Newaya Jin: Ber bi enternasyonala jinê ve

Rojnameya Jinê "Newaya Jin" bi manşeta "Ber bi enternasyonala jinê ve" hejmara xwe ya Nîsanê weşand. naveroka rojnameyê wê rojên pêş li ser malpera Newayajin bê weşandin.

Hejmara Nîsanê ya rojnameya jinê Newaya Jin bi manşeta 'Ber bi enternasyonala jinê ve" derket. Di rûpela destpêkê de wêneyên ji pîrozbahiyên 8'ê Adarê yên li New York û Amedê hatine bikaranîn û tevî gotar û nivîsên li ser encamên 8'ê Adarê, her wiha hevpeyvîna bi Hevseroka berê ya HDP'ê ya girtî Fîgen Yuksekdag, endama Meclîsên Jinan Melek Onder û Parlamentera Eyaleta Hambûrgê ya Dîe Lînke Cansû Ozdemîr re hate weşandin.

Têkildarî kuştina jinan, qanûna 'efûkirina tecawizkaran', nîqaşên li ser nafaka, êrişên li dijî sîstema hevserokatiyê û têkoşîna tevgerên jinan Fîgen Yuksekdag bersiv da pirsên rojnameyê yên li ser rojeva sereke ya jinê ya li Tirkiyeyê.

ŞOREŞEKE JINÊ YA ENTERNASYONALÎST

Ji nivîskarên rojnameyê Nazan Ustundag atmosfera 8'ê Adarê ya 2020'an û peyamên wê nirxand. Gulistan Çiya Îke û Ronî Eylem jî destnîşan kirin ku têkoşîna jinê jehrkuja gemara baviksalariyê ye û giranî dan ser zemînê şoreşa jinê ya enternasyonalîst.

Zerya Gul jî lêgerîna pênaseya femînîzmê ya sedsala 21'ê nirxand.

TU YÊ TI CARÎ BI TENÊ NEMEŞE

Li ser encamên 'Kombûna Jinan a Tirkiyeyê' ya Duyemîn, kuştina jinan û têkoşîna jinan a li dijî vê yekê, hevpeyvîn bi endama Meclîsên Jinan Melek Onder re hate kirin.

HÎMÊ BINGEHÎN Ê CIVAKA EXLAQÎ Û SIYASÎ: HEVJIYAN

Sara Aktaş nêzîkatiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li azadiya jinê analîz kir û bi bîr xist ku Ocalan vê mijarê weke mijareke stratejîk dibîne. Aktaş di vê çarçoveyê de bal kişand ser pêşniyara hevjiyana azad ku hîmê bingehîn ê civaka exlaqî û siyasî ye.

Asmîn Engîn rastiya civakî-çandî ya gundê Amara û jidayikbûna 4'ê Nîsanê nirxand.

Hevpeyvîneke din jî bi siyasetmedara ciwan Cansû Ozdemîr re hate kirin ku Ozdemîr cara sêyemîn ji partiya Dîe Lînke ya Elman li Eyaleta Hambûrgê ya Elmanyayê hate hilbijartin û bû parlamenter.

QIRKIRINEKE BÊSÎNOR!

Reyhan Îke pênaseya etîmolojîk a asîmîlasyon û qirkirinê kir û polîtîkayên înkar û qirkirinê yên li ser çand û nasnameya Kurd nirxand.

Roza Metîna jî di gotara xwe de nirxandineke bi heman rengî kir û diyar kir ku divê her mirovên Kurd xwe deyndarê Kurdî bibînin û ji bo Kurdî bibe zimanê perwerde û hîndekariyê têkoşîneke mezin bimeşînin.

Di hejmara 181'ê ya rojnameyê de rûpela tenduristiyê hemû ji nûçeyên têkildarî pandemiya Koronayê hatiye veqetandin.

Naveroka hejmara Nîsanê ya rojnameyê wê rojên bê di malpera www.newayajin.net de bê weşandin.