'Min rastiya xwe di rastiya Rêber Apo de dît'

Fermandara YJA Star’ê Medya Mawa çûyîna xwe ya cara yekem li gel Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan nirxand. Mawa dibêje; "Min rastiya xwe di rastiya Rêber Apo de dît."

Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di sala 1987’an de ji bo perwerde kirina kadroyên xwe akademiya bi navê Mahsun Korkmaz vedike. Di vê akademiyê de hezaran milîtanên PKK’ê di her aliyan de dihat perwerdekirin. Hem perwerdeyên birdozî, polîtîk, siyasî, hem jî yên leşkerî. Di heman demê de ji bo gerîlayên jin jî dewreyên xwemal ên lêhûrbûyînê dihatin vekirin. Di van dewreyên xwemal de ji bo ku jin xwe nas bike, bizanibe, dîroka xwe fêr bibe bi taybetî jî ji bo 'xwebûna xwe' tekoşîn û berxwedaniyek bi zanist bidin meşandin tê perwerdekirin. Fermandara YJA Starê Medya Mawa ya ku di sala 1997’an de di vê qadê de perwerde dîtiye û ji nêz ve Rêberê Gelê Kurdistanê Abdulah Ocalan dîtiye wan kêliyan bi vê awayî vedibêje;   

'SEROKATÎ HER TIM ENERJIYEKE POZÎTÎK DIDA DERDORA XWE'

"Di sala 1997’an de ji herêma Gabarê derbasî qada Serokatî bûm. Bi rastî jî min Serokatî gelek meraq dikir. Her tiştê Serokatî li ser mirovan bandora xwe çêdikir. Tişta ku herî zêde bala min kişand ew bû ku bi ruxmê Serok me nedîtibû, lê hemû heval yek bi yek nas dikir. Kîjan heval li ku derê ye û bi giştî jî rewşa herêmê, her wiha rewşa gelê me yê li wir dijî, dipirsî. Di aliyê aborî de rewşa me çawa ye, zehmetiyên ku em dikişînin, çi ne. Tişta ku qet ne dihat bîra me Serokatî ji me dipirsî. Bi heycan û meraqeke mezin li me guhdarî dikir. Vê nêzîkatiya Serokatî bandorek mezin li min kir. Ev baldariya Serokatî dihişt ku her tim enerjiyeke pozîtif li derdor belav bike."

'QADA SEROKATÎ JI BO JINÊ QADA AZADÎ Û XWE NASKIRINÊ BÛ'

Mawa li ser şêwaz û rêbazên perwerdeyê û jiyana li wir van gotinan bi lêv dike; "Tevahî jiyana Serokatî li ser bingeha perwerdeyê bû. Hemû kêliyên me bi perwerdeyê derbas dibûn. Ji ber wê dikarim bêjim ku qada Serokatî ji bo jinê qada azadiyê û xwe naskirinê bû. Bi taybetî ji bo jinek, nasnameya xwe, hebûna xwe nas bike, bizanibe û xwe di dahûrandinan re derbas bike mijara herî sereke perwerde bû. Her tişt, ji meşekê heya uslub û xîtabetekê me xwe perwerde dikir. Perwerdeya Serokatî li ser bingeha heqîqetê bû." Mawa di dewama gotinên xwe de anî ziman ku ew lêhûrbûnek kûr li vê qadê dijiya û wiha got, "Ji bo min xwe naskirin gelek girîng bû, ji bo wê herî zêde min di vê aliyê de xwe perwerde dikir. Serokatî ji bo mirovan gelek ked dida. Lê bi taybetî jî ji bo ku jin di aliyê bîrdozî, felsefî û ilmî de ji nû ve bafirîne nirxek bêhempa dida raberkirin."

Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di şêwaz û rêbazê xwe de gelek dewlemende. Mawa ji bo vê mijarê jî wiha dibêje; "Şêwaz û rêbazên Serokatî ne yek alî bû, gelek dewlemend û kûr bû. Kîjan heval pêwîstiya wê bi çi heye, di serî de di kîjan aliyê de xwe perwerde bike û pêş bixe, Serokatî dida diyar kirin. Pêşketinên hevalan jî ji nêz ve dişopand û li gorî wê jî heval amade dikir."

'VEGERE CEWHERA XWE'

Dahûrandinên ku Ocalan ji bo kesayet pêş dixe û tespîtên ku ji bo kadro datîne di asta dîrokî de ye. Heman tespît ji bo Medya Mawa jî pêş xistibû. Mawa van dahûrandinan bi vî tîne ziman; "Di dahûrandina min de Serokatî ji min re got; 'Te ji te dizîne, lê agahiya te nîne. Divê tu vegerî cewhera xwe'. Tevahî hewldanên Serokatî ew bû ku jin cardin vegere cewhera xwe û li ser koka xwe bijî." Ev nirxandinên ku ji bo Mawa tên kirin, gelek bandor li ser dide kirin. Ji ber wê Mawa vê çûna xwe ya qada perwerdehiyê ji bo xwe wek şansekî dinirxîne û wiha dibêje; "Gava Serokatî dahûrandin pêş dixist her tim ji dîrokê heya roja me ya îro digirt dest. Bi meyzandinek bîrdozî û felsefî dinirxand. Ji ber wê wek jinekê xwe gelek bextewar dibînim ku şansekê bi vê awayî ket destê min. Min Serokatî ji nêz de dît û pê re jiyam. Min her tim ji xwe re dahûrandin û nêrînên Serokatî esas girt û li ser wê bingehê jî heya roja îro şer û tekoşîna xwe didim meşandin."

Fermandara YJA Star’ê Medya Mawa bi van gotinan balê dikşîne ser fikir û bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan; "Her kes dikare xwe di fikir û birdoziya Rêber APO de bibîne. Ji ber paradîgmaya Rêber APO gerdûnî ye. Di vê çarçoveyê de, çawa ku min heya roja îro tevahî jiyana xwe li ser bingeha tekoşîn û berxwedanê daye meşandin û jiya ye, wê ji îro pê ve jî ev tekoşîn û berxwedana min ji her demê zêdetir bi awayekê dijwar bidome." Mawa bi van gotinan dawî li nirxandinên xwe tîne; "Çawa ku tovên azadî û jiyana demokratîk di van xakên pîroz de şîn bûn wê cardin bi fikir, bîrdozî û felsefeya Rêber Apo şîn bibe û li tevahî cîhanê belav bibe."