Mîtînga jinan a li Amedê: Jin koletiyê qebûl nakin

Di mîtînga li Amedê de ya bi pêşengiya TJA û DBP’ê hate lidarxistin, jinan diyar kirin ku ew koletiyê qebûl nakin û wê jin berxwedana xwe bidomînin.

Mîtînga ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), bi dirûşma "Ji nîjadperestî û zayendperestiyê re êdî bes e, niha dem dema azadiya jinê ye" hat organîzekirin li Qada Îstasyonê ya Amedê dest pê kir. Li Qada Îstasyonê pankarta “Heta ku hemû jin azad bibin em ê bimeşin” ên bi zimanê Kurdî û Tirkî hatin daliqandin. Her wiha postere Denîz Poyraz a di êrişa li dijî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê de hatibû qetilkirin, li qada mîtîngê hatin vekirin. Her wiha dowîzên wekî "Peymana Stenbolê pêk bîne", "Dem dema azadiya jinê ye" û "Em xwe bi rêxistin bikin, xwe azad bikin" di qada mîtîngê de ji hêla jinan ve hatin hildan.

Di mîtîngê de parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr axivî. Nûran di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoyê û got: "Hûn baş dizanin em di pêvajoyên zor û zehmet de derbas dibin. Em jinên Kurd li hember êrişên hovane li ber xwe didin. Em van êrişan ji dîrokê baş nas dikin.Lê bila baş bê zanîn ku em hene, ji destpêka dîrokê heya îro em hene."

Îmîr da zanîn ku îro têkoşîn li ser milê jinan bilind dibe û wiha axivî: "Yên ku ji bo me qêrina azadiyê wek mîras hiştine, Sakîne, Fîdan, Leyla, Asya, Sêvê, Pakize, Fatma û Hevrîn e û bi rihe wan em li ser vê qadê ne. Wek TJA em bejna xwe li ber wan ditewinin. Ji Qada Îstasyonê hezar silav em redikin ji bo Leyla Guven, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak, Aysel Tugluk, Ayşe Gokkan û bi hezaran jinên di zindanan de li gel me dimeşin, ew  bûne delîlên hevî û serkeftina me.

Bedena jinê li kolanan tazî kirin. Jinên aştixwaz wek Denîz Poyraz qetil kirin. Li ser navê Rewşa Awarte bi hezaran saziyên jinan girtin. Xwestin bi qeyûman pergala me ya hevserokatiyê tune bikin. Saziyên bi Hevserokatiyê xwe bi rê ve dibirin, xistin destê mêran. Hevalên me yên têkoşîna jinê dimeşînin avêtin zindanan. Keda Jinan a Peymana Stenbolê di şevekê de bi îmzeya mêrekî hat betalkirin. Li ser medyaya dijîtal, li meclîsê û li qadên siyasetê jin kirin hedef. Her tim gotin 'Em jinên têkoşêr naxwazin koleyan dixwazin'. Em li vê qadê cardin ji wan re dibêjin, em vê koletiyê qebûl nakin. Em ê berxwedana xwe bidomînin.

Em ê dengê xwe bilind bikin. Çalakiyên xwe berdewam bikin, heya em jiyaneke azad ava bikin. Ji Botanê heya Amedê, ji Amedê heya Xerzanê, ji Xerzanê heya Serhedê em ê ser kevin, em ê teqez bi ser kevin."

TECRÎDA LI SER OCALAN NAYÊ QEBÛLKIRIN

Îmîr, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got "Va ye 22 sal in rêzdar Ocalan di bin tecrîdê de ye û hevdîtina wî û parêzeran tê astengkirin. Zagonên xwe jî ji bo vê yeke bin pê kirine. Rewşa tecrîd û zordariyê di hemû girtîgehan de heye. Di girtîgehan de girtiyên nexweş bi mirinêre rûbirû dimînin. Ji bo çûyîna nexweşxaneyan astengiyan derdixin. Kesên cezayê xwe kêşandî jî nayên berdan. Bi biryarên keyfi wan dihêlin zindanan de. AKP polîtîkayên herî qirêj li ser jinan dimeşine. Ji bedena jinê heya hemû qadên jiyanê jin rast êrişên nijadperestiyê tên.

Heya ku şer dewam bike daristanên me wê bê şewitandin. Zarokên me wê li kolanan di bin panzeran de bimînin. We jin her roj tundiye bibinin û di hedefa deshihatdara de bin. Lê em her roj di bêjin em ji êrîşên we natirsin, di dîrokê de çawa hemû êrîşên we vala derketine îro jî ev êrîşe wê vala derkevin. Em dîsa dubare dikin Çi bibe bîla bibe dawiya me azadiyê."

DAYIKA DENÎZ POYRAZ: HÛN HEMÛ DENÎZ IN

Di mîtîngê de dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz axivî û got: "Hûn hemû Denîz in. Divê em dest bi din destê hevdû. Denîz li avahiya HDP'ê hat qetilkirin û bê parastin bû. Denîz ne tenê Denîza min e, Denîza vî welatî ye. Dibêjin derûniya kujer xirab e, lê ne wisa ye. Heke xirab bûya bila zirar bida xwe."