PAJK: Çiraya azadiyê ya jina Kurdistanê pê xistiye li dinyayê belav bû

Koordînasyona PAJK’ê di salvegera Qetlîama Parîsê de Sara, Rojbîn û Ronahî bi bîr anî, bal kişand ser qetlîama duyemîn a Parîsê û got “Jinên Kurd ji hemû jin, mirovahiyê re bûne hêvî û paşeroja ronî.”

Koordînasyona PAJK'ê bi sernavê "Ji Sarayan, ji Evînan heta Jin, Jiyan, Azadî" daxuyaniyek weşand. Daxuyaniya ku li ser malpera înternetê ya PAJK'ê hate weşandin, bi vî rengî ye:

“Di serî de şehadetên Sara (Sakîne Cansiz), Rojbîn û Ronahî û hevrê Evîn (Emîne Kara) ku ji bo têkoşîna azadiyê, wekhevî, demokrasi û edaleteke rast emrê xwe dan û ya hunermendê Kurd Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil trajediyeke dîrokî ye û mohra xwe li dîroka Fransayê da. Şehadetên hevreyên me yên pêşeng û welatparêzên me yên hêja ji bo me sondeke ku em ê bi komplo û qetlîaman hesab bipirsin, faşîzma dewleta Tirk, nokerîyê, xiyanetê têk bibin. Li hemberî bîranînên şehîdên me yên mezin bi rêzdarî bejna xwe ditewînin, girêdanbûna xwe diyar dikin û qetlîama namerdane bi hêrs û nefreteke mezin şermezar dikin.

9’ê Çileya 2013’an li Parîsê yek ji damezirînera Partiya me PKK û pêşenga Tevgera Jina Kurd û hevreya têkoşînê ya ewil a Rêbertî Heval Sara (Sakîne Cansiz) û bi wê re heval Rojbîn û Ronahî şehîd bûn. Piştî 10 salan qetlîama duyemîn a Parîsê pêk hat. Ev deh sal in gel û jinên Kurdîstanê ji bo ku berpirsên qetlîama Parîsê bên eşkerekirin bê navber li ser pêyan in û têkoşîna vê didin meşandin. Dewleta Fransa li dewsa ku ji ber sûc û kiryarên dewleta Tirk wî bidarizîne, carek din 23’ê Kanûnê li hemberî Kurdan qetlîama duyemîn a Parîse pêk hat.

Pêvajoya ku di sala 2013’an de hevalên me Sara, Rojbîn û Ronahî li Parîsê hatin qetilkirin rastî demeke girîng tê. Rêbertiya me di wê deme de li ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd gav diavêt û zemîneke diyalogê pêş dixist. Bi qetlîama Parîsê re di esas de Rêbertî hat hedef girtin. Hem xwestin pêvajoya diyalogê bê sabotekirin, hem jî wekî yek ji rêhevala ewil a Rêbertî xeta îdelojîk hat hedef girtin. Em nikarin vê qetlîamê wekî ku dewleta Tirk bi hestên basît ên dijminahî di şexsê Tevgera me de li dijî Kurdan pêk aniye pênase bikin. Qetlîama Parîsê êrîşeke piralî  bû û bi armanceke îdeolojîk, siyasî, leşkeri, civakî û psikolojik pêk hatibû. Bi qasî aliyê wê yê îdeolojîk, aliyên wê yên girêdayî rewş û pêşveçûnên Kurdistan, Rojhilata Navîn û dinyayê jî hene. Çawa ku bi komploya navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’ê re NATO û hêzên Gladioyê xwestin mudaxeleyî herêmê bikin; Qetlîama Parîsê ya 9’ê Çile jî ji aliyê heman hêzan ve û bi heman armancê ve pêk hat. Avakirina Modernîteya Demokratîk a ku wê di pêşengtiya Kurdistan û xeta Rêbertî de li herêmê pêş biketa û aştî û çareseriyeke mayînde armanc dikir, hat hedefgirtin. Dema qetlîam pêk hat Rêber Apo got, ‘Bûyera Sakineyan şikestineke wisa ye ku li Tirkiye bi qasî 19’ê Gulanê girîng e.’ Rêber Apo îşaret dikir êrîş çiqasî pir alî yê û talûke çiqasî mezin e. Kuştina Prensê Awistiryayî bûbû sedema destpêkirina şerê cîhanê ya yekemîn û şerê di navbera welatên Ewropî de belavî hemû cîhanê bûbû. Ji bo şerê Kurd- Tirk kûr bibe, Rojhilata Navîn ji ber şerê gel û baweriyan perçe bibe li ser herêm û gelan şerekî qirêj hat ferzkirin. Her wiha bi van şeran re xwestin Tevgera Jina Azad bi awayekî cidî tehdît bikin. Ji ber milîtaniya jinê pêşketinên xurt nîşan dida û zorê li pergala serdestiya zilam û berjewendiyê wî dikir; xwestin bi qetlîameke wiha re jinên ku têkoşînê azadiyê dimeşandin bitirsînin, zeyîf bikin, belav bikin û milîtaniya jinê paş ve bihêlin. Bi heman armancê di konsepteke navnetewî de vê carê jî 23’ê Kanûna 2022’an de qetlîameke duyemîn pêk anîn. Ev berdewamiya polîtîka û berjewendiyên wan ên qirêj in. Bi destê rejîma faşîst a MIT-AKP-MHP û mûtefîkê wan hêzên Gladio ve û bi destura NATO’yê ve ev qetlîam pêk hat.

