PAJK’ê Dayîka Uweyş bibîranî
PAJK’ê Dayîka Uweyş bibîranî
PAJK’ê Dayîka Uweyş bibîranî
Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya 20’emîn salvegera wefata dayîka Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Uweyş Ocalan peyamek weşand.
PAJK’ê diyar kir ku, ew Dayîka Uweyş bi rêzdarî bibîrtînin û wiha got: “Ligel hemû mirinan em çanda dayîkbûnê ya bi hezaran salane li Mezopotamyayê jiyan dibe li roja xwe ya îro wateyê bar dikin. Dayîka Uweyş ku dayîkek qehran û nûnera çanda xwendewendê bû mîrasa ku ji me re hiştiye, mîrasa azadiyê ye. Azadî bixwe ye. Di van rojên ku rojbûna Rêber Apo bi heyebeteke mezin dihate pîrozkirin, em salvegera wefata Dayîka Uweyş dijîn. Dayîka Uweyş di nav dayîkên Kurdistanê de, jineke xwesere, dayîkek xwesere. Ji ber vê sedemê ye ku em mîlîtanên PAJK’ê di nava hewldana fêmkirin çanda dayîkbûnê de ne.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku, dayîka Uweyş bi kesayetiya xwe ya serhildêr, şervan tê nasîn û wiha hat gotin: “Dayîka Uweyş bi jîrbûna xwe, xwe muhtacê kesî nekiriye û bi îrade û hêza xwe ji zarokên xwe re bûye mînak ku her tim zarokên wê li dijî neheqî serî hildane. Dayîka Uweyş heta dawiya jiyana xwe têkoşîna xwe domandiye û dayîkek fedakare.”
Koordînasyonê da zanîn ku, li Kurdistanê çanda dayîk-jinê çandeke ku hemû civakê xwe de dihewîne ye û wiha got: “ Çanda dayîktiyê ya ku Dayîka Uweyş meşandiye, bi têkoşîna azadiya civakî ya Rêbertiya me meşandiye re derketiye holê. Îro bi hezaran kesên li Amara berhev bûne, li dora nirxên xwendevendiyê bûne yek.
Em wek PAJK’ê dilê xwe û mêjiyê xwe bi çanda dayîka xwendevend û dîroka hezar salî ve girê didin. Di vê meha nîsanê ku rojbûna Rêber Apo û her wiha dîsa wefata dayîka Uweyşe bo me gelek watedare.
Em wek Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) di 20’emîn salvegera wefata Dayîka Uweyş de, careke din hezkirin û rêzdarî bibîrtînin. Em soza xwe ya ji bo layiqbûna çanda xwendaveniyê dubare dikin.”