PAJK: Berxwedana 14’ê Tîrmehê rêya azadiyê nîşan dide

Koordînasyona PAJK’ê ji bo salvegera 38’an a berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê daxuyaniyek da û diyar kir ku vê berxwedanê rêya azadiyê nîşan da.

Koordînasyona PAJK’ê daxuyaniyek belav kir û Kadroyên pêşeng ên PKK’ê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz ên 14’ê Tîrmeha 1982’an ên berxwedana rojiya mirinê dabûn destpêkirin bibîr anî.

PAJK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan:

“Kemalan, Xeyriyan, Akîfan, Mezlûman di 14’ê Tîrmehê de bi bedena xwe ya ya li ber xwe dan, di dîroka şoreşa Kurdistan û Tirkiyeyê de derbasî qonaxekî nû bûn. Ala berxwedêrên rojya mirinê ya mezin a 14’ê Tîrmehê ya bilind kirî Rêber Apo vegerand çalakiya berxwedana 15’ê Tebaxê. Şehîdên xwe yên şopdarên berxwedana têkoşîna azadiyê ya hebûna gelê Kurd di şexsê şehîdên berxwedana rojiya mirinê ya mezin a 14’ê Tîrmehê de bi minet bibîr tînin.

Darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê li welat pêvajoyek nû da destpêkirin. Gavên yekem ên desthilata AKP-MHP’ê ku îro dewleta Tirk hildiweşîne û dixwazin dewleteke nû ava bikin, bi darbeya faşîst a 12’ê Îlonê amadekiriye. Senteza Tirk-Îslam a weke faşîzma kesk tê binavkirin, dîsa Îxwan-î musilman ên li ser axa Rojhilata Navîn xwe rêxistin dike, zextê li hemû hejaran dike, ev sîstem li Tirkiyeyê xwe bi rêxistin dike. Erdogan û rejîma AKP-MHP’ê ya ku îdîa dike serokê vê kevneşopiya faşîst in, dike hedef ku serweriyê li hemû herêmê bikin. Bi êrîşên faşîst di serî de gelên Tirkiyeyê û Kurdistan, Sûriye, Yemen, Lîbya, Qibris, Sûdan û li gelek welatan dixwazin îxwanî rêxistin bikin, li Balkanan jî mafyayên Tirk û çeteyên wê bicih bikin û xeyalên Osmanî bi polîtîkayên Îxwan-î musilman birêve bibe.Li hemû erdnîngarî, li ser gel, jin û xwezaya ku ev polîtîka tê birêvebirin, talan, destdirêjî, asîmlasyon û tecawîz tê kirin.

DI HEDEFA DEWLETA TIRK DE TIŞTÊN 12’Ê ÎLONÊ SERNEXISTÎ HEYE

Di hedefa dewleta Tirk a bi rejîma AKP-MHP’ê ku ji nû ve xwe rêxistin dike, tiştên 12’ê Îlonê sernexistî heye. Rejîma AKP-MHP’ê bi fermana ‘hemû axê dagir bikin, hemû bedenan dagir bikin’. Îro ku bi gotina artêşa xwe divê erdnîgariya Kurdistanê bê dagirkirin, heman demê tê wateya, bedena jinan jî dagir bikin. Dema ku êrîşî Bakur û Başûrê Kurdistanê dike, heman demê cînayetên li ser jinan, şidet û destdirêjiya li zarokên keç ên biçûk li Tirkiyeyê jî zêde bûye. Dixwazin Peymana Stenbol a mafê parastin û parastinê ya pir bi sînor jî be ya jin betal bikin. Hemû pêkanînên dagirkerî, xesp, destdirêjî û destavêin îdeolojîk û polîtîk in. Bi hev ve girêdayî û di nava hev de ne. Êrîşa li ser civak, xak, av, hewa û kedê êrîşa li ser jinê ye. Divê tu jin vê ji bîr neke; dema ku em ax, av, hewa û keda xwe biparêzin, em ê bikarin xwedî li berxwedan û azadiya xwe jî derkevin.

Faşîzim bi konseptekî bê cudahî êrîş dike. Dema ku li Başûrê Kurdistanê êrîşî Heftanîn dike, dixwaze Peymana Stenbolê fesîh bike. Dîsa bi qetilkirina pezkûviyan a li Dersimê, li Findikli ya Rîzeyê hircan qetil dike. Ava Çemê Firatê digire, gelê Bakurê Sûriyeyê bê av dihêle, dîsa mûzeya Ayasofya vegerandin mizgeftê, her wiha qanûna baroyan a pir di meclîsê de derbas kirin dixwazin parêzeran teslîm bigirin. Rejîma AKP’ê-MHP’ê dijminê dîrok, civak, jin, hemû ciwaniyên xwezayê, başî, edale û azadiyê ye. Dijminê her ferdekê ye ku nikaribe teslîm bigire.

YEKAN E TIŞTA NEKARÎN TESLÎM BIGIRIN…

Rejîma Tirk a nû pêvajoya restorekirina komarê ya bi darbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlonê hate destpêkirin, guherand, rejîmeke nû ya ku teslîm girt ava kir. Ev rejîm dikare qanûn, artêş, polîs, sîstema perwerdehiyê û edalet teslîm girtibe. Darbeya faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlonê jî îdîa dikir ku li zindanan hemû destûr û qanûn wan bi xwe daniye. Li korîdar û hucreyên zindanên Amedê gotinên Esat Oktay ên ‘Li vir qanûn ez im’ olan dida, berxwedêrên rojiya mirinê ya mezin dizanî ku her tişt aliyê Esat Oktay e. Lê yekan e tişta ku teslîm negirtin, ew berxwedêr bi xwe bûn. Tevî vê rastiyê Kemalan, Xeyriyan, Akîfan, Mezlûman Sarayan ketin berxwedanê tulayên dîwarên zindana Amedê ya Esat Oktay avakirî yek bi yek hilweşand, tarûmar kir û veguherîn heqîqetê.

RÊYA AZADIYÊ NÎŞAN DAN

Em jî jinên Kurd bi ruhê berxwedanê yên Kemalan, Xeyriyan, Akîfan, Mezlûman, Sarayan li dijî faşîzmê têkoşîn dikin. Em dizanin ku wê dîroka civakan bi destê jinê bên nivîsîn. Em ê li dijî êrîşên dagirkeran, bende, ax, xweza, av, hewaya xwe biparêzin û li ber xwe bidin. Berxwedêrên rojiya mirinê ya mezin a 14’ê Tîrmehhê ji bo me rêya berxwedanê nîşan da.

Em Partiya Azadiya Jinan a Kurdistanê di şexsê şehîdên rojiya mezin a 14’ê Tîrmehê hemû şehîdên azzadiyê bi rêzdarî, minet û girêdanekî mezin bibîr tînin. Soza azadiyê nû dikin.”