TÊKOŞÎNA ME BÊNAVBER DIDOME

 Ji bo ku faşîzma AKP- MHP ji desthilatê nekeve, êrîşên herî mezin ên dijmirovahiyê pêk tîne. Tecrîda li ser Rêbertî di sala 2022’an de hat asta herî jor. Li gel vê yekê, dewleta Tirk a faşîst hemû hebûn û dewlemendiya xwe ji îmhakirina gerîla bi kar anî. Li Bakurê Kurdistanê ji bo vîna gel bişkîne di çarçoveya qirkirina siyasî de zextê li ser gelê Kurd, jin û girtiyên siyasî zêde dike. Li dijî destkeftiyên têkoşînê wekî avahiyên siyasi û hevserokan, operasyonan dike, hewil dide Rojava û Şengal dagir bike û gefan dixwe. Têkoşîna me ya nefes bi nefes a li dijî dewleta Tirk a faşîst, bi destanên mezin ên qehramaniyan re tijî ne û di vê pêvajoya berxwedanê de me berdelên pir giran dan. Pêvajoyeke binketinê ji bo desthilata AKP-MHP dest pê kiriye û êdî nikare pêşiya wê bigire. Ev pir eşkere û zelal e. Xitimîn, neçarî, bêçareseriya ekonomîk, siyasî û leşkerî ya faşîzma TC jiyan dike teqez encam û destkeftiyên ku têkoşîna me derxistiye holê ne. Di qada navnetewî de li ser navê prestîj û îtîbar tiştekî wan nemaye. AKP-MHP hebûn û nebûna xwe di tesfiyekirina Kurd û Tevgera me ya Azadiyê de dibîne. Ji bo welatên Ewrûpiyan bikin hevkarê van êrîşên qirker û faşîst her tiştî dikin. Hem Tirkiye bi awayekî herî erzan pêşkêşî sermayeyên derve dikin hem jî dixwazin hêzên Ewrûpî û Rojavayî bi hewildanên provokatîf, tehdît û şantajan hewceyî xwe bikin. Nêzîkatiyên xweparêz û berjewendperest ên hêzên Rojavayî ji dewleta Tirk re heta niha zemînên êrîşê vekiriye. Wisa xuya ye ku desthilata AKP-MHP êrîş û gefên xwe wê hîn bêhtir kûr bike.

PERGALA DEWLETPARÊZ Û ZILAMÊ SERDEST KETIYE NAV QEYRANÊ

Saleke nû ya têkoşînê ango sala 2023’an di aliyê kûrewî de bi taybetî jî ji bo pêşeroja Kurdistan û Rojhilata Navîn xwedî girîngeyeke krîtîk e. Destpêkirina pêvajoyeke nû ya siyasî nişan dide. Em wekî Tevgera Azadî û gel ji pêvajoya herî girîng û krîtîk a têkoşîna me ya 45 salî derbas dibin. Di pêvajoyeke wisa awarte de pêşveçûnên muhtemel wê di girîngeyeke dîrokî de be. Îro li Rojhilata Navîn tenê qeyranên ku modernîteya kapîtalîst û hêzên statûkoparêz çêdikin nayên jiyîn. Pergala dewletparêz û zilamê serdest a pênc hezar salî û versiyonên wê yên îro ketine nav qeyranekê. Mirovahî di vê astê de koçberiyan, qetlîaman û texrîbatan dijî. Bi şerên mezhep û desthilatan re danehevên dîrokî, nirxên çandî yên gelan li ber çavê hemû dinyayê tên tinekirin. Demografya û avahiya çandî ya Rojhilata Navîn û bi taybetî jî Kurdistanê tên guhertin û mîrateyên bingehîn ên mirovahiyê tên tinekirin. Bi şerê cîhanê ya yekemin û duyemîn re, hemû hêz ji bo li gorî berjewendiyên xwe  para xwe bigirin ketine nav şerekî. Di şerê cîhanê ya sêyemîn de jî eşkere ye ku hemû hêz hem li herêmê hem li cîhanê ji bo parekî ji xwe re bistînin, şer dimeşînin. Ti maf û azadiya mirovan ne di xema hêzên navnetewî de ye. Tenê dixwazin di mile aborî de xwe bi hêz bikin û siyaseta xwe ya emperyalîst serwer bikin. Ji bo vê jî, di serî de li ser Kurdan û li ser herêmê vî şerê qirêj ferz dikin. Pergala moderniteya kapîtalîst û netewe dewlet ji bo xwe ji qeyrana pergalî xilas bikin serî li van rêbazên xedar dikin. Berxwedana gelan a ku di pêşengtiya Kurdan de li hemberî vê pêş dikeve ji bo tengezarî û beçaretiyê dibe hêvî. Li hemberî ferasetên faşîst ên netew dewletan ku dixwazin gelan bi hev bidin xistin, yek riya çareseriyê heye. Ew jî paradigmaya Rêber Apo ye. Em yek hêz in ku bi têkoşîn û  pêşengiya azadiya jinê projeya çareseriyê û pergala jiyana demokratîk û komunal a gelan gav bi gav ava dikin.

