PAJK: Bi ruhê Sakîneyan xwedî li pêvajoya nû derkevin

PAJK: Bi ruhê Sakîneyan xwedî li pêvajoya nû derkevin

PAJK’ê civîna xwe ya meclisê pêkanî û biryarên girîng girtin. PAJK’ê têkildarî tevlîbûna jinan ya pêvajoya nû ya Ocalan dayî destpêkirin biryarên girîng girtin. PAJK’ê bang li jinan kir ku, bi ruhê Sakîneyan xwedî li pêvajoya nû derbikevin.

Partiya Azadiya Jinan ya Kurdistanê (PAJK) di navbera 30’ê Adarê û 2’ê Nîsanê de li Herêmên Parastina Medyayê de civîna xwe ya meclisê li darxist û biryarên girîng girtin. Civîna ku bi şîara ‘Di xeta tekoşîna Sakîneyan de em xwe zane bikin û bi îradebûnê azad bibin’ hate li darxistin. Piştî civînê biryarên girîng hatin girtin û li ser pêvajoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî destpê kirin ev tişt hatin gotin: “Di civîna me de tespîta pêvajoya Rizgariya Demokratîk bi qasî encamên hêremî û rojane derxe holê, wê bandora xwe di serî de li ser gelên Rojhilata Navîn bike. Bi demê re jî di qada navneteweyî de bersiva xwe bibîne. Modela modernîteya kapîtalîst a hegomonîk ku zêdetirî sedsale gelan bi hev dide qirkirin êdî îflas kiriye.”

PAJK’ê di daxuyaniya dayî de ragihand ku, li dijî çemka desthilatdar ya zayendperestî ku asta azadiya jinê nabîne biryardariya tekoşîna radîkal derket holê.

Daxuyaniya PAJK’ê wiha dom kir: "Ji bo bi hêzkirin û afirandina mekanîzmayên pêwîst ên ji bo pêşxistina Pêngava Rizgariya Demokratîk ji aliyê jinan ve plansaziyek hat çêkirin. Li ser esasên dema nû ji bo pratîk kirina vê plansaziyê perspektîfa hevgirtina bi derdorên demokratîk û şexsiyetên soreşger û azadî ku mafê jinan ên li Tirkiyeyî û Rojhilata Navîn esas digrin, derket holê."

Di civînê de ji bo 9’ê Çilê ku li paytexta Fransa Parîsê 3 jinên şoreşger hatin qetil kirin weke; "Roja Piştgiriya bi Jinên Navneteweyî re û di jiyana azad de israr" bê îlankirin, biryar hate dayin.

PAJK’ê daxuyaniya xwe wiha bidawî anî: "Em bang li hemû kadro û sempatîzanên xwe dikin, da ku xwedî li perspektîfa xurtkirina xeta berxwedan û jiyana azad a rêheval Sakîne derbikevin. Di serî de jînên Kurd em hemû jinên Tirkiyeyî û Rojhilata Navîn pîroz dikin û em dibêjin divê bi awayekî aktîf tevlî pêvajoya afirandina jiyana azad û rizgariya demokratîk bibin."