Newaya Jin: Ev dîktatorî wê bê hilweşandin

Hejmara meha Gulanê ya rojnameya Newaya Jin gihîşt xwendevanên xwe. Rojeva bingehîn a rojnameyê jî hilbijartinên 14'ê Gulanê bû.

Guler Yildiz kiryar û polîtîkayên dijminatiya li jinê yên 21 salan ên dîktatoriya AKP'ê bi bîr xist û diyar kir ku di nava 21 salan de AKP'ê mafên jinan yek bi yek kêm kir. Guler Yildiz bal kişand ser hilbijartinên 14'ê Gulanê û ragihand ku AKP hilbijartinê ji bo xwe weke 'şerê man û nemanê' dibîne û got, "Ev dîktatorî wê hilweşe."

Roza Metîna jî heman sernav bi Kurdî nirxand û destnîşan kir ku karnameya 21 salan a AKP'ê êrîş, tundî û mirin e.

NAVÊ AKP'Ê FAŞÎZM, DESTESERKIRIN Û MIRIN E

Ji nivîskarên rojnameyê Ronahî Serhad jî AKP weke rêxistina çete pênase kir û kiryarên wê yên faşîzan û hilbijartinên 14'ê Gulanê nirxand.

Ronahî Serhad got, "Mejiyê Partiya Çepên Kesk mejiyê jinê ye, ruhê wê ruhê ciwanan e" û destnîşan kir ku demokrasî û azadî tenê bi îradeya jin û ciwanan dikare pêk were.

JIN JI BO GUHERTINÊ TÊN

Di hejmara nû ya rojnameyê de bi Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Çepên Kesk Canan Çalagan û namzeta Parlamenteriyê ya Xarpêtê Nûrşad Yeşîl re hevpeyvîn hatiye kirin.

Namzetan bal kişandin ser girîngiya Rêya 3'yemîn û têkildarî rola jinê ya ji bo avakirina jiyana nû, têkoşîna guhertina rejîmê, wekheviya zayendî, temsîliyeta wekhev û sîstema hevserokatiyê bersiv dan pirsên rojnameyê. Canan Çalagan got, "Jin tên ji bo guhertinê" û Nûrşad Yeşîl jî destnîşan kir ku encamên hilbijartinê wê ji aliyê jinê ve bêne diyarkirin.

Di hejmara meha Gulanê de li ser namzetên jin ên Partiya Çepên Kesk ên di rêza destpêkê de agahiyên biyografîk hatin parvekirin.

MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK HÊZA MIROVAHIYÊ YE

Di hejmara nû ya rojnameyê de nêrînên ji beşdarên konferansa 'Em cîhana xwe şûn de dixwazin" nivîskara Emerîkî, edîtor, wergêr û hunermend Janet Bîehl, wênevana Rûs û nivîskara pirtûkên zarokan Nîka Dûbrowskî û civaknasa Meksîkayî Margara Mîllan hatin weşandin. Hersê kesayetan fikrên xwe yên li ser paradîgmaya azadîparêziya jinê, demokratîk, ekolojîk û modernîteya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parve kirin. Beşdaran tecrîda li Îmraliyê weke êşkence pênase kirin û destnîşan kirin ku çavkaniya pirsgirêkan hemûyan kapîtalîzm û mêtingerî ye.

DAYIKÊN BERXWEDANÊ

Sara Aktaş 'dayiktiya' li Tirkiye û Cîhanê nirxand û êşên giran ên dayikên ku li pey hestiyên zarokên xwe ne, parve kir.

Aktaş bal kişand ser têkoşîna Emîne Şenyaşar û got, "Dayiktî divê weke qadeke têkoşînê bê fêhmkirin."

JIN JIYAN AZADÎ BÛYE HÊMANÊ BINGEHÎN Ê ENTERNASYONALÎZMA NÛ

Hêja Zerya di gotara xwe ya li ser 1'ê Gulanê de ragihand ku pêwîstî bi konfederalîma cîhana demokratîk û enternasyonalîzmeke nû heye. Hêja Zerya got, "Jin Jiyan Azadî ya ku xwe dispêre hêza xwerêveberiyê, civak û jinê, dikare sosyalîzmê, jin û gelan bigihîne hev, dewlet û desthilatdariyê ji holê rake."

PIRTÛKXANEYA JINÊN KURD

Necîbe Qeredaxî Pirtûkxaneya Jinên Kurd, Arşîv û Navenda Lêkolînê da nasandin. Necîbe Qeredaxî diyar kir ku navend karekî stratejîk e û anî ziman ku her kes divê piştevaniyê bike.

Bêrîtan Zagros jî rojeva jinê ya li Başûrê Kurdistanê ragihand û bal kişand ser girîngiya mekanîzmayên jinê yên hevpar û yekîtiya neteweyî ya Kurd.

Nûjiyan Amed jî berxwedana 'Jin Jiyan Azadî' ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nirxand û li hemberî polîtîkayên şerê taybet ên rejîmê hişyarî da.

Di beşa bîranînê de jî gotara Besê Nûrhak a li ser yek ji pêşengen têkoşîna jinên Kurd Nûcan Nûrhak hate weşandin.