DESTHILATDAR DIXWAZIN JIN Û CIVAK HÎNÎ TUNDIYÊ BIBIN

Di dîroka giştî mirovahî de, jin bûne hedefa yekem a teror û tûndiya ku aqlê ezez, despot û zilam ava kiriye. Di roja me de jî, pergala zilamsalarî her dixwaze jinê bifetisîne, hemû destkeftiyên wan ji holê rake, çanda zilamsalarî li ser hemû civakan serwer bike. Wisa bûye ku di nav jiyana rojane de êdî her cure tûndîtijî tên pêkanîn. Tê xwestin jin û civak hînî tundiyê bibin. Jixwe civakeke ku fêrî tûndîtijiyê bûye, her tişt jê tê hêvîkirin. Dibe civakeke nexweş ku her cure zext, êrîş, cinayet û xirab, normal dibe û rizandin û hilweşîna civakî pêk tê. Faşîzm li ser civakeke wisa xwe bi rêxistin dike û xurt dibe. Ji bo jin li hemberî pergala zilamsalarî ya xitimiye tek îrade û guherîna çareseriyê ye weke asteng û tehdît tê dîtin. Lewma, hedefa destpêkê ya ku berê xwe dide hêza jinê ye û dixwaze di şexsê jinê de îradeya hemû jinan bişkîne.  Di nav civakê de êrîşên siyasî, civakî û zayendperest dijwar dikin û dixwazin bi tûndîtijî re jinan bê bandor bihêlin. Di bin sedema ku jinê ewqasî dikin hedef, çand, nasname û dîroka civakî ya jin temsîl dike heye. Jinan her tim têkoşîna xwe ya li hemberî êrîşên pergalî û guhertina pergala zilamsalarî meşandin û heta îro hatin.

ARMANCA BERXWEDANA ME VEGUHERÎNEKE RADÎKAL E

Di navenda şerê cîhanê ya sêyemîn a ku îro li Rojhilata Navîn pêş dikeve de êrîşên li dijî jinan heye û sedema vê ya bingehîn jî hêza civakî a têkoşîna azadiya jinê ye. Lewma, polîtîkayên zayendperest, terora zilam û dewlet a ku hêzên modernîteya kapîtalîst û bi taybetî jî li Kurdistanê netewe dewletên serwer weke Tirkiye û Îran netew dewletên despot, paşverû yên li Rojhilata Navîn pêş dixin girêdayî vê yekê ye.

Li hemberî vê, wekî jin têkoşîn û berxwedaniya em pêş dixînin berxwedaneke ku li dijî êrîşên kapîtalîzmê ji her eniyê ve bersiv dide û veguherîneke radîkal armanca wê ye. Ango berxwedaneke ku hişmendiyeke dîrokî û çandî ava kiriye. Çareseriya me ya modernîteya demokratîk û neteweya demokratîk tê wateya ku ev berxwedan di pratîkkirina hevjiyana azad de şênber bibe û veguhere pergaleke civakî. Dema em wisa dinirxînin rastiya jinê, li gorî rastiya zilam hîn nêzî çareseriya me ya modernîteya demokratîk e. Jina ku zêde tevlî lîstokên desthilata modernîteya kapîtalîst nebûye, xwezaya wê ya ji azadî û wekhevî re vekiriye, qerektera wê ya parve dike, jiyana demokratîk û komûnal xweyî dike ji her demê nêztir e ku ji şoreşa Rojhilata Navîn re pêşengî bike. Ji ber ku milîtaniya jina azad a bi felsefeya azadiya jinê ya Rêber Apo re ava bûye, hem herêmî hem jî di asta navnetewî de ji şoreşa jinê re pêşengî dike Tevgera me ya azadiyê û hêza me ya milîtan û pêşeng dibin hedefên sereke yên êrîşan. Di serî de ji jinên Kurd û hemû jinên bi rêxistinî û têkoşer ditirsin. Lewma jî êrîş dikin.

RÊBER APO XETA AZADIYA JINÊ AVA KIR Û PÊŞ VE BIR

Di nav van aloziyên ku mirovahî tê de diyan dike de, wekî jin û gelê Kurd pirsgirêkên me yên azadiyê û riyên me yên çareseriyê ji her demî zêdetir xwedî taybetmendiyeke gerdûnî û bitûnî ye. Lewma, bi qasî ku em têkoşîn û çareseriyê di herêmê de pêş dixin, heman demî di qonaxeke ku asteke gerdûnî jî qezenc dikin de ne. Çarenûsa gel û kesên bindest ên Rojhilata Navîn ji her demî zêdetir derbasî hev bûne. Rêber Apo xeta azadiya jinê û paradigmaya netewe dewlet pêş xist. Li Rojhilata Navîn rêçeke nipînû vekir, qonaxeke nû ya têkoşînê da destpêkirin. Lewma, Tevgera Azadî îro tam jî di navenda şerê cîhanê ya sêyemîn de cih digre. Bi qasî bandor dibe, mezin jî bandor dike. Ji ber vê yekê, çawa pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke navnetewî be, tevgera me ya azadiyê û têkoşîna me ya azadiya jinê jî wesfeke herêmî û navnetewî qezenc kiriye. Tevgera Azadiya Jinê, ji bo gelan pêşeng e û çavkaniya hêzgirtinê ye. Ji bo hêzên modernîteya kapîtalîst û netew dewletan jî tam talûkeyek û gefek e. Ji ber vê komploya navnetewî her tim nûjen dikin û dixin meriyetê. Dixwazin têkoşîna me ya azadiyê û Tevgera me ku berjewendiyên pergala zilamsalarî tehdit dike tesfiye bikin û wekî astengiyek ji holê rakin. Ev hemû polîtîka di serî de li ser Rêber Apo tên meşandin. Têkoşîna Rêber Apo, sekn û berxwedana wî ya li dijî vê dide pir bi wate û dîrokî ye. Her wiha berxwedana gerîla ya di serî de Zap, Metîna, Avaşîn; li Bakur û Başûr sekn û têkoşîna fedaî îfadeya şênber a milîtaniya Apoyî ye. Hatiye dîtin ku tevî hemû komplo û êrîşan Tevgera me ya Azadiyê naye tesfiyekirin û jin, gel û ya herî girîng jî gerîlayên me yên bi qehremanî li ber xwe didin îrade û hêzeke wisa ye ku nayê têkbirin.

