Mîhrîcana Jinan a Sakîne Caniz li Zurihê dest pê kir

9’emîn Mîhrîcana Jinan a ji bo yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd û PKK’ê Sakîne Cansiz li Zurihê dest pê kir.

9’emîn Mihrîcana Jinan her sal li Swîsreyê ji bo bîranîna yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd û PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnerên KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetîlkirin, tê lidarxistin îro li Zurihê dest pê kir.

9'emîn Mîhrîcana Jinan a Sakîne Canîz bi şîara "Li ber xwe bide! Xwe bi rêxistin bike! Azad bijî!“ bi panelê dest pê kir.

Piştî girseya gel li qadê kom bû, bernameya dikê dest pê kir. Ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi taybet Sakîne Cansiz deqeyek rêz hate girtin. Komîteya amadekar a mîhrîcanê ku ji 28 saziyên jinan pêk tê, beşdarên mîhrîcanê silav kirin.

Piştî axaftina vekirinê li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Zozan Serhat axaftinek kir. Serhat bal kişand ser girîngiya lidarxistina mîhrîcanê û got: "Yek ji kadroyên pêşeng ên tevgera jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şeylemez li navenda Ewropayê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin. Îro dewleta dagirker li Zap û Avaşînê li dijî gerîlayên azadiyê êrîşeke hovane pêk tîne."

Serhet anî ziman ku bi saya berxwedana bê hempa ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayan em îro li vir dikarî mîhrîcana xwe li dar bixin.

Piştî axaftinan hunermend Berfîn Demîr derket li ser dikê û bi stranên xwe beşdarvan coşandin.

Mîhrîcan bi gerandina govendê berdewam dike.