Nûçegihana MA Dûrgût destgîr kirin
Nûçegihana Ajansa Mezopotamya Zeynep Dûrgût dema ku li navçeya Basan a Şirnexê nûçe dişopand hate destgîrkirin.
Nûçegihana Ajansa Mezopotamya Zeynep Dûrgût dema ku li navçeya Basan a Şirnexê nûçe dişopand hate destgîrkirin.
Li navçeya Basan a Şirnexê nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) ji aliyê jendermeyan ve hate destîgkirin. Dûrgût a hate destgîrkirin, dîmen û wêneyên ku li navçe û gundan kişandî hatin jêbirin. Hate ragihandin ku dema Dûrgût li şikefta ku li navçeyê û bi salan penîr lê tên veşartin dîmen kişand, li ser îxbara cerdevanan hatiye destgîrkirin.
Dûrgût a ji aliyê jendermeyan ve hate destgîrkirin, bir Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê. Hate ragihandin jendermeyan pirsên ‘Çima li virî? Navenda ajansa we li kû ye’ ji Dûrgûtê kiriye.
Dûrgût a piştî îfadeya li qereqola jendermeyan û dîmen û wêneyên kişandî jêrbirin û şûnde ji bo raporê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Basanê.
Piştî rapora tenduristiyê Dûrgût berdan.