BI DÎMEN

Mîlîsan li hemberî qeyûm çalakiya sîber pêk anîn

Mîlîsên Jin ên Agir û Rojê li hember qeyûma li şaredariya Wanê hatî tayînkirin, çalakiya sîber pêk anîn.

ÇALAKIYÊN SÎBER

Duh serê siharê Mîlîsên Jin ên Agir û Rojê daxuyanî dan û ragihandin ku wan malpera fermî ya şaredariya Wanê hack kirine. Mîlîsan anîn ziman ku wê çalakî bidomîn û nirxên ku Rêber Apo afirandine biparêzin.

Daxuyaniya Mîlîsan wiha ye:

“Li Îmraliyê Rêber Apo di bin tecrîdeke girankirî de ye. Li Bakurê Kurdistanê jî îradeya gelê Kurd tê xespkirin. Li hemberî van êrîşan em çalakiyên xwe sîber didomînin. Em ê li her derê têkçûna dagirkeran biqîrin.”

Di encama çalakiya sîber de yên ku malpera şaredariya Wanê vekirin rastî nirxandina Rêber Apo hatin. Şîara, ‘Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan’ bal kişand. Malper heta êvarê di destê Mîlîsan de ma.