PAJK: Newroza 2017’an bi pêşengiya jinan wê bibe azadiya Rêbertî û gelan

PAJK: Bi parastina destkeftiyên ku bi giyanê berxwedanê ya ku me bi xistiye, em soza xwe dubare dikin ku em ê bala xwe bidin ser azadiya Rêbertiya xwe û ji bo azadkirina hemû parçeyên Kurdistanê, çi hewce be em ê wê bikin.

Koordînasyona PAJK’ê diyar kir ku, Newroz berxwedan, serhildan, raperîn û cejna azadiyê ye. PAJK’ê bi bîr xist ku, Newroz di heman demê de destpêka sala nû ya Kurdan e û got, “Sala nû ya Kurdan pîroz be. Bi vê wesîleyê em vê sala nû û cejna Newrozê di serî de li Rêber Apo, li gelên Rojhilata Navîn, gelê Kurd û jinan pîroz dikin.”

Di daxuyaniyê de hat gotin ku, “Newroz çirûska ji ber hesanê Kawayê Hesinkar çûyî û mizgîniya xilasbûna ji Dehaqê despot û têkbirina wî ye” û ev tişt hatin destnîşankirin, “Di şexsê Kawayê Hesinkar de, bi pêşengiya Kurdan çawa ku li dijî zordariyê têkoşîna azadiyê hatibe dayîn û azadî diyarî gelên Rojhilata Navîn hatibe kirin, PKK jî bi têkoşîna xwe ya 40 salan pêşengiyê ji gelên Rojhilata Navîn re dike û mizgîniya azadiyê dide. Bi taybetî jî rasteqîniya şehîdan ya ku bi agirê Newrozê re bûne dastan û abîde,  bûye wesîle ku mesajên mezintir ragihîne. Li ser vî esasî agirê Newrozê ji Kawayê hemdem Mazlûm Doğan ji bo Zekiye Alkan, Rahşan, Bêrîvan, Ronahî û Semayan berz bûye, ev mesaja sotîner gihaştiye gel û bi vî rengî jî berê xwe daye welêt, azadî hilmijandiye û bûye jiyana rasteqîn û rûmetdar. Bi vî rengî jî agirê Newrozê bi gelan û jinan re tovê hêviya azadiyê û besta wê şîn hatiye”

Di daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê de ev tişt jî hatin diyar kirin:

“DAIŞ ku weke Dehaqên demê derketin holê, di dilê mirovan de tirs û xof çandin bi hovîtiya ku pêk anîn, ku bûbû bela serê Rojhilata Navîn û dinyayê û çi kesekî nikarîbû li pêş wan raweste, di şexsê Şoreşa Rojava de têkoşîna ku bi giyanê Newrozê hate dayîn, ev çeteyên DAIŞ’ê ku bela serê dinyayê bûn, hate şikandin. Mîrateya Rojhilata Navîn dîsa vejiyaye û ji gelên dinyayê re bûye hêvî û best. Ji ber ku Newroz birabûna gelan û parastina nirxên hevpar û navê şerê dijî zordaran e. Ev yekîtiya ku hatî avakirin li Bakur TŞYG (Tevgera Şoreşger a Yekîtiya Gelan) ye û li Rojava jî Federasyona Bakurê Sûriyê ye. Û şoreşa yekbûyî ya gelan bi rêxistinên ku wê çêbibin bûye zemîn ji jiyana hevpar û têkoşîna hevpar re.

‘BERXWEDANA ŞENGALÊ TÊKOŞÎNA RÛMETÊ YA ŞERVANÊN AZADIYÊ YE’