LI KURDISTANÊ BERXWEDANA BI PÊŞENGTIYA JINAN DIDOME

Îro li Kurdistanê di serî de gerîlayên YJA STAR û HPG di pêşengtiya jina Kurdistanê de îro qehremantî berxwedanek tê nîşandan. Di cewhera vê de li hemberî derew, dirûtî û hemû kirêtiyên pergala serdestiya zilam, li dijî her cure sextekarî û koletiyê bertek nîşandayîn, ji wan nefret kirin heye. Ev berxwedana mezin; îradeya însan, îradeya civak û jinê gihandiye lûtkeyê û serkeftina wê îspat kiriye. Çi aîdî zilamê serwer û pergala wî hebe ji binî ve tine kiriye û biryardarî û baweriya ku tiştên aîdî xwe ji nû ve ava bike daniye holê. Azwerî, hesret, lêgerîna azadiyê ya jinê û berxwedana bêhempa têkoşînê gihandiye lûtkeyê. Îradeya xwe daniye holê û pêşeroja xwe ew bixwe diafirîne. Taybetmendiyên jinê yên ruhî, siyasî, çandî, fikrî, estetîk û şerkerî pêşveçûneke dîrokî bi dest xistiye. Rastiya jina ku pêş dikeve û bedew dibe; ji bo rastiya zilamê ku bi qanûn û kevneşopiyan ketiye bin ewlehiyê jî bûye derbeyeke giran. Rastiya jin û zilamê ku di pêşengtiya jina azad dibe de bedew dibe jî bi xwe re derxistiye holê. Îro li çiyayên Kurdistanê di pêşengtiya YJA Starê de şehîdên me yên jin û xort li dijî her cure êrîşên dijmin mil bi mil şer kirine, bi hev re pîvan û rêgezên jiyana azad di şexsê xwe de şênber kirine. Di şexsê wan de Kurdên azad, serbixwe, hunera Kurd a nû, estetîka Kurd a nû, xweşikî û zanabûna Kurd a nû tê jiyîn. Îro gele Kurd, bi jina Kurd a ku hêza civakî ye, ji zilam hesap dipirse û xwe digihîne jiyanê re ber bi jiyana azad ve dibeze û şoreşa xwe dihûne. Gelekî ku xwe bi zafere ve kîlît kiriye, asta bawerî û biryara wî xurt e teqez wê ser bikeve. Kêliya ku me bi heman biryardarî û baweriyê, vê berxwedanê di asta radîkal de li hemû qadan pêş xist; wê demê jiyana birûmet, demokratîk û azad jênerevîn e, teqez e. Diyar e ku di sala 2023’an de hemû pêşveçûn wê bi vî awayî be.

TÊKOŞÎNA ME DÎROKA BERXWEDANÊ YE

Her du qetlîamên Parîsê û şehadetên hatin jiyîn li cem me jinan, di bav gelê me û dostên me û hemû dinyayê de êşeke kûr a bêterîf ava kir. Dilê me bi dijwarî birîndar bû. Di 45 saliya têkoşîna me ya azadî de me serdemên pir zehmet û jandar jiyan kir. Keç û lawên herî bijarte û egîd ên vî gelî bi şehadetên xwe re destkeftiyan bi dest xistin da ku em werin van rojan. Ji rêheval Sara ku ew ji roja ewil a tevger û têkoşîna me heta îroj ji bo me dîroka berxwedanê ye, heta heval Evîn Goyî ku di oxira azadiyê de xwe feda kiribû û heval Rojbîn û Ronahî ku di pêşeroja têkoşîna me ya azadî de mîsyona pêşengtiyê radikirin, şehadetên van hemû hevalên me ji bo Tevgera Jin windahiyên mezin û giran in. Bi taybetî jî cihê heval Sara ya di dîroka me ya têkoşîna azadiyê de û şehadeta wê wateyeke xwe yê cuda heye. Hê Tevgera PKK partiyî nebûbû, di qonaxa komê de jinên ku bala xwe didan têkoşîna azadiyê, tevî hemû zextên dewlet û malbatê jî di xebat û çalakiyên perwerdehî û îdeolojîk de cihê xwe girtine. Ger em wê demê ber çav bigrin bêşdarbûna jinan qet ne kêm bû. Va yek ji wan jî hevala Sara bû. Dema Tevgera PKK nas kir şûn de ji bo bibe Apoyî, ji bo bi wan re bijî her tiştî daye ber çav, bi înadeke mezin bi malbat û hawirdora xwe re şer kiriye. Bi bawerî, heyecan, xîretî, îdîa û coşeke mezin xwe bi Apoyiyan ve girtiye, jiyan û pêşeroja azad hembêz kiriye û bi awayekî çalak di xebatan de cih girtiye.

