PAJK: Li dijî qetlîamên li Parîsê em dakevin qadan

Koordînasyona PAJK’ê: Komkujiya 9’ê Çileya 2013’an û ya 23’ê Kanûna 2022’yan jî berdewamiya sûcên şer e yên ku dewleta Tirk a qirker li dijî jinên pêşeng û Kurdan pêk tînê.

Koordînasyona PAJK’ê derbarê salvegera 10’emîn  Qetlîama Parîsê ya ku sê jinên Kurd ên şoreşger hatibûn qetilkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya PAJK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em pêşeng û kadroya damezirîner ya tevgera azadiyê PKK’ê û mîratgira mezin ya tevgera azadiya jinê rêheval Sara û tekoşerên tevgera azadiya jinê Rojbîn û Ronahî di salvegera 10’emîn a şehadeta wan de bi bîr tînin. Pêşengên berxwedana rêveberiyên xweser Sêvê, Fatme, Pakîze û di şexsê şehîdên komkujiya Parîsê ya duyemîn de Evîn Botan, Mîr Perwer û Abdurakman Kizil de tevahî şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr tînin.

Em diyar dikin ji dewleta Tirk ya kujer, faşîst û qirker, hêzên navnetewî yên ku hevkariya wê dikin û bi taybet dewleta Fransayê hesap bipirsin û em ê têkoşîna xwe geştir bikin.  Bila her kes bizanibe wê tu plangerî û hesabên qirêj bi pêkanîna van komkujiyan neçin serî. Em ê wekî partî û milîtanên di xeta têkoşîna heval Sarayan de li ber xwe didin bi pêkanîna şoreşa jinê û mirovahiyê ya bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ku êdî li her derê şax dide tola hemû komkujiyan hilînin.

DI BINGEHA VAN QETLÎAMAN DE TEMAMKIRINA TECRÎDA LI SER RÊBER APO HEYE

Komkujiya 9’ê Çile ya di sala 2013’an de li dijî pêşenga tevgera me ya azadiyê heval Sara û rêheval  Rojbîn û Ronahî pêk hat, dikeve sala 10’emîn. Dewleta Tirk ya qirker û mêtînger bi organîzeya MÎT’ê di çarçoveya firehkirina plangeriya qirkirinê ya li ser Kurdan û pêşengên jin ev komkujî di sala 2013’an de pêk anî. Plana vê komkujiyê li Enqereyê hate danîn û li navenda Ewrûpayê, li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye pêk anîn. Bi vê komkujiyê re plana qirkirina Kurdan derbasî qonaxeke nû kirin. Ev deh sal in siyaseta qirkirin û tasfiyekirinê bi hedef girtina pêşengên jin û Kurdên li ber xwe didin bênavber berdewam e. Di bingeha vê siyaset û komkujiyê de temamkirina komploya mezin ya li dijî Rêber Apo hebû. Û ev plan hîna jî di meriyetê de ye. Tecrîda girankirî ya li dijî Rêbertiya me aliyê qirêj yê vê planê ye.

Rêber Apo, jinên Kurd û di pêşengiya gerîla de gelê me, bi berxwedana dîrokî ev siyaseta qirkirin û tasfiyekirinê pûç kirin. Ev deh sal in bê navber li dijî hikûmeta şer û qirker ya AKP-MHP’ê têkoşîneke dijwar berdewam dike. Gerîlayên azadiyê di sala 2022’an de bi îradeyeke ji pola li ser xeta Sarayan li ber xwe da û plana dewleta Tirk a dagirkeriyê pûç kirin. 

HEVAL SARA DI TÊKOŞÎNA XWE DE WEKÎ AVEKE ZELAL HERIKÎ

Têkoşîna azadiya jinên Kurd li ser hîmê kesayeta dîrokî ya rêheval Sara şêwe girt. Hevaltiya mezin û dîrokî ya heval Sara bi Rêber Apo re, li Kurdistanê heqîqeta jina azad afirand. Heval Sara di meşa xwe ya têkoşîna Apoyî de wekî aveke zelal herikî. Bi têkoşîna şoreşgerî ya 40 salî ku pêşengî jê re kir, di sedsala 21’emîn de bû pêşenga hemdem ya şoreşa jinê. Di dîroka têkoşîna azadiya Kurdan de bû bîra jina azad û civaka azad. Felsefeya heval Sara ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bû. Ev felsefe bi têkoşîna heval Sara bi beden bû, bi berxwedana wê şax da û bi şehadeta wê li tevahiya Kurdistan, Rojhilata Navîn û Cîhanê belav bû. Heval Sara, rabûrdiya dîroka me, niha û pêşeroja me ye. Heval Sara ji ber ku xwedî vê heqîqetê bû û bi têkoşîna bîrdoziya rizgariya jinê temsîla pêşeroja azad ya şoreşa jinê dikir bi zanebûn kirin hedef.

Heval Rojbîn, Ronahî, Sêvê, Pakîze, Fatma û Evînan ji bo mezinkirin û pêşxistina têkoşîna azadiya jinê kedekî mezin dan û di pêvajoyên ku jê re pêşengî kirin de bersiveke tund dan dagirkeriyê. Bi sekna rûmetdar ya jinên Kurd serî li ber zilmê rakirin û di meşa azadiyê de temsîla nirxên pîroz kirin. Wan bê dudilî, bi bîr û baweriyê pêşengî ji jinên Kurd re kirin. Li ser xeta bîrdoziya azadiya jinê ya ku heval Sara bingehê wê danîbû, têkoşîn pêş xistin. Li hemberî zihniyeta mêr-dewletê û pergala wê ya kapîtalîst serî hildan, têkoşiyan û li ber xwe dan. Ev sekna wan ya bi rûmet redkirina pergala serdest, mêr û dewletê bû. Ev sekna jinên şoreşger ya di azadiyê de, dihate wateya ku xwebûn û berxwedan dane pêşiya xwe. Ev sekna li ber hemû êrîşên qirkirinê hate raberkirin di têkoşîna me ya îro de bûye pîvana xeta fedaî û rêgeza mezinkirina têkoşîn û berxwedanê.

