Mîtînga 25’ê Mijdarê li Saarbruckenê hat lidarxistin

Di mîtînga li bajarê Saarbrucken a Elmanya hat lidarxistin de banga bilindkirina berxwedana dijî faşîzmê hat kirin.

Li bajarê Saarbruckenê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî li Dıjî Şîdeta li Ser Jinê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Şîrîn Elemhûlî mîtîngek hat lidarxistin.

Di mîtîngê de belavoka Tevgera Jinên Kurd li Ewropa (TJK-E) ya bal dikişande ser şîdeta li ser jinê hat xwendin.

Di belavokê de ku jinên li dijî qirkirina jinan bi dirûşmeya “Dem Dema Parastina Civaka Azad û Jina Azad e” têdikoşin hatin silavkirin û hate gotin ku têkoşîna jinên Kurd ji aliyê hemû jinên cîhan û Rojhilata Navîn ve tê şopandin û banga bilindkirina berxwedana dijî faşîzmê hat kirin.

Piştre jinan li ber erbaneyên govend gerandin û mîtîng bi berzkirina dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.