Mîhrîcana Jinan a Sakîne Caniz berdewam dike

9’emîn Mîhrîcana Jinan a ji bo yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd û PKK’ê Sakîne Cansiz li Zurihê dest pê kir, bi hemû coşa xwe berdewam dike. Di mîhrîcanê de berxwedana Gerîlayên Azadiya Kurdistanê hate silavkirin.

9’emîn Mihrîcana Jinan her sal li Swîsreyê ji bo bîranîna yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd û PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnerên KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetîlkirin, tê lidarxistin îro li Zurihê dest pê kir. Mîhrîcan bi hemû coşa xwe berdewam dike. Mîhrîcana îsal diyarî siyasetmedar Aysel Dogan û şehîdên Zap, Metîna û Avaşînê hat kirin.

28 saziyên weke YJK-S, TekoJIN, Kongra Star, Rosara, Women Defend Rojava, Medico İnternational, Kasama, ADKH, Fist, SKB, PDA, Yeni Kadın, SYKP, Kampus Cadıları, Feda, Frauenstreik, Kollektive Zürich, Solifonds, Frauenbündnis, WILPF, BFS, Brückenschlag, Pira Biratiyê a Zurich-Amed, Basta, SP, AL, Revolutionares Quaeer Feministisches Bündnis Basel û Grüne cihê xwe di mîhrîcana ku bi şîara “Li ber xwe bide, xwe bi rêxistin bike, azad bijî!“ hate lidarxistin de girtin.

Di saetên serê sibehê de bi sedan Kurdistanî herikîn qada Kasernereal a bajarê Zurîhê. Mîhrîcanê danê sibehê bi panelekê dest pê kir. Li ser navê YJK-S’ê Sevgî Koyuncu moderatoriya panela “Jin û Şer” kir. Li ser navê TJK-E Yurdusev Ozsokmenler û li ser navê Piştevaniya Mor jî Gamze Ozkok weke axaftvan beşdarî panelê bûn.

Piştî panelê bernameya mîhrîcanê dest pê kir. Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) Zozan Serhat beşdarên mîhrîcanê silav kir û got: "Yek ji pêşenga Tevgera Jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamaz li navenda Ewropayê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin. Îro dewleta dagirker li Zap û Avaşînê li dijî gerîlayên azadiyê êrîşeke hovane pêk tîne.“

Serhet anî ziman ku bi saya berxwedana bê hempa ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gerîlayan em îro li vir dikarî mîhrîcana xwe li dar bixin û got: “Bila malbata Barzanî ya ku li hemberî gerîla li gel dijminê Kurdan cih digre baş bizane, eger îro gerîla winda bike wê tevahiya Kurdan winda bike. Gerîla li her qadê Kurdistanê diparêz e. Em bang li tevahiya jinan dikin ku bila têkoşînê bilind bikin.“

Di mîhrîcanê de helbestên ji pênûsa Sakîne Cansiz ku tê de qala têkoşîna xwe dike, hatin xwendin. Her wiha Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) peyamek şand ji mîhrîcanê re.

Di mîhrîcanê de ji bo zarokan jî atolye hatin danîn. Piştre hunermendên  JinMa, Xecê, Berfîn Mamedova, Gulan û Berfîn Demir derketin li ser dikê û bi stranên xwe beşdarvan coşandin. Dîsan komên govendê derketin li ser dike û govendên herêman lîstin.

Tê payîn ku mîhrîcan di saetên şevê de bi dawî bibe.