Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Newaya Jin: Ji Arîn heta Avesta, Destûr ji dagirkeriyê re nîne

Hejmara 155'an a rojnameya mehane ya jinan Newaya Jin ku li Ewropayê tê weşandin, derket.

Hejmara Sibatê ya Newaya Jin bi manşeta "Ji Arîn heta Avesta, destûr ji dagirkeriyê re nîne" derket.

Di hejmara dawî de mijarên; êrîşên ji bo dagirkirina Efrînê, komploya 15'ê Sibatê, binpêkirina mafên mirovan li girtîgehan, raperîna gel a li Îranê, Jineolojî, berxwedana hunerê û sekna ciwanan a polîtîk tên nirxandin.

Rojda Yildirim, êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê ku 20'ê Çileyê li dijî Efrînê dest pê kir, nirxand û bal kişand ser rastiya dîrokî ya gelê Kurd a li herêmê.

Endama Koordînasyona PAJK'ê Mizgîn Amed jî işaret bi bandora Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibatê kir ku di salvegera 19'an de ye û destnîşan kir ku dîrok ji aliyê têkoşer û berxwedêran ve tê diyarkirin.

Aktîvîsta TJK-E Zeynep Dersim jî ragihand ku li dijî komplokeran, Kurdan, gelan û jinan qezenç kirine.

Di rûpela Kurdî de jî Leyla Agirî heman mijarê dinirxîne û diyar dike ku sîstema Îmraliyê li pêşberî fikir, felsefe û îradeya Ocalan têk çûye.