NADA’yê piştgiriyeke xurt da kampanyaya KJK’ê

Tifaqa Jinan a Demokratîk a Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur (NADA) ragihand ku ew piştgiriyê didin kampanyaya ku KJK’ê ya ji bo piştgiriya jinên Êzidî û Efgan daye destpêkirin.

Tifaqa Jinan a Demokratîk a Rojhilata Navîn û Efrîkaya Bakur (NADA) daxuyaniyek da û piştgiriya xwe ya ji bo pêngava KJK′ê nîşan da. Wê pêngav di navbera 3-15′ê Tebaxê de bi dirûşma ‘Li hember êrişên mêran ên hegemon, em bi jinên Efgan û Şengalê re ne’ pêk bê.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin:

“Em tifaqa NADA û ji aliyê baweriya me bi vê pêngavê heye ve, em ji raya giştî re radigihînin ku piştgiriya xwe ji vê pêngavê re nîşan didin û spasiya KJK′ê ji bo destpêkirina vê pêngavê dikin. Em bi vê boneyê hemû kesên di qirkirina komî ya li Şengalê re derbas bûne û yên li Efganistanê jî di vê qirkirinê re derbas bûne, bi bîr tînin. Em van êrişên hovane yên li dijî jin û zarokan, gelan û êrişên li dijî civaka Êzidî yê li Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ′ê yên terorîst ve şermezar dikin. Em êrişên hovane yên li dijî jinên Efganistanî û gelê Efganistanê, ku vekişîna hêzên Emerîkayê, tevgera Talîbanê hatiye ser desthilatê û sûc pêk anîne, şermezar dikin. Em bi vê boneyê diyar dikin ku em ê bi gelên bindest û jinan bisekinin û serbilindiya xwe li hember berxwedana jinên Şengalê û Efganistanê ji bo parastina hebûn, azadî, jiyan û gelê xwe raber dikin, nîşan didin.

Qirkirina jinan sûcekî dermirovî ye, lê heta niha nehatiye naskirin. Bi wê re sûcdar ji cezayê difilitin û hîna li gelek dewletan li ser van êrişên li dijî jinan tên xelatkirin. Ji lew re divê têkoşîna jinan a hevbeş û aktîf li dijî van siyasetên qirkirinê û qirkirina jinan hebe.

Li gorî wê û piştgiriya pêngavê, em bang li aliyên navneteweyî yên têkildar dikin ku DAIŞ′ê û Talîbanê ji ber sûcên wan ên şer û dermirovî bidarizînin. Nîşaneyên van gelek in, em bang dikin ku dewlet û aliyên rola wan yekser û neyekser di van komkujî û qirkirinên li Şengalê de hene ceza bikin. Li aliyekî din jî em banga naskirina fermî ya qirkirina jinan dikin û banga hewldanên rizgarkirina bi hezaran jin û zarokên Êzidî ji destê DAIŞ′ê dikin, vegereke ewle ji civaka Êzidî were peydakirin. Her wiha em bang li tevahî hêzên navneteweyî dikin ku tawîzê bidin kesên zirar di şer de dîtine û herêmên ji hêla çeteyan ve hatine mayînkirin paqij bikin.”