 Em giyanê Newrozê û qîmeta êgir herî pir dikarin bi Şengaliyan re bibînin ku bi felsefeya êgir gihaştine. Di van rojan de ev gelê me yê bawermend ku fermana Dehaqên zalim li rex xwe dijîn, bersiva hewce dide zaliman û wê bide jî. Ev gelê me yê ku hê duh di encama îxaneta navxweyî de tam weke serdema cahiliyeyê bi êşa firotina jinan a li bazarên koleyan û êşa koçberbûnê dizanin, îro bi têkoşîna rêxistinbûyî li dijî vê zilmê êdî ne destvala ye. Ji bo vê jî wan rûyên qelp ên ku navê Kurd li xwe kirine lê di rastiyê de nokerên Dehaqan e, ji bo hemûyan bêhtir nas kirine û hîsa vê di dilê xwe de jiyane. Ji bo vê jî Nazêyan mirin dane ber çavê xwe, derketine kuçeyan, xwe dane ber dozêr û kepçeyan, ji dil êv êrîş şermezar kirine û li dijî van êrîşan bûne mertal. Wê vê kevneşopiya berxwedanê mezintir bikin, wê destkefiyên xwe bi agirê azadiyê yê dilê xwe biparêzin. Û dive bizanibin ku gelê Şengalê ne bi tenê ye. Em bawer in ku berxwedana ku wê nîşan bidin weke ya Kobanê wê li dinyayê belav bibe. Ji ber ku fermanên bi ser Şengalê, birîna hemû mirovahiyê ye. Û bi heman rengî berxwedana Şengalê têkoşîna rûmetê ya hemû şoreşger û şervanên azadiyê ye.

 

‘BI BERXWEDANÊN DESTANWARÎ MIROV DIKARE DEHAQAN TÊK BIBE’

Li gel hemû êrîşên li Bakurê Kurdistanê yên bi ser Cizîr, Sûr û Nisêbînê, berxwedana destanî wê bibe Newroz û li berxwedana berz a ku hatiye nîşandan xwedî were derketin û ji bo siberojê were veguhaztin. Dehaq tenê bi berxwedanên destanî dikarin werin têkbirin. Tenê bi lehengiyeke bêtirs ku mirov bi ser wan de biçe û xofê bi wan re çêbike dikarin ji dîrokê rabin. Ligel hemû qesr û siltaniya wan û împaratoriya tirsê ya ku ava kirine, tam weke Kawayê Hesinkar ku hewce kir em ê tenê rahêjin mezrebeyê xwe û bi azweriya azadiyê ya ku ji dil tê bi ser kelehên wan ên zilmê de biçin û hilweşînin. Li pêş berxwedaneke wiha ya bêhempa ji bilî têkçûna Dehaqan ti rêyeke dî nîn e.

‘JI BO AZADIYA KURDISTANÊ ÇI HEWCE BE EM Ê BIKIN’

 

Em wekî PAJK’ê bi giyanê berxwedanê yê Newrozê bi parastina destkeftiyan li ser zemîna ‘Rêbertiya Azad û Kurdistana Xweser’ em ê li azadiya Rêbertiya xwe asê bibin, têkoşîna xwe berz bikin û ji bo azadkirina hemû parçeyên Kurdistanê ya bi xweseriyê çi hewce be em ê wê bikin. Agirê şoreşê yê ku li Kurdistanê geş e, sotîneriya agirê Newrozê ye. Ev agir bi êşa me gur bûye lê her ku gur dibe ji me re dibe hêz, moral û hêvî. Li ser vî esasî agirê Newrozê yên gelên Arî ku li bilindahiyên çiyayên Kurdistanê û dinyayê vêketî; bi rikdarî, bi hêvî wê her berdewam be.

 

 

Tevlêbûna li Newroza îsal qaqibokirina li Dehaqan e. Di demeke wiha de ku dibêjin me ew pirnisandin, bi hemû debdebeya xwe gotina ‘ez heme’’ herî pir li pêşengiya jinan tê. Li ser vî esasî em pê bawer in ku weke 8’ê Adarê jin wê xemla xwe rengo rengo bipêçin dakevin qadan, bi lîlandinên xwe wê deng bi erd û ezmên bixin û dirûşmên azadiyê yên ku ji dilê wan dertê, biqêrin. Divê em rastiya gelê ku bûye Newroz herî pir di van rojan de nîşanî dijmin û dostan bidin. Careke dî em roja berxwedana mezin Newrozê pîroz dikin, em Newroza demokratên şoreşger û şervanên azadiyê yên peyrevên Zekiya, Sema ku di kozên têkoşînê de têdikoşin pîroz dikin û serkeftinê ji wan re dixwazin.