Ozsokmenler: Em dixwazin Tevgera Avakirina Aştiyê damezirînin

Ozsokmenler: Em dixwazin Tevgera Avakirina Aştiyê damezirînin

 Aktîvista Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan Yurdusev Ozsokmenler daxuyand ku, li gelek dewletan piştî aştiyê tundiya li hemberî jinê bê navber dom kir û ji ber vê jî pirsên jinan hene. Yurdusev anî ziman ku, “Em jin daxwaz dikin ku Tevgera Avakirina Aştiyê bidamezirînin. Heke em ava nekin mêr dîsa li gorî xwe pêvajoyeke aştiyê pêk bîne û aştî civakî nabe.”

Yurdusev Ozsokmenler diyar kir ku ku\ 4 salin xebatên Hewldana Jinan didomin û Hewldana jinan di meha sibatê de nîqaşên nexşerêya xwe ya der barê pêvajoya muzakere û aştiyê da destpêkirin û dest bi xebatan kir. Yurdusev derbarê xebat û plansaziya Hewldanê de agahî dan JINHA'yê

Yurdusev ji ajansa nûçeyan ya JINHA’yê re axivî û bal kişande ser pêvajoya muzakere - aştiyê û destnîşan kir ku, piştî di Newrozê de peyama Abdullah Ocalan hatî xwendin ji bo van jî pêvajoyeke nû destpê kir. Yurdusev wiha got: “Hewldana jinan di meha sibatê de nîqaşên nexşerêya xwe ya di derbarê pêvajoya muzakere û aştiyê da destpêkirin. Ji bo Tirkiyeyê pêvajoyeke nû bû. Li ser vê esasî me lêkolînên xwe derbarê tecrûbeyên li cîhanê da destpêkirin. Ji ber ku kesên ku aştiyê dixwazin na, kesên ku aştiyê înşa dikin divê derkevin holê. Ev kes jî jinin.”

Yurdusev da zanîn ku, tecrûbeyên li cîhanê girîngin û encamên van tecrûbeyan jî girîngin. Yurdusev di axaftina xwe de got ku belgeyên Neteweyên Yekbûyî yek bi yek lêkolîn kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê xebatê de me alîkarî ji akademîsyenan xwest. Aktîvîsta me bi Nazan Ustundag re lêkolînek da destpêkirin. Lêkolînên ku hatî kirin bi grûbên  e-meilan re hat parvekirin. Em gihiştin agahiyên nû.”

Yurdusev daxuyand ku, bi jinên Îzmîrê, Enqerê, Bûrsayê re hevdîtin pêkanî û encamên xwebatên xwe bi wan re parvekir. Yurdusev wiha nêrînên xwe anî ziman: “Piştî parvekirinan me dest bi nîqaşên pratîzekirina agahiyan kir. Xebatên atolyeyan da destpêkirin. Di van atolyeyan de daxwazên xwe tesbîtkir. Ji ber ku mijareke berfirehe û divê hemû jin tevlî bibin. Akademîsyen, rojnameger, siyasetmedar, femînist, siyasetmedar, nûnerên saziyan û tevgerên jinên kurd re ketin nava hewladanan.”

‘JI CIVAKÊ RE PEYMANEK BÊ ÇÊKIRIN’

Yurdusev bal kişand ser makeqanûnê û destnîşan kir ku makeqanûneke bê jin naxwazin. Yurdusev wiha got: “Ji bo jinan ev pêvajo firsendeke. Ji ber ku dê civakê re peymanek bê çêkirin. Dema ev Peyman tê amadekirin û afirandin divê jin daxwazên xwe bînin ziman û di makeqanûnê de cih bigirin. Em dixwazin qanûn bê guhertin. Ne tenê ev mijar gelek mijarên bi vî rengî yên girîng hene û em li ser van mijaran rawestiyan. Tesbîtên me bi hevdîtinan pêk hat, Me nêrînên Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan hwd gelek kesan girt. Em li ser ekolojiye rawestiyan û kesên ku di vê mijarê de agahdarin nêrînên wan girt. Mijarên aborî, çand, tenduristî, hwd. Niha xweza tê texrîbkirin û pereyên ku ji bo şer tê veqedantin ji mafê jinan a civakê tê bîrin.”

