi mîrateya berxwedanê ya ji salên bihurî dewr girtî re, sala 2016'an ji bo jinên Kurd bû saleke berxwedanê û teslîmnebûnê. Jinên Kurd armanca şer baş fêhm kirin û li ber xwe dan. Dest ji kolan, tax û gundên xwe bernedan. Bûn destek ji şerê bi heybet ê ciwanan ê li bajaran re. Li ber bendan sekinîn, deriyê mala xwe vekirin û zarokên xwe şandin. Li dijî zora dewletê ya faşîzmê, li her devera lê rêxistinbûyî bû li ber xwe da, çalakî kir." Koordînasyona PAJK'ê destnîşan kir, ku di serî de dayikên Kurd ên leheng, jinên Kurd li her cihî li ber xwe dan.

JINÊN KURD LI ROJAVA LI SER BINGEHA XETA JINÊ YA AZAD XEBATÊN XWE BERFIREH KIR

Koordînasyona PAJK'ê da zanîn, berxwedana YPJ/YPG a li dijî faşîzma AKP-Erdogan li Rojavayê Kurdistanê li ber xwe da, bi sîstema jinê ya xwe di çarçoveya sîstema demokrasî û azadiyê de li her qadên Rojava bi rêxistin kir, li gelemperiya cîhanê bû modelek.

PAJK'ê diyar kir, jinên Kurd ên li Rojava li dijî her şêwe êrîşan, li qada navneteweyî û herêmî li ser bingeha xeta azadiya jinê xebatên xwe berfireh kir û got, "Li qadên siyasî, îdeolojîk û leşkerî, hêza jinê pêşengî ji gelên li Rojhilata Navîn re kir. Ji aliyê berxwedana Şengalê ve jî, berxwedana destanî ya jinên Kurd derket pêş. Tevgera jinê ya azad, ku bû hêviya azadiyê û garantiya jinên Êzidî, stratejiya parastin û rêxistinkirinê ya bi pêşengiya jinê di nava civaka Şengalê de berfireh kir.

Tevgera Jinê ya Azad a Kuristanê, li dijî êrîşên îdeolojîk ên zayendîperest ku faşîzma Erdogan-AKP'ê temsîla wê dikin, têkoşîneke berfireh meşand, asta xwe ya heyî parast û pêşengî ji têkoşîna çalak a li dijî zayendîparêziyê kir."

EM SALA NÛ BI HESTÊN XWE YÊN SERKETINÊ PÎROZ DIKIN

Koordînasyona PAJK'ê di dawiya daxuyaniya xwe de got, "Sala 2017'an wê bibe sala jinan û gelê me yên di berxwedan û azadiyê de israr dikin û bibe sala qutbûna ji sîstema qirkirinê. Sala 2017'an li ser bingeha avakirina yekîtiya neteweyî ya jinên Kurd, dikare bibe saleke mayîndekirina xweseriya demokratîk û nasnameya azad. Avabûna sîstema demokratîk a bi nirxên jinê, di heman demê de wê rê li ber yekîtiya jinên li herêmê yên dildarên azadiyê veke. Her wiha jin wê li dijî rastiya şer û zordariya tê ferzkirin, pêşengiyêj i jiyana bi hev re ya gelan re bikin. Sala 2017'an wê bibe saleke ku jinên Ereb, Tirk, Ermenî û ji gelên din, bi pêşengiya Partiya Azad a Jinên Kurd, Konfederalîzmeke jinê ava bikin.

Li ser bingeha soza me ya jiyana azad û Kurdistana azad, ku me dane Rêber Apo û şehîdên xwe, em dest bi sala 2017'an dikin. Li ser vê bingehê, em sala nû bi hestên serketinê li hemû milîtanên azadiyê pîroz dikin, ku ji bo azadiya Rêber Apo, emnaetên pîroz ên şehîdên me, keda bêhempa ya gelê me û azadiya jinê têdikoin. Em sala nû li hezaran hevrêyên me yên li zîndanan û welatparêzan pîroz dikin. Bi minetdarî û dilsoziyeke mezin em sala nû li gelê xwe pîroz dikin û dibêjin, em ê sozên me dane dayikên xwe yên bi duayên xwe me li ser piyan digirin, bi cih bînin. Em bang li jin ên ciwan dikin ku li dora tevgera azadiyê ya jinê li hev bicivin, dest bi çalakiyan bikin û xwe ji vê sîstema paşmayî qut bikin.

Sala 2017'an wê bi pêşengiya jinên Kurd bibe sala serketin û azadiyê ya gelê Kurd."