OHD'ê der barê Girtîgeha Sîncanê ya Jinan de rapora xwe eşkere kir

Komîsyona Jinan a OHD‘ê ya Şaxa Enqereyê, rapora xwe ya der barê Girtîgeha Sîncanê ya Jinan de eşkere kir.

Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Enqereyeê, rapora xwe ya têkildarî Girtîgeha Sîncanê ya Jinan, bi daxuyaniyeke li Navenda Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakê (SES) eşkere kir. Di civînê de pankarta li ser "Rapora Tematîk a Girtîgeha Sîncanê ya Jinan" nivîsandî hat daliqandin. Li ser navê OHD'ê parêzer Sevda Aydin metna daxuyaniyê xwend.

Aydinê bilêv kir ku desthilat naxwaze pêşî li ber qetilkirina jinan bigire û got ku ji bo civakê bitepiesîne pêşî ji jinan dest pê dike. Aydinê anî ziman ku desthilata ku li her derî girtîgehên wekî tokiyan çêkiriye, gava fêm kiriye nikare serî bi jinan bide tewandin, hepskirina jinan ji xwe re kiriye polîtîkaya sereke û got: "Di serî de hevserokatî û têkoşîna jinê hat krîmînalîzekirin û ev dan ber darizandinê."

Aydinê destnîşan kir ku bi hezaran jin ji ber ku ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin hatine girtin û li girtîgehan rastî pêkanînên derî mirovahiyê yên wekî lêgerîna tazî tên û got: "Wekî ku ji rapora me jî tê fêmkirin, lêgerîna tazî, tecrîda hucreyê, odeya bisînger, derbkirin, êşkence û şewitandina înfazan ên rejîma înfaza mêrî, êdî li girtîgehan wekî vaka-î edliye tên hesibandin. Qanûnên înfazê bi dîtina mêran tên amadekirin û ji bo jinan tu tiştî di xwe de nahewînin. Aqilê mêr, ji bo kiryarên şidetê û detsdirêjiyê berde, bi sererastkirinên qanûnan ketiye nava hewldanan. Lê ji bo jin li girtîgehan bi cihêkariyê re rû bi rû nemînin, li hemberî cihêkariyê bên parastin tu tişt nayê kirin."

'GIRTÎ BI MIRINÊ RE RÛ BI RÛ TÊN HIŞTIN'

Aydinê da zanîn ku ji bo jinan binpêkirina ewil li têketina girtîgehê bi lêgerîna tazî dest pê dike û got ku ji pirsgirêkên herî mezin ên girtîgehan jî rewşa girtiyên nexweş e. Aydinê diyar kir ku girtî li girtîgehê nayên dermankirin û got ku Wezareta Dadê û îdareya girtîgehê jî serlêdanên ji bo dermankirina girtiyan hemûyan red dikin û girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. Aydninê bal kişand ser tedawiya bi awayekî kelemçekirî û got ku bi vî awayî mafê tenduristiyê yên girtiyan vediguhere êşkenceyê.

EM Ê PÊVAJOYÊ BIŞOPÎNIN'

Aydinê di berdewama axaftina xwe de got: "Em jinên OHD'î em bang li rayedaran dikin ku di serî de Girtîgeha Sîncanê ya Jinan, bi giştî li hemû girtîgehan dawî li muameleyên dermirovahiyê yên li hemberî jinan bînin. Em jin li dijî van pêkanînên li girtîgehan xwedî li berxwedanê derdikevin û ji bo berpirsên van êrîşên serdest ên mêran bên darizandin, em ê pêvajoyê bişopînin."