DEWLETA TIRK DIJMINÊ JINÊN KURD E

Dewleta Tirk a dagirker û hikûmeta wê ya şerxwaz a AKP-MHP’ê bi feraseta xwe ya rûxîner, bi siyaseta tinekirin û tasfiyekirina tevgera azadiyê şerê xwe yê topyekûn li dijî Kurdan didomîne. Viya jî bi kiryarên herî hovane û herî qirêj dimeşîne. Komkujiya 9’ê Çileya 2013’an û ya 23’ê Kanûna 2022’yan jî berdewamiya sûcên şer e yên ku dewleta Tirk a qirker li dijî jinên pêşeng û Kurdan pêk tînê. Dewleta Tirk a faşîst bi komkujiya duyemîn a li Parîsê carekî din bi eşkereyî ji hemû cîhanê re nîşan daye ku ew dijminê herî mezin yê jinên Kurdan e. Jin, ciwan û Kurdên bi rêxistinkirî, bi îrade, bi nasname û çanda xwe ve girêdayî ye ne, ew ji bo hebûna dewleta Tirk Kurdê herî metirsîdar e. Zihniyeta faşîst ya AKP-MHP’ê di roja îro de ji hemû deman zêdetir êrîşkar bûye. Ev zihniyeta ku bi bîrdoziya faşîzmê û qirkirinê dixwaze li ser tevahî gelan serdestiya xwe mayînde bike ne tenê ji bo jinên Kurd û Kurdan ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê xeteriyeke mezin e. Jinên Kurd û Kurdan bi sekna xwe ya birûmet di ferqa rastiya zihniyeta dewleta Tirk ya qirker de ne. Gelê me bi vê zanebûna xwe û bi hêza xwe ya rêxistinkirî çawa ku heta niha ji dewleta Tirk hesap pirsî û tola komkujiyan bi têkoşîna xwe hilanî wê ji niha û pê de jî têkoşîna xwe bidomîne. 

DI SALVEGERA QETLÎAMÊ DE DIVÊ GELÊ ME DAKEVIN QADAN

Em sekna bi rûmet ya jinên Kurd, gelê me û dostên gelê me ya bixwedîderketina li şehîdên komkujiya duyemîn li Parîsê raber kirin silav dikin û têkoşîna pêşxistin tu carî ji bîr nakin. Di rashatina salvegera 10’emîn ya komkujiya 9’ê Çile de ev êrîş di şexsê rêheval Evîn û welatparêzên Kurd Mîr Perwer û Abduraman Kızıl de plan kirin. Li pişt vê êrîşê hesabên pir qirêj ên hêzên navnetewî û yê dewleta Tirk hebûn. Lê gelê me, jinên Kurd û dostên wan bixwedîderketina doza mafdar ya têkoşîna azadiyê ya gelê me plana li pişt vê komkujiyê pûç kirin. Çawa ku beriya niha bi deh salan Rêber Apo komkujiya li dijî heval Sara, Rojbîn û Ronahî pûç kir, îro jî jinên Kurd û gelê me bi helwesteke polîtîk û sekneke têkoşer plana komkujiya duyemîn ya Parîsê pûç kirine.

Bi rûhê têkoşîn û berxwedana ku ev 10 sal in, li hemberî van komkujiyan di serî de Rêbertiya me, gerîlayên azadiyê, jinên Kurd û gelê me pêşxistî divê jinên Kurd û gelê me yê welatparêz di salvegera 10’emîn ya komkujiya Parîsê de dakevin qadan. Li hemberî şerê topyekûn yê dewleta Tirk a faşîst, pêwîstî bi berxwedana topyekûn ya bi pêşengiya jin, ciwan û Kurdan heye. Ji bo dewleta Tirk di qada navnetewî de werê darizandin pêwîst e gelê me hem têkoşîna hiqûqî û hem jî têkoşîna xwe ya polîtîk û bi rêxistinkirî mezintir bike. Wekî jinên Kurd divê bi ruhê têkoşîna Sara û bi sekna wê ya berxwedêr di têkoşîna mezin ya sala 2023’an de pêşengiyê bike. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me û ronîkirina hemû komkujiyan li her qadê dengê xwe bilind bike û pêşengiyê ji çalakiyan re bike. 

Em Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê, di salvegera 10’emîn ya komkujiya Parîsê de  ji bo ronîkirina komkujiyê biryardariya têkoşîn mezinkirinê tînin ziman. Heta herdu komkujiyên li Parîsê bên ronîkirin, pergala Îmraliyê bê hilweşandin û desthilata faşîst ya AKP-MHP’ê bi temamî werê rûxandin em ê têkoşîna xwe bidomînin û ji hêzên navnetewî yên bi dewleta Tirk re di nava hevkariyê de ne, hesap bipirsin 

Bi mezinkirina têkoşînê, bi bilindkirina berxwedanê wê jinên Kurd û gelê me hesabê hemû komkujiyan bipirse û ji bo ronîkirina wan dev ji têkoşîna xwe ya hiqûqî û siyasî bernedê. Em bi vê biryardariyê carekî din hêrsa xwe li dijî van komkujiyan tînin ziman."