Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Mîhrîcana Jinên Ciwan a Zîlanê li Reqayê hate lidarxistin

Mîhrîcana Jinên Ciwan a Zîlanê bi dirûşmeya “Bi ruhê ciwantiya Viyan û Nûjiyanan em ê şerê azadiyê bi ser bixin“ li Reqayê hate lidarxistin.

1’emîn Mîhrîcana Jinên Ciwan a Zîlanê bi dirûşmeya “Bi ruhê ciwantiya Viyan û Nûjiyanan em ê şerê azadiyê bi ser bixin“ li Stada Belekî ya bajarê Reqayê  hate lidarxistin.

Mîhîrcan di salvegera 26`an a şehadeta Zîlan (Zeyneb Kinacî) de hat lidarxistin ku di 30`ê Hezîrana 1996`an de li Dersimê li dijî leşkerên dewleta Tirk çalakiyeke fedayî pêk anî û di encama wê de 18 leşker hatin kuştin û 21 jî birîndar bûn.

Bi hezeran şêniyên bajar, şêx û rûspiyên eşîran, endamên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî yên Reqa û mêvanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî mîhrîcanê bûn.

Di mîhrîcanê de Cîgira Hevserokatiya Desteya Ciwan û Werzîşê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endama komîteya amadekar a mîhrîcana Şehîd Zîlan, Fîdan Yûsif axivî. Yûsif di destpêka axaftina xwe de xêrhatina beşdaran kir û di kesayeta şehîd Zîlan de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anî. Yûsif anî ziman ku 30`ê Hezîranê ne tenê dîrokeke û axivî: “Lê belê ew roja heqîqet, azadî, rûmet û jina azad e."

Yûsif bilêv kir ku Şehîd Zîlan beriya çalakiyê li dar bixe, wiha dibêje; “Ez çalakiyek xwekujî pêk naynim. Ez ne tenê laşê xwe feda dikim. Heger ji canê min zêdetir hebûye min ê pêşkêşî rêber û gelê xwe kiriba ku azadiya xwe bidest xistibana."

Piştî axaftinan Koma Botan a bajarê Qamişlo derket li ser dikê û stranên xwe gotin. Her wiha pêşbirkek ji aliyê koma jinên ciwan a Kobanê ve hate lidarxistin û koma govendê ya Efrîn û Helebê jî govend gerandin.

Her wiha govendên folklorî ên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin nîşandan. Lîstoka voleybolê ji aliyê tîmên ji Kobanê hatin, hatin lîstin.

Piştre dengbêj Menetallah Tehme derket li ser dikê û klamên xwe gotin.

Mîhrîcan bi gerandina govendê bi dawî bû.