Di salên 79-80’an de dewleta TC ji bo îradeyê bişkîne û teslîm bigre li zindanan li dijî kadroyên Tevgera me zext, îşkence, zilmeke dij mirovahî kiriye û li hemberî vê berxwedaneke ku di dîrokê de nehatiye dîtin, hatiye dayîn. Dîroka mirovahiye bû şahîdê van hemûyan. Ew kevneşopiya berxwedanê ya Mazluman, Xeyriyan, Kemalan, Ferhat û Sarayan ava kiriye, hişt ku têkoşîna me li derve pêş bikeve û rastiya Kurd jiyan bike. Bi taybetî jî Heval Sakîne Cansiz li hemberî her cure îşkenceyên dijmin di fikir, hest û jiyanê de berxwedan û sekneke bi rûmet nîşan daye û di nav gel de bandoreke pir xurt ava kiriye, ketiye ser zar û zimanan. Tifî rûyê îxanet û celad kiriye û rastiyên ku dizane û pê bawer e bi înat parastiye. Ji bo rastiyên xwe şer kiriye û ji bo van jiyanî bike di têkoşîna xwe de heta dawî israr kiriye. Di avakirina kevneşopî û xeta berxwedanê ya zindanan de berxwedana Heval Sara diyarker e. Heval Sara bi tîpên zêrîn li dîroka PKK û Kurdistanê nivîsand ku milîtanên PKK’yî li ku derê be bila bibe, wê tu car teslîmî dijmin nebin, têkneçûyîna îradeyê nîşan bide û berxwedan û serkeftin wê her tim gengaz be. Heval Sara bi qasî di pêşketina berxwedaniya zindanan de rol leyîst, heman demê moral û hêzeke mezin da jin, mêr, ciwan, pîr hemû beşên civakê. Xîreta têkoşînê pêş xist. Têkoşîna azadiya jin a Kurdistanê ya ku şoreşgertiya jin a milîtan jê re pêşengî dike; xwedî qerektereke ku nahêle gerîla bin bikeve, civakê ber bi têkoşînê ve dibe û xwe daîmî dike ye.

Gelek dayikên welatparêz navê Sara li zarokên xwe kirine. Dîsa, hevalên wê demê tevlî têkoşînê bûne navê Sara wergirtine. Bi qasî sekna heval Sakîne ya li hemberî dijmin heman demî sekna wê ya di nav pêkhateya jin de jî ji bo berxwedana zindanan roleke diyarker lîstiye. Berxwedana Zindana Amedê ji bo jin ji malê derkeve, xwe bigihîne civakê û siyasî bibe bibandor bûye. Deriyên zindanê ji bo jinên Kurd, dayikên Kurd xwe zana bikin roleke girîng lîstine. Ji bo rastiya PKK û pirsgirêka Kurd di qada navnetewî de bibe rojev û raya giştî li derdora vê yekê kom bibe berxwedana zindanan dengek mezin vedaye. Bi taybetî jî di şexsê Heval Sara de li gel taybetmendiyên berxwedêr a jina Kurd, xîreta têkoşînê û îradeya wê ya xurt jî di qada navnetewî de bandoreke cuda çekiriye.

HEVAL SARA EMRÊ XWE DA TÊKOŞÎNÊ

Heval Sara di pêvajoyeke demdirêj a têkoşînê de emrê xwe da rizgariya gelên bindest, emrê xwe da azadiya jinan. Emrê xwe da heqîqeta însan bûnê, çiyayan, şer. Jineke egîd, azad, berxwedêr û înat bû. Ji bo wê rêgeza bingehîn a mirovbûnê beriya her tiştî li hemberî neheqî û zilmê li berxwe dayîn bû ji ber ku berwedan jiyan e! Li hemberî bêrehmî, bêedaletî, newekhevî, dirûtî û derewtiyê ti car dev ji berxwedanê berneda û têkoşîna xwe domand. Hevala Sara li hemberî zextan her timî bi hêrs dibû. Li hemberî êrîş û zextên hêzên paşverû û serwer ên li dijî gelê Kurd, nasname û baweriyên cuda herî zêde jî jinan her tim xwesteka xwe ya têkoşînê bilind dikir. Di têşegirtina milîtanî û xeta azadiya jinê de xwedî rol bû û taybetmendiyên jina milîtan şênber kir û pîvan rêgezên wê diyar kir. Heval Sara xwe bi şoreşa jinê, şoreşa Kurdistanê re kiribû yek. Ji ber ku bindestiya dîrokî ya jinan, gelê Kurd û wekî bawerî bindestiya Elewiyan ji kûr de dijiya.