Aktîvîst Yurdusev diyar kir ku, xebatên atolyeyan ne tenê li Stenbolê li Enqerê, Îzmîrê, Samsûnê, Edeneyê û Amedê bi giştî li gelek bajaran hat kirin.  Yurdusev wiha axivî: “Di serî de me daxwaz û pirsgirêkên xwe tesbît kir û piştre hemû mijarên xwe anî konferansa ku di 4’ê gulanê de hatî lidarxistin. Bi konferansê jî me xwest em mudaxaleyê pêvajoyê bikin.” Yurdusev bal kişand ser dîroka 4’ê gulanê û roja konferansê û ev tişt gotin: “Ev dîrok ji bo me girîng bû. Biryara operasyona îmhakirina Dêrsimê vê rojê ji hêla Lîjneya Wezaretê ve hat girtin.  Êdî em destûrê nadin qetlîamên bi vî rengî. Me di konferansa xwe de vî tiştî îlan kir.”

‘DÊ TEVGERA AVAKIRINA AŞTIYÊ DAMEZIRÎNIN’

Yurdusev got ku, ji her kesimê jin tevlî konferansê bû tecrûbe û xebatên xwe kir yek û bi rêya çapemeniyê raya giştî re par vekirin. Yurdusev, got ku di pêvajoya paşvekişandinê de divê tu kes zirarê nebîne û wiha bilêvkir: “Emê Grûbeke Şopandinê avabikin û hemû pêvajoyê bişopîne. Her wiha Grûbeke Hevdîtinê bê avakirin û ev grûb dê bere xwe bide herêmê. Em dê daxwazên xwe bighînin hemû deran wekî parlamento, hikûmet, partiyên siyasî, parlamenter û heta li Îmraliyê. Lê di nava daxwazên me de kêmasiyek heye. Ev kêmasî jî daxwazên gerîlayên jin in. Em daxwazên van negirt û ev tişt ji bo me girînge. Lê grûba me ya hevdîtinê dê gerîlayên jin re hevdîtinan pêk bîne. Em jin daxwaz dikin ku Tevgera Avakirina Aştiyê bidamezirînin. Heke em ava nekin mêr dîsa li gorî xwe pêvajoyeke aştiyê pêk bîne û aştî civakî nabe.”

Yurdusev Ozsokmenler bilêv kir ku, li gelek dewletan piştî aştiyê tundiyê li hemberî jinê dom kir û nêrînên xwe wiha anî ziman: “Li dijî tundiya li hemberî jinê divê jin mudaxaleyê pêvajoya aştî ya ku ji hêla mêran ve tê meşandin bike.”

Yurdusev got ku, roja ku dest bi xebatên Hewldana Jinê kirine heta îro heyecana jinan didome. Yurdusev pirsên jinan wiha anî ziman: “Jin bersiva pirsên jin dê çawa bijî digerin. Jin dê çawa aştiyê ava bikin? Li dijî tundî, înkar, îmha û qetilkirinê civakeke çawa bê afirandin? Bersivên van pirsan gelek rihete, jin dê bi xebatan pirsên xwe bibersivînin. Jin dê bi meşandina bi hev re pêvajoya aştiyê înşaa bike.”

‘BI ZIMANÊ BERÊ PÊŞKETIN NABE’

Yurdusev Ozsokmenler di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser zimanê aştiyê ya ku tê bikaranîn û wiha got: “Divê zimanê aştiyê li her deverê bê bikaranîn. Lê çawa? Di nava aktîvîstên Ji bo Aştiyê Hewldana Jinan de rojnamegerên jin hene. Ev jin li ser zimanê aştiyê ya ku di çapemeniyê de tê bikaranîn radiweste. Em dixwazin zimanê pêvajoya aştiyê hemû çapemenî bikar bîne. Lê tenê ne çapemenî divê siyasetmedar jî zimanê xwe biguherîne. Bi zimanê berê pêşketin pêk nayê.”