Nergis Mûhammedî ji ber ku serê xwe negirt nebirin nexweşxaneyê
Hate diyarkirin ku aktîvîsta xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobel e Nergis Mûhammedî, ji ber ku serê xwe negirtiye sewqî nexweşxaneyê nehatiye kirin.
Hate diyarkirin ku aktîvîsta xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobel e Nergis Mûhammedî, ji ber ku serê xwe negirtiye sewqî nexweşxaneyê nehatiye kirin.
Malbata Nergis Mûhammedî di daxuyaniya xwe li ser medya dijîtal de ragihand ku midûrê girtîgehê li ser fermanên meqamên bilind, ji ber ku Nergis Mûhammedî serê xwe negirtiye cara duyem nehiştine ku biçe nexweşxaneya dil.
Xizmên Mûhammedî diyar kirin ku piştî ku roja Duşemê tîmeke tenduristiyê ji bo muayene kirina Nergis Mûhammedî çûne girtîgeha Evînê, girtîgehê bêyî laçikê red kirine ku Nergisê bibin revîrê jî.
Malbatê diyar kir ku Nergîs Mûhamedî ya 51 salî ji ber pirsgirêkên dil û pişikê pêwîstiya wê bi lênêrîna lezgîn heye û got, “Amadeye ku ji bo dermankirinê jî be bi zorê serê xwe negire û jiyana xwe bixe xeteriyê.”
Nergis Mûhammedî ku 13 caran hat girtin, 5 caran bi giştî 31 sal cezayê girtîgehê û 154 caran cezayê qamçî kirinê girt û ji sala 2021’an ve careke din hat girtin, bû yek ji kesên ku di serhildana “Jin, jiyan, azadî” ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de derket pêş.
Aktîvîsta mafên jinan a Îranî Nergis Mûhammedî ji hucreya xwe ya li Tehranê peyam şandibû û wiha gotibû: “Serkeftin ne hêsan e, lê teqez e.”
Peyama Nergis Mûhammedî ji aliyê keça wê Kîana Rahmanî ve bi Fransî hate xwendin û di destpêka meha Mijdarê de li ser malpera înternetê ya fermî ya Nobelê de hatibû weşandin.