Navenda Jineolojiyê li Swêdê semîner lidar xist

Li bajarên Stockholm û Karlstadt ên Swêdê, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de semînerên Jineolojî û "Xwebûnê" hatin lidarxistin.

Semîner ji aliyê Ciwanên Zagros, Ronak (Sîwana Rêxistinbûna Jinên Rojhilatê Kurdistanê) û Komeleyên Dayikên Kurd hatin lidarxistin.

Endama Navenda Jineolojiyê ya Brukselê Necîbe Qeredaxî weke qiseker beşdarî semîneran bû.

Di semînera Ciwanên Zagrosê de, ciwanên ji hemû parçeyên Kurdistanê amade bûn. Qeredaxî di vê semînerê de li ser dîroka koledariyê û zîhniyeta ji aliyê mêtîngeriyê ve hatiye afirandin rawestiya. Qeredaxî got, "Bi Jineolojiyê re em ê nirxên civakî mezin bikin, bi van nirxan re ji nû ve ber bi jiyanê biherikin û pêşengê vê jî wê jin û ciwan bin."

Di semînerê de kampanya "Xwebûn; li dijî mêtîngeriyê bi rêya sînevîzyonê hat nasandin û bang li jin ên ciwan hat kirin, ku bi xurtî tevlî kampanyayê bibin.

Di semînerên Ronak û Komeleyên Dayikên Kurd de jî jinên Kurd û Fars amade bûn. Endama Komeleyên Dayikên Kurd Xawer Qeterî li vir peyivî, bal kişand ser dîroka 40 salan a têkoşîna gelê Kurd û destnîşan kir, ku jinên Kurd li dijî zîhniyeta baviksalariyê îro dîrokê dinivîsînin.

Piştre Qeredaxî mafê axaftinê kir û anî ziman, ku Jineolojî balê dikişîne ser dîroka nehatiye nivîsandin. Qeredaxî got, "Dîroka hatiye nivîsandind dîroka jin û civakê nîne. Dîroka ku nehatiye nivîsandin wê bi Jineolojiyê were nivîsandin."

Endama TJK-E Jînda Nûrhak jî kampanya bi navê "Li dijî mêtîngeriyê, em jin hene û li her derê ne" da naskirin û got, "Jin wê bi kampnaya 'Xwebûnê' re xwe bigihînin cewhera xwe û zîhniyeta pêşî li pêşketina jinê digire, tine bikin. Ji bo vê jî lazim e jin beirya her tiştî rêxistinbûna xwe ava bikin."

Piştre sînevîzyon hat nîşandan û semîner qediya.