Mîhrîcana Jinên Kurd a Zîlan a Brîtanyayê bi coş bi dawî bû

17. Mîhrîcana Jinên Kurd a Zîlan a li paytexta Îngilistan Londrayê hat lidarxistin, bi tevlîbûna sedan kesî bi coş bi dawî bû.

Festîval roja Yekşemê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Jiyan ve li Navenda Civaka Kurd hate organîzekirin.

Festîvala ku bi dirûşmeya, “Li berxwe bide, Rêxistin bibe, Azad Bijî!” hat organîzekirin, ji bernameyeke dewlemend re malovanî kir.

Di mîhrîcana ku bi tevlêbûneke girseyî destpê kir de, piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê, Hevseroka Meclisa Jinan a Jiyan Ozgur Jiyan axaftina vekirinê kir.

Jiyan diyar kir ku bi operasyonên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê re qirkirineke nû ya Kurdan tê kirin û da zanîn ku dewleta Tirk dixwaze destketiyên Şengal û Mexmûrê têk bibe.

Jiyan anî ziman ku jin û ciwanên Kurd bi berxwedaneke dîrokî li dijî qirkirin û dagirkeriyê, dagirkeran têk dibin û got, divê ev mîhrîcan weke banga têkoşîn û berxwedanê jî bê dîtin.

Di mîhrîcanê de peyamên piştevaniyê yên Parlamentera Brîtanya Feryal Clark û gelek sazî û rêxistinên jinan hatin xwendin.

Piştî pêşandana sînevîzyonê ya li ser dîroka têkoşîna jinên Kurd, cil û bergên jinên Kurd ên kevneşop hat nîşan dan. Pêşandan rastî eleqeyek mezin hat.

Her wiha standên xwarin û cil û bergên herêmî yên cihêreng jî bal kişand ser xwe û tevahiya rojê ji bo zarokan aktîvîte hatin lidarxistin.

Festîvala ku jinan bi cil û bergên xwe yên herêmî rengîn kirin, bi gerandina govendê li ber berhemên hunermend Ayfer Duzdaş, Sûna Alan, Koroya Jinên Kurd, Grûp Yade û Grûp Pîro ve bi dawî bû.