Mîrateya Besê, Zerîfe, Leyla Kasim, Rosa û Clarayên ku bûne malê dîrokê û bi hezaran jinên ku berdêl dane girt ser xwe. Bi qasî bû malê gelê Kurdistanê îro bûye nirxeke azadî ya jin û gelên Rojhilata Naverast û nirxeke gerdûnî qezenc kiriye. Ger îro di serî de li Bakur û Rojava li çar aliyê Kurdistanê jin li ser piya bin ev bi saya van nirxên azadiyê ne. Bi hezaran jin ji Sarayan bandor bûn û berê xwe dan çiyayan û di xeta Sarayan de fedaîtî ji xwe re esas girtin. Xeta azadiya jinê, cewhera têkneçûna Tevgera Azadiya Kurd e. Heval Sara bi Rêber Apo re hevaltiyeke rast kir. Bi saya wê û bi hezaran şehîdên şopdarên wê re ev cewher û xet hatiye avakirin.

Heval Sara, hemû tiştên pêşî ya Tevgera PKK û têkoşîna me ya azadiyê jinê ava kir, ji destpêkan re pêşengtî kir û nirxên asta netewî ava kir. Kesayeta berxwedêr û milîtan a Heval Sara riya lêgerînên me yên azadiyê vekiriye, ji bo têkoşîna me ya azadiya jinê her timî bûye çavkaniya herî mezin a hêzê. Ji bo me bi qasî dîrok û mêjiyeke azadiyê û hişmendiya rêxistin û têkoşînê ye di heman demê de çavkaniya moral, hêz, îdîa û jiyanê ye jî. Lewma, em têkoşîna hevala xwe Sara wekî dîroka têkoşînê ya tevgera me ya azadiya jinê qebûl dikin û vê xetê ji xwe re esas digirin.

Di sala 1988’an de Rêbertî wêneya heval Sara ya ku di zindanê de hatiye kişandin û li ser maseya karkirinê ye çend car mêze dike û wiha dibêje, ‘Sakîne; keçeke me ya ku di destê dijmin de û di bin îşkenceya wi ya hovane de li ber xwe dide ye. Tevî hemû îşkenceyan jî tu car dev ji berxwedanê bernade, her tim difikire, dinivîse – xêz dike.’ Wisa ji komek hevalên jin dipirse, ‘Gelo hûn ê jî karibin bi qasî Sakîne, bi qasî wê bibin?’ Ya rast dema Rêbertî vê dipirse di şexsê Heval Sara de pîvana teslîmnebûyînê,  berxwedanê û têkoşînê, îradeya li hemberî zehmetiyan daniye holê. Ango, sekna di şexsê Heval Sara de derketiye asta jina ku di PKK de şoreşger û milîtan dibe nîşan dide.

Heval Sara di 45 saliya têkoşînê de hema hema li hemû qadên têkoşînê, di her xebatekê de cih girtiye, bi fedakarî û keda xwe nirxên mezin bi têkoşîna me daye qezenckirin. Piştî ji zindanê derdikeve bi hesreteke mezin xwe digihîne çiyayên azad, di refên gerîla de cih digire û di pêşketin û rêxistinkirina artêşbûna jinê de ew bi xwe pêşengtî dike. Di sala 1995’an de li çiyayên Kurdistanê li Metînayê Yekemîn Kongreya Jinan a Netewî ya YAJKê de bi sedan gerîlayên jin beşdar dibin. Heval Sara roleke mezin dilîze û dibe endama navendê ya Tevgera me ya Jin. Di xebatên Tevgera me ya Jinê û di erk û berpirsiyariyên xwe de xwedî kedeke mezin bû.

HEVAL SARA NAVÊ JIYANA BI WATE BÛ

Heval Sara tu carî jiyaneke ji rêzê, bê wate û paşverû qebûl nekir. Li hemberî koletî û rastiya jina kole her tim bertek û raperîna xwe hebû. Biçe ku derê jî li wir li hemberî hemû paşverûtî, zeyîftî her timî têdikoşiya. Heval Sara taybetmendiyên erenî  û aliyên balkêş ên însanan, jinan û rêhevalên xwe derdixist holê û hewil dida pêş bikevin. Ji bo rastiya mirovên baş, bedew û rast derxîne û jiyaneke bi wate ava bike her timî şer bû jiyana heval Sara. Jiyanê bi qasî ku di oxira wê de canê xwe bide hez dikir. Heval Sara navê jiyana bi wate bû. Ji ber ku jin jiyan e, jin azadî ye! Lewma yek roj jî bê şer, bê têkoşîn û bê pevçûn derbas nedikir. Heman demî evîndara xwezayê bû. Ji bo çanda xwedawendan a ku di welatên xwedavendan de winda bûye ji nû ve şîn bike hestên xwe, hîsên xwe pir xurt jiyan kir. Çawa ku xwedawend ji bo nirxên avakirine winda nebin ewqasî têkoşiyane û li ber xwe dane; heval Sara jî şîverê, gir, çiyayên ku şehîd lê meşiyane meşiyaye, weke ku bifire bi çiyayan re, dol û çeman re, bi çûk û kulîlkan re kûrtasî bi hemû xweşikiyên xwezayê re bû yek. Qêrînên azadiyê yên hemû jinan hîs kir û bû ziman û vîna jiyana bi rûmet. Lewma, xeta Sakîne ji bo hemû jinan hevpeymana avakirina jina azad e. Li dijî qirkirina jinê û civakê hevpeymana avakirina civaka exlaqî û polîtîk û konfederalîzma demokratîk e.

