Osmanagaoglu: Desteka li Leyla Guven peywira tevgera jinê ye

Hulya Osmanagaoglu ya femînîst got peywira tevgera jinan e ku li cem Leyla Guven bin, ku  Guven li dijî tecrîdê li ber xwe dide. Osmanagaoglu bal kişande ser keda Guven a di nav têkoşîna jinê de.

Femînîsta serbixwe Hulya Osmanoglu têkilî greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî.

'ÊN KU GUHÊ XWE JI BERxWEDANÊ RE DIGIRIN NIKARIN BI SER BIKEVIN'

Osmanagaoglu got bi rêbaza şikandina berxwedanê ya xwenebihîstinê kirinê wê bi ser nekeve, berxwedana Leyla Guven a ku li her deverê xuya dike wê bi ser bikeve.

'GUVEN, BI TÊKOŞÎNA XWE JIYANA HEMÛ JINAN GUHERAND'

Osmanagaoglu got Guven dema ku jiyana xwe diguherîne di rastiyê de jiyana hemû jinan diguherîne, keda wê ya li têkoşîna azadiya jinê ya dema şaredara bajarokê Kuçukdikilî ya Seyhan Edeneyê bi bîr xist û got, ''Leyla Guven yek ji wan hevala me ye pêşî ye ku biryara ku meaşê personelê şaredariyê ku tehdê li hevjîna xwe dike, bidin hevjîna wî, pêşniyarê sendîkayê kiriye û pêk aniye. Her wiha dîsa yek ji wan jinên pêşî ye ku pirzewacî ya personelên mêr ên şaredariyê bibe sedema ku bê tazmînatê ji kar were derxistin û pêşniyar kiryie ku xebatkarên şaredariyê Newrozê û  8'ê Adarê bikevin izna bi heqdest''.

'POLÎTÎKAYÊN ŞER BERÊ XWE DA TEVGERA JINÊ'

Osmanagaoglu nehiqûqiya li ser Leyla Guven bi bîr xist, got li gel ku wekîl e jî ev qasî li girîgehê hatiye hiştin û ev jî parçeyek ji neçareserkirina pirsa Kurd e. Osmanagaoglu got siyaseta şer polîtîkayên şer di ser tevgera jina Kurd re bi giştî berê xwe daye tevgera jinê û got, berxwedana Leyla Guven ya berdest xeleke ke ji têkoşîina siyasetmedarên jinên Kurd ku bi salan e li dijî polîtîkayên şer ên dewleta zilam serwer didin.

Osmanagaoglu destnîşan kir, Guven piştî ku hatiye berdan jî berxwedana xwe domadniye û got, ''Ev berxwedan ji hêlekê ve li dijî tecrîdê, ji hêlekê ve jî ber bi hilbijartina xwecih ve, li dijî qeyûm, şer û polîtîkayên zextê yên li ser jinê jî berxwedan e.''

'HEKE GUVEN BI SER BIKEVE EM Ê HEMÛ BI SER BIKEVIN'

Osmanagaoglu got polîtîkayên rasterast têkilî wan astengên li pêş têkoşîna jinê ye û got berxwedana Leyla Guven a li dijî tecrîdê  helwesteke li dijî polîtîkayên şer ê zilamserwer e ku zêde dibe. Osmanagaoglu got desteka li Leyla Guven peywira tevgera jinê ye û got divê mirov ji berxwedana Guven re a greva birçîbûnê re bibe deng.

Osmanagaoglu herî dawî got, berxwedana Guven a li dijî tecrîdê, ku tecrîd binpêkirina mafê mirovan e, wê li dijî polîtîkayên şer bibe mifteya aştiyê û ev ji bo destkeftiyên demokratîk ên tevgera jinê girîng e.