Newaya Jin: Jinên çiyayî ji bo xweparastinê bang dikin
Hejmara meha Mijdarê ya rojnameya mehane ya jinê Newaya Jin bi manşeta "Jinên çiyayî ji bo xweparastinê bang dikin" derket.
Hejmara meha Mijdarê ya rojnameya mehane ya jinê Newaya Jin bi manşeta "Jinên çiyayî ji bo xweparastinê bang dikin" derket.
Hejmara meha Mijdarê ya rojnameya jinê Newaya Jin derket. Hejmara 188'an bi manşeta "Jinên çiyayî ji bo xweparastinê bang dikin" gihîşt ber destê xwendevanan û li ser mijara tundiyê, mekanîzmayên têkoşînê yên tevgerên jinan radiweste.
Rojda Yildiz tespîta rewşê dike û bi bîr dixîne ku tundiya li jinê hîn jî polîtîk e. Nazan Ustundag jî bi tespîtên balkêş destnîşan dike ku tevgerên jinê ji aliyê îdeolojîk ve pêngavên girîng diavêjin.
Têkildarî kampanya "Em xwe biparêzin" a Tevgera Jinên Azad (TJA) bi Hevseroka KCD'ê Leyla Guven re hevpeyvîn hatiye kirin.
Roza Metîna jî balê dikiŞîne ser Tirkîtiya li ser tunebûna Kurdan hatiye avakirin û hêrs û êrişa li ser Kurdî şîrove dike.
BANGA JI ÇIYÊ
Rojnamevan Laleş Rênas, çavdêriyên xwe yên têkildarî şerê giran ê li Heftanînê vedibêje ku ji meha Hezîranê ve dewam dike. Renas diyar dike ku di cewhera berxwedanê de ya ku gerîlayên jin pêşengiyê jê re dike, li dijî dijminê jinan ê tecawizkar, li dijî dagirkeran xwedî refleksa xweparastinê ye. Renas destnîşan dike ku gerîlayên YJA Starê li dijî tundiya li jinan ji bo berxwedan û têkoşînê bang dikin.
Dîlan Bozgan balê dikişîne ser polîtîkayên dagirkeriya li ser xak û bedenê ya li Latîn Amerîkayê ku bi sedan sal in didome û bi bîr dixîne ku bi 'keşf'a Amerîkayê re nifûsa parzemînê bi rêjeya ji sedî 95 hate qetilkirin.
Rojnamevan Bêrîtan Zagros jî trajediyeke cuda ya li Başûrê Kurdistanê xiste rojevê: Goristanên Jinan ên Bêxwedî!
Li Hewlêr û Silêmaniyeyê li du goristanên jinan bi dehan cenazeyên jinên bênav hene. Li van goristanên ku jinên tê gotin hatine kuştin an jî tê îdîakirin ku 'xwe kuştine' hatine veşartin. Ev her du goristan asta polîtîkayên qirkirina jinê yên li Başûrê Kurdistanê radixin pêş çavan.
Kongreya Star ji sala 2005'an ve li Rojava bi perspektîfa 'sifir tolerans' a li dijî tundiya li jinê polîtîkayê dimeşîne. Endama Koordînasyona Kongreya Star Dalya Efrîn li ser proje û xebatên saziyê axivî.
JINEOLOJÎ Û ŞERT Û MERCÊN ŞOREŞA JINÊ
Zîlan Diyar di vê hejmara rojnameyê de têkiliya jineolojiyê bi têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd re datîne.
Ji nivîskarên rojnameyê Vîldan Dîrîk jî li ser şêweyê mezinkirina kesayetên azad û wekhev ên dûrî kodên zayendîperest ên civakî nivîsî.
Yek ji hevpeyvînên li rojnameyê jî bi endama Komuna Sînema Rojava bi rejîsor Sêvînaz Evdikê re hate kirin.