PAJK'ê Gulnaz Ege û şehîdên Amedê bi bîr anî

Koordînasyona PAJK'ê, fermandara YJA-Starê Gulnaz Ege û gerîlayên YJA-Starê Sarya, Tolhildan û Çavrê bi bîr anî.

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinê ya Kurdistanê (PAJK), fermandara YJA-Starê Gulnaz Ege û gerîlayên YJA-Starê Sarya, Tolhildan û Çavrê bi bîr anî yên ku di 29’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest dabûn.

Daxuyaniya PAJK'ê wisa ye:

"Têkoşîna bi bandor a ku li Bakurê Kurdistanê û li her çar parçeyan tê kirin dijminan têk dibe û çalakiyên gerîlayan Erdogan û dewleta wî ya faşîst dixe nav kaosekê. Ji ber vê jî di serî de gelê Kurd û hemû aliyên azadiya gelan diparêzin, êrîş li ser wan tê kirin.

Operasyonên berfireh ên li dijî eyaleta me ya Amedê rastî berxwedana gerîlayan hatiye û hêzên dewletê yên çeteyan nikarîne encamekê bi dest bixin. Di vê pêvajoya berxwedanê de, di 29’ê Îlona 2017’an de Endama Meclîsa me ya PAJK’Ê Gulnaz Ege, Sarya, Tolhildan, Çavrê gihiştine şehadetê. Rêheval Gulnaz a ku 22 sal in kadroyeke pêşeng a enternasyonal a têkoşîna me ye, li ser esasê azadiya Rêber Apo de bûye kesayetiyeke pêşeng. Rêheval Gulnaz bi eslê xwe ji Afyonê ye û di têkoşîna xwe de bûye xwediye beşdariyeke bi îstîkrar. Rêheval Gulnaz di qadên cihê yên têkoşînê de xebitiye û herî dawîn jî bûye Endama Meclîsa PAJK’ê û Endama Konseya Leşkerî ya YJA STAR’ê û li Eyaleta Amedê têkoşîna xwe domandiye.

ŞEHÎD ÇAVRÊ, TOLHILDAN Û SARYA

Hevrê Sarya di sala 1999’an de ji bo ku li hemberî komploya navneteweyî bibe bersiv beşdarî nav refan bûye. Li ser esasê ku azadiya jinan di nav têkoşîna neteweyî de tê kirin û bi bîreke xurt a azadiyê, bi milîtaniyeke radîkal û fedaî de beşdarî karwanê şehîdan bûye.

Dîsa hevrê Çavrê li ser esasê milîtaniya YJA STAR’ê de li dijî dewleta Tirk a faşîst li ber xwe daye û wek jineke ji vê axê beşdarî nirxên xurt ên dîroka azadiyê bûye.

Hevrê Tolhildan ligel ku nû beşdarî nav tevgera azadiyê bûye bûye îfadeya rast a kesayet û bîra azad a welatparêziya rasteqîn.

Em van her çar hevalên xwe yên şehîd bûne bi rêz û minnetdarî bi bîr tînin. Bersiva herî xurt a ku em bidin bîranîna şehîdan ev e ku li ser azadiya Rêber Apo Neteweya Demokratîk were avakirin. Li ser vî esasî di serî de ji malbatên heval Gulnaz, Sarya, Çavrê û Tolhildanê re em sersaxiyê ji gelê Kurdistan û Tirkiyeyê dixwazin û em biryardariya xwe ya ku em ê xeta şehîdan bigihînin serketinê diyar dikin."