HEVAL ROJBÎN BÛBÛ DENG Û ZIMANÊ GELÊ KURD

Heval Rojbîn hevaleke me ya ku xwedî azwerî û lêgerînên azadiyê bû. Li her qadekî têkoşînê li hemberî pirsgirêkên jinan baldar bû. Ji bo Tevgera Jinê hêvî dida, hevaleke ku dikarîbû misyon û berpirsiyariyên mezin rabike. Bi jêhatîbûna xwe dihat nasîn, di armanca xwe de bi înat, bi îdîa û bibiryar bû. Ji bo têkoşîna birûmet û mafdar a gelê xwe, êşên gelê xwe bigihîne qadên navnetewî di siyaset û dîplomasiyê de berpirsiyariyên mezin rakiribû û role lîstibû. Heval Rojbîn di pêşketina siyaset û dîplomasiya Kurd de rol lîstibû û anîbû asteke girîng. Dost û çeper bi têkoşîna azadiyê dabû qezenckirin, bûbû deng û zimanê xurt a jin û gelê Kurd. Bi taybetî jî di pêngav û kampanyayên ji bo azadkirina Rêber Apo de ew bixwe pêşengtî kiribû û bê ku biweste, bê ku aciz bibe bi israr û azweriyeke mezin têkoşîna vê dabû. Heval Rojbîn bi zanabûna ku azadiya gel û jinan ji azadiya Rêber Apo derbas dibe tevdigeriya, kar dikir û têdikoşiya. Erk û berpirsên me jî vê têkoşînê bi teqez gihandina serkeftinê û azadiyê misogerkirin e.

DI ŞEXSÊ HEVAL RONAHÎ DE TEVGERA CIWANAN BÛ HEDEF

Rêhevala me Ronahî jî di emrekî biçûk de çûye Ewrûpa û li wir mezin bûye. Tu carî bi terz û çanda Ewrûpa re nebûye yek, her tim bi eşq û hesreta Kurdistanê re mezin bûye. Li dijî polîtîkayên kapîtalîzmê yên ku ciwanên Kurd ji çanda wan a cewher, koka wan a dîrokî, ji nirxên wan ên civakî qût dike, asîmîle dike, bêesl dike mîna heval Rojbîn helwesteke radîkal datîne û azadiyê hildibijêre. Hişmendiya welatparêzî, lêgerîna azadiyê wê digihîne têkoşîna azadiyê. Bi taybetî jî ciwanên li Ewrûpa dijîn, li wir mezin dibin divê sekna Heval Ronahî ya ku pergala modernîteya kapîtalîst û lîberalîzmê pirsiyar dike ji xwe re esas bigirin, li derdora têkoşîna azadiyê rêxistinbûna xwe kûr bikin û berfireh bikin. Di şexsê hevala me ya ciwan Heval Ronahî de tevgera ciwan a Kurdistanê bû hedef.

Di van rojên ku salname nêzî 9’ê Çileyê dibe de carek din li Parîsê qetlîam çêbû û bi du welatparêzan re heval Evîn Goyî 23’ê Çile ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hat qetilkirin. Hevala Evîn Goyî keça egîd û wêrek a gelê me yê Botanê ye! Heval Evîn hê di temenê biçûk de bûye şahîdê her cure êrîşên dijmirovî, terorîst ên dewleta Tirk a faşîst, bi rastiya dijmin re hatiye rû hev, bi hestên tolhildanê mezin bûye. Her wiha li dil û kelha berxwedanê ya tevgera me ya gerîla, li Botanê çîrokên qehremantî ya Egîdan, Ezîme û bi sedan şehîdên jin guhdar kiriye, sond xwariye ku li ser şopa wan be. Ji her sê peyva ku fêr bûye, dizane yanî dijmin, Kurdistan, azadî derdikeve rê û hemû emrê xwe dide azadiyê. Li ser vê bingehê di emrekî ku dikarin bibêjin zaroktî de di 1990’an de tevlî dibe û di nav tevgera azadiyê de mezin dibe. Yanî zayîneke nû dijî. Xwe û jinê di nav têkoşînê de nas dike. Ji dûrî qirêjî û kiretiyê pergalê mezin bûye. Beşdarbûna wê ya xwezayî û bi cewher dihêle ku di jiyan û şer de bibe pêşengeke xwezayî. Bi qasî di şer de diyarker bû, di jiyanê de jî rola wê diyarker bûye. Li ku derê ba bila bûya, di kîjan xebatî de ba bila bûya bê ku bêje biçûk e, mezin e xwe dida hemû xebatên azadiyê. Ji bo vê jî tu car ji armanc û hedefên xwe tawîz nedida. Di jiyan û têkiliyên xwe de mûtewazî û dilnizm bû. Her tim di her şert û mercî de xwedî berpirsiyariyên rojê, demê derdiket û ji bo pratîkeke serkeftî û encamgir her hewil dida. Wekî navê xwe dihat hezkirin û nirx dihat dayîn. Rihê wê ya berxwedêr, lêgerîna wê ya azadiyê wê li Botanê gihande Sakîne. Di avakirin, rêxistinkirin û pêşxistina artêşbûna jinê de, bi heval Sara re roleke pêşengtî leyîst. Tevî temenê xwe yê ciwan barê têkoşîna azadiya jinê girt ser xwe. Ked, fedakarî û hewildaneke mezin nîşan da. Bawer dikir ku teqez wê doza azadiyê bi ser bikeve û heyecan û coşa wê her tim jiyan dikir. Bû xwedî meşeke bi îstîkrar, şoreşger û milîtana têkoşînê. Di têkoşîna li hemberî DAIŞ ku hemû gelan, jinan û cîhanê tehdît dikir de, di Şoreşa Rojava de bi awayekî çalak cihê xwe girt. Ji avakirina jiyaneke nû, civakeke nû û netewa demokratîk re pêşengtî kir.

Ruhê berxwedêr a Sarayan, Evînan, Rojbînan, Ronahiyan, hesreta wan a aştiyê, azweriya wan a azadiya jinê, baweriya wan a xwişk û biratiya gelan îro di pêşengtiya YJA STAR û YPJ de hemû jinên cîhanê anî gel hev; di têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê de hevpar kir. Bi sedhezaran heta milyonan bûn Sara, bûn Evîn. Çiraya azadiyê ya jina Kurdistanê pê xistiye ji Rojhilata Navîn heta Esyayê, ji Efrîka heta Emerîkaya Latîn bi Jin, jiyan, azadî re gihişte lûtkeyê. Ji hemû jin, mirovahiyê re bû hêvî û pêşeroja ronî.

BERXWEDANA ME VEDIGUHERE DESTAN QEHREMANIYÊ

Em di sedsala 21’emîn de li axa Kurdistanê wexteke ku dîrok li ser bingeha şoreş, azadî, wekhevî û edalet tê nivîsandin jiyan dikin. Dem dema avakirina azadiyê ye, dema avakirina şoreşê û dema serfiraziyê ye! Dikarin bibêjin ji ber ku dijmin vê heqîqetê dibîne hêzên herêmî û navnetewî jî digire pişt xwe û bi hemû hêza xwe êrîşî tevgera me ya azadiyê, êrîşî têkoşîna azadiya jinê dike. Rêbertî got ‘navenda vî şerî Îmrali ye, ger dixwazin rewşa Kurdistanê fêm bikin li Îmrali binêrin’. Navnîşana esasî a şer û berxwedanê nîşan da. Di serî de li Îmrali li hemberî van êrîşan li Bakur, Başûr, Herêmên Parastinê yên Medyayê, li Rojhilat, Rojava û her qadeke ku Kurd lê ye berxwedaneke mezin tê dayîn. Li hemberî êrîşên ku di dîrok û roja me de nehatiye dîtin ji aliyê gerîlayên Kurdistanê ve berxwedanî û ruhê fedaî ya bêemsal hat afirandin. Mîrateya berxwedana bi rûmet a Rêbertî û Partiya me her diçe xwe mezin dike û vediguhere destana qehremantiyê. Li dijî dijminê ku hemû teknîk, derfet û hêza madî ya serdemê dişûxilîne, bi çekên kîmyewî êrîş dike; rastiyeke gerîlayên YJA STAR û HPG a ku li ber xwe dide û derbên giran li dijmin dide, heye. Xeta Rêberê me ku her kêlî û her rojeke Îmrali vediguherîne manîfestoyeke berxwedanê pêl bi pêl belavî gel, dost, mirovahiyê dibe; hêza jiyana azad û têkoşînê dide.

Zehmetî, êrîş, şert û merc çi dibin bile bibin dîrok nîşan dide ku di demên wisa awarte de em ê mezin qezenc biin. Ji xeynî vê tu rêyeke din nîne. Şehîdên me yên bi rihekî Apoyî dijmin mehkûmî binketinê kirin, bi sekn û pratîka xwe re îspat kirin ku sala 2023 wê bibe sala berxwedan, têkoşîn û serfiraziyê. Li ser vê bingehê em ê li vê mirateya ku wan bi fedakarî, ked û rihê fedaî re avakirine rast xwedî derkevin, sala 2023 veguherînin sala azadiyê. Wê bibe sala dawîlêanîna tecrîdê, bibe sala ku Rêber Apo bi awayekî azad jiyan bike û kar bike. Hedef û îdîaya me li ser vê bingehê ye. Tu kes jî wê nikaribe me ji serxistina van hedefan dûr bihêle. Em ê li çar aliyên Kurdistanê di xeta Apoyî û di şopa şehîdên xwe de teqez xwe bigihînin van hedefên xwe. Li ser vê bingehê em ê di sala 2023’an de bi cewhera berxwedaniya PKK ango bi rihê 14’ê Tîrmehê bi serbilindî li ser piya bin û bersiva herî mezin bidin zalîm û îxanetê. Mîna Sakîne ku li zindanên Amedê tif kir rûyê zilmkar û îxanetê, bi berxwedana xwe ya mezin bi dijmin çok da şikandin û mehkûmî binketinê kir! Em ê di qada îdeolojîk, rêxistinî, siyasî, hiqûqî, civakî û çalakî de têkoşîna xwe di asta herî jor de bimeşînin. Lez bidin xebatên xwe yên avakirina netewa demokratîk û jiyana azad. Em ê şerê gel ê şoreşgerî di her alî de rêxistin bikin, pêş bixin û serkeftinê misoger bikin. Serkeftin û azadî wê bi misogerî ser bikeve, faşîzma AKP-MHP wê teqez bin bikeve!”